Farûk Sakik
Hefta borî, min mînaka pêvajoya aştiya, li Kolombiya û FARC’ê dabû û di vê nivîsê de em ê derbasî Endenozya û Acehê bibin.
Aceh, li rojavayê Endonezyayê ye. Di dîrokê de herêmeke nîv-xweser bûye û têkiliyên wê yên kûr bi çanda Îslamî û nasnameya herêmî re hebûn. Di nîvê duyemîn ê sedsala 20’an de, polîtîkayên navendî yên dewleta Endonezyayê û bikaranîna çavkaniyên xwezayî (bi taybetî petrol û gazê) nerazîbûna gelê Acehnî zêde kir.
Tevgera Serxwebûna Acehê (GAM) ku di sala 1976’an de hate damezrandin, li dijî hikûmeta Endonezyayê têkoşîneke çekdarî da destpêkirin. Di destpêkê de tevgereke berxwedanê ya biçûk bû, GAM hêdî hêdî piştgiriya beşek girîng a gelên heremê bi dest xist.
Lê belê, operasyonên leşkerî yên dijwar ên artêşa Endonezyayê, binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li dijî sivîlan şer kûrtir kir. Ev yek bala hêzên navneteweyî kişand ser xwe.
Li Kurdistan jî piştî şerê çekdarî, em heman tiştî dibînin. Dewleta Tirkiyê bi awayek hovane bi ser sivîlan de çû.
Erdhej û Tsûnamiya wêranker a ku di sala 2004’an de li Acehê çêbû û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Ev kareset bû bingeha aştiyê ya di navbera Endonezya û GAM’ê de.
Li Kurdistande jî Tsûnamiya siyasî dema ku li Rojhilata Navîn pêkhat, di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyê de zemîna aştiyê dest pê kir.
Li Endenozyayê, danûstandinên ku di sala 2005’an de bi navbeynkariya Norwêcê dest pê kirin, di dawiyê de veguherîn peymana aştiyê ya bi navê ‘Peymana Helsînkî’. Ev peyman van xalan destnîşan kir:
-GAM wê çekên xwe deyne.
-Aceh wê xweseriyeke berfireh bigire.
-Artêşa Endonezyayê dê bi piranî ji herêmê vekişe.
-Mekanîzmayên tezmînat û lihevhatina civakî wê ji bo qurbaniyan werin avakirin.
Li Kurdistan navê Peymana Helsenkî, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû. Hîna jî ev pêvajo negihîştiye encamekê an jî peymanekê.
Bi heman awayî li Tirkiyeyê, daxwazên Kurdan ji bo rêveberiyên xweser û naskirina mafên çandî ji bo çareserkirina pevçûnê girîng in.
Lê belê, navbeynkariya navneteweyî û beşdariya berfireh a herêmî di modela Acehê de ji ezmûna Tirkiyeyê cuda ye.
Rêber Apo jî di pêlên çareseriyê de her tim dixwest ku navbeynkariya navneteweyî hebe. Lê kompleksên Tirkiyê yên siyasî her tim bûn asteng û dest nedan vê yekê.
PKK hemû berpirsyariyên xwe yek bi yek anî cîh. Herî dawî hêzên Gerîla ji Zapê vekişand da ku pêşî li provaksiyonên şerxwazan bigire.
Dîsa ji bo beşdariya berfireh a herêmî Rêber Apo di nav hewldanan de ye. Bi tenê li meclisê avakirina komisyonê bersiv dane daxwazên wî.
Ev giran tevgerîna dewletê, bê bersiv hiştinê, zimanê zincarî, dibe sedem ku di nav civakê de ev pêvajo ya Aştî û Civaka Demokratîk baş neyê fahm kirin. Hin deng bilind dibin, heger Kurdistan azad nebe çima li Tirkiyê komarek demokratîk were avakirin. Bi rastî bersiva vê yekê hatî dayîn. Ev kesên vê pirsê dikin, dibin bandora siyaseta Tirkiyê de dimînin. Li Tirkiyê siyasetek gemarî ku dibêje, PKK qediya, doza Kurd, pirsgirêka Kurd nîne, armanca me qedandina PKK’ê ye. Dema Gerîla ji Zapê vekişiya mihabirê CNN Turk yeka kontra digot, eskerê me ew ji wêderê derxistin. Ev taluke di nav civakê de belav dibe.
Em wek li Endenozya di çavderiya hêzên navnetewî de vê pêvajoyê bi rê ve nabin. Karê me zor û zehmet e. Anha em di merheleya pêkanîna aştiyê de ne. Hîna derbasî qonaxa civaka demokratîk nebûne.
Ji bo vê yekê azadiya Rêber Apo tê xwestin. Ew dîrek divê bi civakê re di kontakêde be. Civak divê dîmenên wî bibîne û dengê wî guhdar bike.






