Ayşa Silêman/ Dêrik
Ji dîrokê ve û heta niha dewleta Tirk li ser gelê Kurd gelek komkujî pêk anîn e, yek ji van komkujiyan jî, komkujiya gundê Teqil Beqil yê Dêrikê bû ku di 20’ê Mijdara 2022’an de pêk hat û di encamê de 11 welatî şehîd bûn û 3 bi giranî birîndar bûn.
Kêliyên destpêkê yên Komkujiya Teqil Beqil
Di 19’ê Mijdara 2022’an de, dewleta Tirk êrişî kargeha stasyonê û cihê betrolê li gundê Teqil Beqil ê girêdayî bajarê Dêrikê kir,di encamê de gelek welatî birîndar bûn. Piştî êrişê şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe dan cihê êrişî da ku birîndaran rizgar bikin, lê balafirên dewleta Tirk a dagirker şênî kirin hedef û komkujiyek pêk anî, di encamê de 11 welatiyên jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî bi giranî birîndar bûn.
Kurtejiyana hin şehîdên Teqibeqlê
Şehîd Îsam Ebdulah ji malbateke welatparêz e, di salên 80’ î de malbatê Tevgera Azadiyê nas kir. Şehîd Îsam ji zaroktiya xwe ve tevger nas kir û li ser wî hizrî mezin bû. Dema Şoreşa Rojava dest pê kir şehîd Îsam weke ciwanekî Kurd di nava vê şoreşê de cihê xwe girt. Di destpêkê de li bajarê Rimêlanê xebatên Konfidrasyona Xwendekarên Kurd dida meşandin, piştire di sala 2013’an de tevlî xebatên Rojnameya Ronahî bû. Di rojnameyê de şehîd Îsam Şehîd Îsam ji karê xwe hez dikir û bi erkê xwe radibû. Piştîre di sala 2018’an de ew derbasî xebatên Ajansa Hewarê (ANHA) bû. Dema ku Şehîd Îsam dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew kar ji bo wî qadeke nû bû, ji bo ku di karê xwe de serkeftî bibe hin rêgez pêwîstbûn, mîna dilsozî, xwestek, vîn û ked, ev jî taybetmendiyên şehîd Îsam bi xwe bû. Lewma di demeke kurt de fêrî kar bû, herwiha bû sozdarê pêşengên qada Ragehandina Azad. Herdem ew li cihê pêwîst bû û rastî radigihand. Bi heval û derdora xwe re jî dilsoz bû, ji wan fêr dibû û ew fêr dikirin. Di 20’ê Mijdara 2022’an de wî jî berê xwe da gundê Teqilbeqil da ku rastiya dagirkeriya Tirk ragihîne, lê dagirkeriyî hertim dixwaze rastiyê winda bike lewma şehîd Îsam kir hedef û ew şehîd bû.
Şehîd Hediya Ebdullah di sala 1984’an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ew ji zarokatiya xwe ve jineke çalak û wêrek bû. Hîn piçûk bû Tevgera Azadiyê nas kir û dest bi çalakiyan kir, li Şamê belavok, kasêt û name belav dikirin. Tevî ku malbata wê qebûl nedikir jî ku bi vî karî rabe û hertim dixwestin rê li pêşiya wê bigrin jî, lê şehîda Hediya bi çesaret li beramberî wan disekinî û tu carê xwe bê hêvî nîşan nedida. Êdî ew rêya welatparêziyê berdewam kir, cihê xwe di her derî de digirt û çi kar diket ser milê wê dikir. Her kesê ku pêre kar dikir jê hez dikirin ji ber kuew jineke dilsoz û welatparêz bû û bi axa xwe ve girêdayî bû. Beriya ku şehîd bikevê cihê xwe di HPC’ê de digirt, dema êriş li ser Teqilbeqil çêbû, Hediya bi hemû sazî, dezgeh, mizgeft û komînan re axivî da ku kom bibin û berê xwe bidin gundê Teqil Beqil da ku birîndaran ji wir bînin. Ew û hevjînê xwe jî xwe amade kirin û tevlî karwanê bûn, dema guhiştin gund û birîndar radikirin balefirên dagirkeriyê êrişî wan kir û di encamê de Hediya şehîd bû.
