Viyan Egîd/Şêxmeqsûd
Hevserokê Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêkanîna bendên peymana 1`ê Nîsanê, herwiha rakirina ambargoya li ser her du taxan, wan bendên kontrolê rakirin û got, “Şertê bingehîn ê rakirina bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, aktîfkirina bendên hevbeş e da ku rola xwe bi awayekî guncawtir pêk bînin.”
Di demêkê de ku gelên Sûriyê li hêviya lihevkirina aliyên Sûrî ye, hikumeta demkî bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmaze kirine, bi taybetî peymana 1’ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike. Hikumeta veguhêz ti gav ji bo bi dawîkirina aloziyan neavêt, heya roja îro her dû tax di dorpêçeke giran de ne û rê nadin ku sotemanî derbasî wan taxan bibin, tevî ku demsala zivistanê hatiye û pêwîstiya gel bi mazotê heye. Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê di çarçoveya bicihanîna peymana 1’ê Nîsanê ya bi hikumeta veguhêz re, roja înê (14 Mijdar 2025) bendên kontrolê yên ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakirin. Da ku hincetên hikumeta veguhêz nemîne û ew jî gavan bavêje û bendên peymana 1`ê Nîsanê pêk bîne.
Di derbarê rewşa dawî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hevserokê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo ji Rojnameya me re axivî

‘Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin’
Nûrî Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Heya niha peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî durist û ewle ne hatiya pêk anîn, yê ku berbisiyartiya vê yekê radike hikumeta veguhêz a Sûriyê ye. Ji ber ku dema rêjîma Baas helweşiya, hêviyên gel zindî bûn ku êdî ew ê di nava jiyaneke aram bijîn. Lê me dît ku hikumeta veguhêz ji rêjîma Baas ne dûr e, ew hêviyên gel hatin şikandin û gel ket nava berxwedan û tekoşînê de. Bêguman gelê kurd her di nava berxwedaniyê de ye li kêleka wê jî rêya tekoşînê bernadin. Bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê re, taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket di nava zext û dorpêçeke giran de. Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hemû aliyan ve hat dorpêçkirin, êdî gelê taxê nema karîbûn nesef bistînin, li hemberî van kiryaran û sûcên dijmirovê, gel rabû serhildanan, ev nêzîkatiyên hikumeta veguhêz a Sûriyê qebûl nekirin û bertek nîşan dan. Li vir êriş çêbûn, heya ku me şehîd û birîndar jî dan, lê belê ev ji bo me serfirazî bû ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bindestî û jiyana tarî qenûl nekirin.”
‘Em rê nadin tu kesî ku jiyana gelê me bike bin metirsiyê de’
Nûrî bal kişand ku pêwîst e hevdîtin û geftogo di navbera me û hikumeta veguhêz a Sûriyêp ne rawiste û wiha dewam kir: “Em her dem ji xwe di pirsin gelo çima peymana 1`ê Nîsanê pêk nehat, ev di encama ku hevdîtin kêm dibûn û qutkirinek dihat çêkirin, ji ber vê yekê me hewil da ku bi rêya hevdîtinan û nîqaşê pirsgirêkên heyî werin çareserkirin, em şer û pevçûnan naxwazin. Tenê armanca me ew ku gelê me bi awayekî aram û rehet bijîn, di heman demê de ku tu kes jiyana wan neke bin metirsiyê de. Ji ber vê yekîê pêwîst e hikûmeta veguhêz a Sûriyê erkên xwe yê exlaqî û insanî pêk bîne, pêwîste bendên di 1`ê Nîsanê de hatiye îmzekirin, pêk were. Her wiha ev hedîtin û nîqaş heya roja îro berdewamin, em ê hewledanên xwe heya dawî bidin tenê ji bo pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”
Guhertinên ku tê çêkirin
Nûrî Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî nîqaş û peymana 1`ê Nîsanê hin guhertin hatin çêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo pirsgirêkên heyî yên di taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çareser bibin, me hevdîstin zêdekirin, da ku em bighîjin encamekî. Me li peymana 1`ê Nîsanê vegeriyan û ji nû ve me li ser nîqaş kir ku em çawa karibin wan xalaln bikin piratîkê de, niha di taxa Şêxmeqsûd û eşrefiyê de hin guhertin çêbûne, ev guhertin ew e ku em çawa karîbin bi hevre taxan bi rêve bibin û ewlehiya wê bi parêzin. Di çarçoveya avakirina baweriyê û rakirina hemû hincet û astengiyên li pêşiya pêkanîna bendên peymana 1`ê Nîsanê û rakirina ambargoya li ser her du taxan de ne, şertê bingehîn ê rakirina bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, aktîfkirina bendên hevbeş e da ku rola xwe bi awayekî guncawtir pêk bînin, bi taybetî piştî ku endamên pispor di aliyê hejmar û kalîteyê de anîn.”
‘Dorpêçkirin tê wateya dorpêçkirina mirovî û kiriyarên ne wijdanî’
Nûrî da zanên ku pêwîst e bi awayekê acil rêya Dêr Hafir were vekirin û wiha got: “Heya roja îro jî dorpêç li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heya, bêguman ev dorpêç pirsgirêkên aborî, çûn û hatinê li ser jiyana gel bi awayekî neyinî bandor dike. Niha demsala zivistanê hatiye û heya roja îro sotemanî li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne hatiye belav kirin, ji ber vê, yek ji nîqaşên me ew e ku bi awayekî acil dorpêç li ser her dû taxan were rakirin û bi taybetî jî rêya Dêr Hafir. Dorpêçkirin tê wateya dorpêçkirina mirovî û kiriyarên ne wijdanî.”
‘Em li peymana 1’ê Nîsanê bi dîtineke taktîkî nanêrin’
Hevserokê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em peymana 1’ê Nîsanê bi dîtineke taktîkî nanêrin, lê belê em bi nêrîneke stratejîk a demdirêj lê dinêrin. Me erkên xwe bi cih anîne û em niha li benda hikumeta veguhêz in ku erkên xwe bi cih bîne, ew pabendî diyalog û peymanan in heta bi temamî li ser astên perwerde, xizmetguzarî, ewlehî û hwd werin bicihanîn. Me erkên xwe bi cih anîn û ti hincetên hikumeta veguhêz nemaye, êdî em ê beda gavên wan bin, ji bo jiyaneke demkratîk, aştî û aram.”






