Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Îsam; dilsozê heqîqetê

19/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîd Îsam; dilsozê heqîqetê
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Şehîd Îsam Ebdullah şeva 20’ê Mijdara 2022`an de, ji bo belgekirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker di bin bombebaraneke dijwar a hewayî de ber bi gundê Teql Beqlê yê girêdayî navçeya Dêrikê ve bi rê ket û di dema belgekirina komkujiyê de, şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker 19`ê Mijdara 2022`yan de gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir. Dema ku welatî ber bi cihê bombebaranê ve diçûn da ku birîndaran rizgar bikin, dewleta dagirker careke din welatî bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de nûçegihanê ajansa Hewarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn.

Kurtejiyana Şehîd Îsam

Şehîd Îsam di nava malbateke wetaparêz de mezin bû, herwiha di salên 80‘î de malbata Şehîd Îsam Tevgera Azadiya Kurd naskir. Şehîd Îsam ji zaroktiya xwe ve partî naskirin, di wê demê de şehîd Îsam li ser wî fikirê Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin bû. Herwiha di destpêka şoreşa Rojava de şehîd Îsam weke ciwanekî kurd di nava vê şoreşê de cihê xwe girt, di destpêkê de li bajarê Rimêlanê bikarê konfidrasyona xwendekarên kurd rabû, piştir e şehîd Îsam di sala 2013’an de cihê xwe di Rojnameya Ronahî de girt. Şehîd Îsam di aliyê karê xwe de kesekî welatparêz bû, ji karê xwe gelekî hezdikir û ew karê ku dikir weke erk li ser milê xwe didît. Di heman demê de, Şehîd Îsam bi şev û roj karê xwe dewam dikir û bi mihan li dergeha sêmalka, dema ku êrîş li herêmê çêbibûn û kar û xebatên civakî yê bajarê Dêrikê dişopanid.

Şehîd Îsam bi hevalên xwe re dilsoz bû

Dema ku Şehîd Îsam dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew kar ji bo wî qadeke nû bû, ji bo ku di karê xwe de serkeftî bibe hin rêgez pêwîstbûn, mîna dilsozî, xwestek, vîn û ked, ev jî taybetmendiyên şehîd Îsam bi xwe bû. Lewma di demeke kurt de fêrî kar bû, herwiha bû sozdarê pêşengên qada rojnamevaniya azad. Her dem ew li cihê pêwîst bû û rastî radigihand. Bi heval û derdora xwe re jî dilsoz bû, ji wan fêr dibû û ew fêr dikirin.

Di kesayeta rojnamegeriyê de şehîd Îsam Ebdullah ji bo dengê civaka xwe û rastiya dijmin ragihîne cihanê gihîşt asta şehadetê. Şehîd Îsam bi hemû hêza xwe ji bo gihandina rastiyê ji civakê re kar û xebat dida meşandin. Bi kamêre û pênûsa xwe rihê rojnamegeriya azad temsîl dikir. Helwestên wî yên li ser kar û xebatê, herwiha hewldanên wî yên ji bo zêdebûna pêşketina di warê rojnamegeriyê de ew kir rojnamevanekî serkeftî.

Di derbarê 3 emîn salvegara şehadeta nûçegihanê Ajansa Hewarê de (ANHA) Şehîd Îsam de Rojnamevan Rênas Remo ji Rojnameya me re axivî.

 

‘Şehîd Îsam kesekî welatparê bû’

Rênas Remo anî ziman ku Şehîd Îsam kesayetekî welatparêz bû û wiha got: “Şehîd Îsam di kar û xebatên xwe de kesekî serkeftî û dirust bû. Şehîd Îsam bi şev û roj karê xwe bê navber berdewam dikir. Şehîd Îsam çi bûyer li bajarê Dêrikê çêdibû dişopandin, Şehîd Îsam hatibû naskirin bi Dêrikê. Gelên Dêrikê digotin ku ev ew kes ku dengê me dighîne cîhanê.”

‘Em ê li ser şopa Şîhîd Îsam xebatên xwe berdewam bikin’

Rojnamevan Rênas Remo axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Em weke hevalên Şehîd Îsam di salvegera wî ya sêyemîn de soza xwe pê re nû dikin. Herwiha em pênûs û kemîreya Şehîd Îsam li erdê nahêlin. Em ê li ser şopa Şîhîd Îsam kar û xebatên xwe berdewam bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.