Şehîd Ubeyd Xalid di sala 1987’an de li gundê Tepkê jidayîk bûye, ew bi dilsozî û welatparêziya xwe di nav hevalên xwe de dihat naskirin. Bi ku ve diçû cihê wî xuya dikir, tevî ku ew xwedî malbat bû jî lê erkê xwe bê kêmasî pêk tanî, ji ber ku hêviya ew bû ku Kurd bighêjin mafên xwe. Ubeyd destpêkê ajokarê erebeyê bû û xizmeta xebatên şoreşê dikir. Lê paşê bû berpirsê cihê xwe li gundê Teqil Beqil û li kur êriş heban wî berê xwe dida cihê bûyerê da ku destekê bide hevalên xwe. Baweriya derdorê pê dihat ji ber ku bi fedekarî erkê pêk tanîn. Dema êriş li ser gundê Teqil Beqil çêbû tevî ku ew li mal bû û di wê rojê de destûr bû jî, lê ji ber rihê fedekarî û welatparêziyê qebûl nekir bimîne mal û berê xwe da cihê bûyerê, di encama êrişa dagirkeriyê ew jî di 20’ê Mijdarê de şehîd bû.
Şehîd Hisên Xilto jî di sala 1980’î de li gundê Girkê Hêwil jidayîk bûye, ew ji zarokatiyê ve bi dilpakbûnê dihat naskirin û ji hevalên xwe hes dikir. Dema berê xwe da Şamê da ku dest bi kar bike, wî li wir tevgera azadiyê naskir û dest bi kar û xebatê kir. Ji ber ku hezkiriyê karê tevgerê bû derdora wî jê bandor dibû, bi dehan kes bi riya wî re tevlî refên azadiyê bûn. Êdî soz da ku bar bigre ser milê xwe û xeta azadiyê berdewam bike, ji ber ku xewn û xeyalên wî Kurdistan bû. Tevî ku malbata wî jî hebû lê wî ev yek ji bo xwe ne dikir asteng û berê xwe dida herderê. Şehîd Hesen ji sala 2013’an ve cihê xwe di nav HPC’ê de digirt û ji bo hemû saziyan kar dida meşandin. Di heman demê de tevlî gelek pêngavên şer jî bûye. Berî êrişa Teqil Beqil şehîd Hisên çû perwerdeya girtî 45 rojan ma, piştî vegera wî bi demeke kin êrişa dagirkeriya Tiirk li ser Teqil Beql pêk hat, wî jî berê xwe da cihê êrişê ji bo alîkariya birîndaran, di encamê de ew jî şehîd bû.
Şehîd Hilal Qasim di 1’ê Çileya sala 1979’an li gundê Hemzebegê jidayîk bûye. Ew bi karê xwe ve girêdayî bû, gelek dewreyên perwerdeyê dît û beşdarî gelek pêngavên leşkerî bû. Piraniya dema xwe ji bo xizmeta leşkerî terxan kir û ji karê xwe hez dikir. Ew her tim li eniyên pêş bû. Şehîd Hilal kesekî dilovan û bi biryar bû, li her derê kêfxweşiyê belav dikir. Heta di kêliyên xwe yên dawî de jî, tevî ku di betlaneyê de bû jî, ew ji bo alîkariya hevalên xwe yên birîndar derdiket. Ji sala 2013’an ve ew tevlî Asayîşê bû û di 20’ê Mijdara 2022’an de ji ber êrîşa dagirkeriyê li ser gundê Teqil Beqil ew û 10 welatiyên din şehîd bûn.
