Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hebûna jinê di aboriyê de girîng e

19/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Hebûna jinê di aboriyê de girîng e
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Endama Qomîteya Aboriya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Ebrahîm diyar kir ku kar û xebatên wan ji demên berê baştir tên meşandin û wiha got: “Em niha amadekariyên xwe ji bo sala 2026’an jî dikin.”

Jin di hemû aliyên jiyanê xwe bi rêxistin kirine, bi taybet di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yek bi Şoreşa Rojava re birêxistin bû û jinan di hemû sazî, dezgeh, partî, tevger û komteyan di xwe rêxistin kirin. Kongra Star weke eniya yekemîn a hemû jinan e ku ji bo jin derveyî xebatên rêxistinî, proje û makanîzmeyên xebatê yên ku jin di civakê de xurt dike, ava dike. Li ser wê bingehê Komîteya Aboriya Kongra Star li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ev komîte bi awayekî rêxistinkirî ji bo pêşxistina aboriya jin proje û xebatan ava dike û pêş dixe. Ji wan çandinî, fabrîke, projeyên seweldariyê û hwd.. Di derbarê kar û xebatên xwe de endama Komîteya Aboriya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Ebrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘kar û xebatên me baş tên meşandin’

Endama Komîteya Aboriya Kongra Star Emel Ebrahîm diyar kir ku heya niha kar û xebatên wan baş tên meşanidin û wiha got: Di sala 2025’an de li ser xebatên xweser, xebatên aboriya jin girîngî bi tayîbet li ser kopratîvan hat dayîn û di her cihî de civîn hatin lidarxistin ji bo kopratîvan, di civînan de jin hatin birêxistinkirin û aboriya civakî dan nasîn ji hemû jinan re. Bi vî rengî di sala 2025’an de piraniya pirojeyên me bûn bi rengekî kopratîv û herwiha di beşên me yên çandî û bazirganiyê de ne tenê berhemên çandiniya genim û ceh dikin, di heman demê de çandiniya daran, sebzeyan û hwd dikin. Ji xwe werşeyên dirûnê ku jin kar bikin da ku bixwe xwe birêve bibin bi rengekî kopratîv hatin vekirin.

‘Em niha amadekariyên 2026’an jî dikin’

Emel Ebrahîm anî ziman ku di destpêka salê heya niha geveke baş hat avêtin û wiha berdewam kir: Ji bo beşê kopratîvê herwiha xebatên me yên din jî berdewam dike, bi tayîbet di beşê çandiniyê de û em niha amadekariyên 2026’an jî dikin. Di destpêka salê de hin astengî derketin ji ber ku jinan kêm berê xwe didan aboriya xweser ji ber ku ew sînorê ku dibêjin jin divê tenê di mal de be û zarokan xwedî bike, herçiqasî em dibêjin ku ew pisporiya xweser lingê xwe bigire û ji nava civakê rabe lê hîn lawazî di vî alî de heye. Heya niha jin cihê xwe di aboriyê de digire lê hîna pêwistiyên wê di pêşxistinê heye. Me girîngî bêtir da aboriya komînal û civakî da ku her kes tevlî aboriyê bibe. Da ku jin xwe birêve bibe hilgirtin çêbûn û semîner li ser aboriya komînal, xweser û civakî hatin dayîn, di simînerê de jî armanca me ya serke pêşxistina jin di milê aboriyê de bû.

‘Hin Pirojeyên me di dema pêş de hene’

Emel da xuyakirin ku gelek pirojeyên wan di dema pêş de hene û wiha bidawî kir: Ji xwe pirojeyên me yên heyî berdewam dikin û pirojeyên me herdem bi pilansazî bi kar û xebatên wan re li gorî pêwistiyên ku tên dayîn. Me niha girîngî daye beşê perwerdeyê yên kopratîvan û çandiniyê hwd da ku bêtir pêşketin di warê aboriyê de çêbibe. Beşê lawaziyê hîna li cem me heye lê em hewil didin ku vê lawaziyê derbas bikin, niha jî em ekadimiyeke xwe hazir dikin ku tê de beşên perwerdeyên meslekî û fikrî bidin. Jinên ku cihên xwe di aboriya xweser de digrin ji çi alî ve pêdiviyên wan yên sereke bi kesên pispor hene da ku wan perwerde bikin û di milê aborî de wan bi pêş bixin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.