Idrîs HENAN
Piştî serdana serokê faşîzma Tirk ji Rûsyayê re, li Idlibê ji aliyê Rûsyayê ve agirbesteke yekalî ji bo 8 rojan hate ragihandin. Di wê navberê de hêzên rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya êdî herêma Xan Şêxon û gundewarên derdora xeta Heleb-Şam dabîn kiribûn û xala nehemîn a leşkerên Tirk li Morikê hatibû dorpêçkirin. Ango hêzên êrişkar êdî ji bo beşa duyemîn a hemleya paqijkirin û kontrolkirina rêyên navneteweyî ya Heleb-Laziqiyê xwe amade dikrin. Ji bo ku ev mesref nehate kirin, beriya 9 mehan, di çarçoveya lihevkirinên Astana û Sûtşî de rol dabûn Tirkiyê. Lê ji ber têkîliyên Tirkiyê yên piralî û çilekiyên wê yên Mîsaqa Millî, her di nava hewldana doşandin û li ser werîsê berjewendiyan lîskandin de bû. Ge li bakur rojavayê û ge jî li bakur rojhilatê Sûriyê hildipeke!. Armanca jî her kiritandin, dagirkerî û qirkirina gelan bû.
Lê piştî hemleya rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser Idlibê helwesta faşîzma Tirk ji şêniyên Idlibê re balkêş hat? Qey te digot yê li ser parêzgeha Heleb, Gota Rojhilat, Qelemûn, navend û başûrê Sûriyê bi rejîm û Rûsyayê re lihevkiriye, ne Tirkiyê bû. Yê ku malbatên wan li basên kesk bêçek û stuxwar siwar kiriye ne Tirkiyê bû? Qet bawer nedikirin wê rojekê Tirkiyê wan di bazara siyasî de bifiroşe. Ji lew re ketin şoqê û dengê wan di qirikê de matmayî xeniqî. Dema ku rayedarên Tirk li ser ekranan eşkere digotin ku ew li gorî berjewendiya xwe tevdigerin û ne amade ne ji bo gelê Sûriyê bi rejîmê re şer bikin, înan nedikirin! Ji xwe di cewher de ne xiyaneta Tirkiyê înan nedikirin. Ya esas xiyaneta kesayet û hêzên ku bi salane li ser pişta gelê Sûriyê istismarê dikin bû. Ango zarokên vî welatî yên ku vîna xwe radestî faşîzma Tirk kiribûn. Derba esas a li pişta tevgera vî gelî ketiye ew bû. Herçendî hişyarî hebûn jî, lê mixabin, her dengên ixanetê bilindtir dibûn û dijatiya ji civaka xwe re bi gurkirina faşîzmê re zêdetir dibûn. Civak di nava kurtêlxwariyê de parçe kiribûn û êdî pîvana şoreşgertiyê jî bi qasî ezbeniya ji ecîndeyên derve re bû.
Welhasil; di civîna dawiya meha derbasbûyî de li Rûsya çi bû û li ser çi hate itîfaq kirin? Gelo pêşerojek çawa ji Sûriyê re hate nîqaşkirin? Li gorî deteyên ser erdê itîfaqa Tirkiyê bi Amerîka re ya li ser mekanîzmeya ewle li bakur û rojhilatê Sûriyê tu acizî ji Rûsya re çênekiriye. Berdêla wê li Idlibê hatiye danîn û hemeleya ku sê mehan ne dikarî gavekê bi pêşkeve nava çend rojan de giha armanca xwe!. Ger mirov daxuyaniyên rayedarên Rûs, rejîm û Tirkiyê baş guhdar bike, dizane ku hîna qonaxek xwînîtir li Sûriyê û bi kêmanî li aliyê bakur rojavayê Sûriyê heye. Agahiyên ku dibêjin li rojhilatê Sûriyê taybet li aliyê Dêrazorê Îran bargehek mezin avakiriye û sewqiyatên mezin li wir hene, ger mirov rûbirûyî daxuyaniyên Erdogan bike, têdigihêje ku çawa faşîzma Hîtler di salên sihî de li ser Polanda bi Sofyetan re li hev kir û dagirkirina wî welatî parve kir, fêm dike planek wisa ne ecêb li vî welatî jî heye. Ango di cewher de piştî ku şerê wekîlan li Sûriyê bi dawî bû, amadekariyên şerê cîhanê yê sêyemîn bi beşdarbûna rasterast a sponseran tên kirin. Agirbesta 8 rojan bêhnvedan û amadekariyên qonaxa şerekî hê qirêjtir û xêzkirina nexşeya siyasî ya nû ye. Ancax yekîtiya gelan û kombûna li dora projeya neteweyî ya demokrasiyê vî welatî ji kaosê xilas bike. Gelo kesên ku îxaneta faşîzmê jiyane, têgihaştin ku tenê rêya xilasiyê itîfaqa gelan a demokratîk e?.