Birîndarên komkuijiya Teqil Beqil

Nezîr Xidir di 10’ê Tîrmeha sala 1962’an de li gundê Kelhê ji dayîk bûye. Di sala 1971’an de ew derbasî dibistanê bûye û heta refa 8’an xwendiye. Lê ji ber mercên madî wî dest ji xwendinê berdaye û berê xwe daye beyar û sewalan. Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir ew rihê welatparêziyê li cem wî vejîn bû, wî jî bar girt ser milê xwe û ji bo hemû saziyan kar kir. Êdî bi hemû rengî xwe xist bin xizmeta civakê de. Destpêka avabûna Hêzên Parastina Cewherî wî cihê xwe têde girt wek berpirsiyar û heya niha jî cihê xwe têde digire. Di heman demê de cihê xwe di komîta Lihevanînê de jî digre. Destpêka ku koma Cûdî hat damezrandin ew bû yek ji endamên wê, lê niha ji ber rewşa wî ya teduristî nebaşe ew hinkî jê dûr ketiye. Di 20’ê Mijdara sala 2022’an de sedema êrişên dagirkeriya Tirk li ser gundê Teqil Beqil ew û hevalên xwe çûn da ku alîkariyê bidin kesên birîndar, lê dagikeriyê êrişî erebeya wî jî kir û hemû hevalên wî yên di erebeya wî de şehîd ketin, ew jî birîndar bû û lingê xwe winda kir. Tevî wilo jî lê dev ji doz û têkoşîna xwe bernedaye û ji bo mafê gelê kurd wê hertim têkoşînê bike.

Seîd Cangîr ku di nav malbatek welatprêz de di sala 1984’an li gundê Girkê Hêwil ji dayîk bûye, di zarokartiya xwe de bi riya malbata xwe rêxistin nas kir. Di sala 2005’an li Şamê bi awayekî fermî dest bi karê rêxistinî kir heya sala 2010’an dema Şoreşa Rojava ber bi destpêkirinê ve diçû. Ew û hin hevalan berê xwe dan warên xwe, dema şoreş dest pê kir wî dît ku erkeke li ser milê wî ku kar û xebatê ji bo gelê xwe bike û li ser wî esasî cihê xwe di nav rêxistinê de girt û derbasî gelek çeperên şer bû. Şoreşa Rojava gelek guhertin bi xwe re anîn bi taybet li ser gelê kurd, lewma Seîd jî li ser felsefeya Rêber Apo meşiya û karî îrade û hêza xwe ava bike. Seîd her tim dibêje heger mirov îradeya wî nebe nikare pêş bikeve. Di 19’ê Mijdarê de agahî hat ku ew jî tevlî karwanan bibe û berê xwe bide gundê Teqil Beqil, dema gihiştin wir ji ber ku şeveke gelekî tarî bû tu kesî hev nedidît lewma her yek di şûna xwe de alîkariya birîndaran dikirin. Dema balefirê careke din êriş kir ew jî birîn dar bû, hin şezî ketin laşê wî de, di heman demê de bi guhê xwe yê rastî nema deng dike û birîna herî mezin di serê wî de bû û heya niha şezî têde maye û xwe tedawî dike.

Mihemed Hewas li gundê Girkê Hêwil ê girêdayî koçerata di sala 1997’an jidayîk bûye, jiyana xwe li gund derbas kiriye ew û pismamê xwe yê bi navê Mezlûm herî zêde nêzî hev bûn, bi riya wî Mihemd Tevgera Azadiyê naskir û hezkirina wî ji partiyê re zêde bû. Di sala 2009’an de cara yekem dema Gêrîla derbasî mala wan bûn, ew gelekî bandor bû bi sekin, axaftin û cil û bergên wan. Di wê demê de temenê Mihemed 12 sal bû çiqasî hewil dida tevlî xebatên rêxistinê bibe û çekê hilgire lê ji ber temenê wî yê piçûk qebûl nedikirin. Di sala 2012’an de bû endam di foc de û li ser sînor bû, ji sala 2013 heya sala 2017’an de cihê xwe di nav YPG’ê de digirt û paşê berê xwe da Asayîşê û bû endam têde heya sala 2022’an de. Di 19’ê Mijdarê de dema agahî hat da ku herkes berê xwe bide Teqil Beqil da ku destekê bide birîndara Mihemed jî dixwest biçe lê pismamsê wî nedihişt ew li gundê Hemzebegê hişt, jê re gotin tu li wir bimîne dema ku em birîndar bibin da ku tu were alîkariyê bide me. Lê Mihimed xwîna welatparêziyê di canê wî de dimeşiya û qebûl nekir bimîne wî jî berê xwe da gundê Teqil Beqil dema balefirê êriş kir ew jî birîn dar bû, parçeyên Şeziyê derbasî ling, çav û guhê wî bûn.






