Sîpan ŞÎNDA
Çanda Kurdî, di warê hunerî de çandeka pirr dewlemend e. Gelek hunermend, nivîskar, helbestvanan berhemên hêja û berketî dane. Bi saya serê wan kesane ye kû çanda Kurdan îro pirreng, dewlemend û li ser piyan e. Hunermendî, hemû jiyana xwe daye ji bû kû strana Kurdî, kelepûra Kurdî jiyan bike û pêş bikeve. Ewan ji bo xwe kar nekirine, zarokên xwe meîz kirine, gelik tişt ji xwe kêm kirine, lê dîsa ji dest ji karê xwe yê hunerî bernedane. Ji ber kû ewan ev yek wekî karê xwe yê resen dîtine. Ji bûna ew helbestekê, stranekê çêbikin û bêjin, ewan çi kişandane di jiyana xwe de her ew dizanin û Xwidayê wan dizane. Lê ji bûna vê, di jiyanê de ewan çi kişandibin ji, her avêtinê di nava dilê xwe de. Ew dilê wan yê kû him li halê wan dişewitî, him ji li ser hunera wan dişewitî. Bi taybetî ji dengbêjên strana Kurdî ya klasîk, di vî warî de gelik êş kişandine. Gelo civaka Kurd ji bûna barê hunermendan yê jiyanê sivik bikin û pêşiya wan hunermandan vekin kû ew bikaribin karê xwe yê hunerî baştir bikin çi kiriye? Çi piştgirî û arîkarî dane hunermendan? Dema mirov li jiyana wan hunermendan dinêre, derbarê jiyana wan de tiştinan fêr dibe, mirov dibîne kû “bê xwedî” mane. Li aliyekê mîr, beg, şêx, axa, seyîd û hwd her kû çûne halxweş û dewlemend bûne; li aliyê din ji hunermendê reben di nava civakê her jar û perîşan maye. Heke hinek bêjin tu derewan dikî, keremkin ji we re mînak: Mihemed Arifê Cizîrî, ango bilbilê kurdistanê, ewqas perîşan bûye kû têla tembîla xwe jê vekiriye, pê çarixa xwe ya qetiyayî pêkve girêdaye. Di taliya jiyana xwe de ji li Dihokê di nexweşxanê de, bi rezîlî û bê xweyî miriye. Kerepêtê Xaço, bi devê xwe got, “min 95 salan bi Kurmancî got, lê 50 milyon Kurmanc nikarin li min xwedî derkevin. Ne ji bû lixwekirinê heye, ne jî ji bû xwarinê heye…. bi xwedê Egîd bêje neraste ji, ez dizanim kû ew birçî ye”. Eyşen Şan, ew jina bedew û dengxweş, ji bû hunera Kurdî serê xwe danî li ber celadî. Ji ber tirsa kuştinê ji bajarê xwe Amedê revî û heya taliya temenê xwe nekarî vegere ji. Ew ji di mala de bêxwedî mir; piştî çend rojan nû pê hesan kû miriye. Wesêta wê ew bû kû termê wê li Amedê veşêrin, lê mixabin ew li îzmîrê weke bêxwediya hat veşartin. Tenê çend dostên wê çûn ser termê wê. Fadil Cizîrî, ji beriya du salan li Cizîrê çû li ser dilovaniya xwe. Nêzî deh salan ma di nav pencên nexweşiyê de. Lê kesek lê nebî xwedî da kû ew biçe nexweşxaneyeke baş tedavî bibe. Piştî mir nû li Kurdan şêrîn bû. Ev mînak besin? Niha ji gelek hunermendên Kurd hene ‘birçî’ ne. Hêvîdarim siyasetmedar û dewlemendên Kurdan ji biçekê di vî warî de hişyar bibin. Raste mirî di nav civakên cahêl bi qedr û qîmetin, sax ji bila jibîr nekin, dema ew mirin hinê qîmetî bidin wan ji!






