Nehîr Pale
Civaka me gelekî girîngî dide exlaq! Dibe ku gotina herî zêde dayîk û bav ji zarokên xwe re dibêjin, mamoste ji şagirtan re tînin ziman û ol li ser civakê ferz dike. Wexta dibêjin exlaq ew behsa çi dikin, ango ji çi re dibêjin exlaq? Gelo adet û rêzikên civakê exlaqên wê ne? Ji xwe hemû civak di navbera exlaq û terbiyekirine de tevlîhev dikin. Di civakê de kîjan ferd an jî malbat li gorî civaka xwe tevnegere yan jî tevgerkirina wan ne di çarçevê adet û rêzikên wan de bin, ji wan re dibêjin bê exlaq û bê terbiye ne.
Li gorî nêrîna min civak dema jinê dixe rewşa bi rêbazên qirêj were kuştin, ev yek bê exlaqî ye. Li bajarê Reqayê jina bi navê Fatma Hisên El-Şi,êb di mala xwe de hatiye kuştin. Fatma Hisên temenê wê 65 salî ye, bi tena xwe dijî û kesek li gel wê nîne. Berî du rojan hinek kes dikevin mala wê de û wê dikujin. Li gorî gotinên hatine belav kirin kesên wê kuştine dizin. Fatma ji ber zêrên wê hene, diz ketine mala wê de û ew kuştine. Ev rewşekî trajedî ye. Buyer çawa qewimî ye û sedemên wê çi ne hîna têne lêkolîn kirin. Lê bele dema ku jin di civakekê de bikeve vê rewşê de, bê exlaqî ye. Ew kesên Fatma kuştine zarokên vê civakê ne. Malbata wan heye û di nava vê civakê de mezin bûne. Ji wan re ne xeme ku jinekê bikujin û birev in. Ev buyer destnîşan dike ku çiqasî civak ji exlaq dûr ketiye.
Niha li gel civakê jî ya girîng jinê desmal daye serê xwe yan na, cilên wê dirêjin an na, bi mêran re daxive yan na. Exlaq bi van tiştan pênase dikin û li ser jinê ferz dikin. Jina ku desmal nede serê xwe û li gorî adetên wan cilan li xwe neke ew bê exlaq e. Lê kuştina Fatma û hemû jinên têne kuştin bê exlaqî şîrove nakin û girîngî nadin wê. Mêran êrîşî Fatma kirine û ew di mala wê de kuştine, vê rewşê bi exlaq ve nadin girêdan û tenê cezakirina kesên Fatma kuştine li ser pirsgirêkê digrin.
Civaka zayendperest her tim jinê dixe rewşên mîna rewşa Fatma. Bê hurmetî li jinê dikin û dibêjin Fatma ji ber ku zêrên wê hebûn û bi tena xwe dijî êrîşî wê kirine û ew kuştin e. Her wiha buyerê bi çend kesên ku wê kuştine didin girêdan û dûrî xwe dinirxîn in. Fatma Hisên El-Şi,êb li taxekê ya bajarê Reqayê dijî, ango ne li çolê bû. Kesên ku êrîşî wê kirine dibe ku ji taxa wê bin û nêzî wê bin. Ji civaka wê êrîşî wê kirine û ew kuştin e.
Destdirêjkirina jinan û kuştina wan çavkaniya xwe ji zîhniyeta civaka zayendperest digre. Ne tenê kesên ku Fatma kuştine sûcdarin, giştî civak di ber vê buyerê de berpirsyar in. Êrîşkirina jineke 65 salî bê exlaqî ye û li beramberî hemû jinan bê rêzî ye.






