Esma Mistefa/Qamişlo
Di çarçoveya kiryarên dewleta Trikiyê li ser rojnamevanên Ragihandina Azad di Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta ku ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin, nirxandin û piştgiriya xwe ji bo rêhevalên rojnamevan raber kirin.
Di çarçoveya kiryarên li ser mafê rojnamevaniyê de, beriya demekê ji aliyê Hikumeta Tirkiyê ve biryara erêkirina cezayê girtinê yê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurserver, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Midura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger û rojnamevan Denîz Nazlim û Hakan Yalçin ji aliyê Dadgeha Hêrêmî ya Enqereyê ve hate derketin. Cezayê van hevalan hê jî didome.
Di heman demê de li ser rojnamevanên ku ji bo Rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn xebat li Bakurê Kurdistan dimeşandin û bi erkên xwe yên rojnamegeriyê radibûn ku her du heval jî bi SÎHA’yên dewleta Tirk dema geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, hatibûn hedefgirtin. Lê rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Hacî Ugîş û Îmam Şenol ku cînayet protesto kirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, “tev li civîn û çalakiya derqanûnî bûn û tevî hişyariyê belav nebûn” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û çalakiyan” doz hatibû vekirin. Danişîna doza rojnameger û siyasetmedaran li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. û biryara beraetê hate dayîn.
Her çendî ev biryar hatibe dayîn jî, rûxmî ku li dijî mafê rojnamegeriyê û çapemeniyê ye, lê belê ev nayê wateya ku mafê rojnamevanan di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de tê parastin bi sedan rojnamevanên Kurd, yên Çapemeniya Azad û yên ku li dijî dewletê derdikevin û firkrên xwe derdixênin pêş, ji aliyê hikumetê ve tên serdegirtin û cezakirin. Bi tu awayî parastina mafê rojnamevan û rojnamegeriyê di Tirkiyê de nayê kirin.
Têkildarî zihniyeta ku ji aliyê hikumeta AKP’ê ya ku li hember rojnamegeriyê, mafê rojnamevanan û bi taybet li hember rojnamevanên Kurd tê meşandin, her wiha piştgirya rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan kesên ku rastî kiryarên hikumetê tên, Rojnamevan Ekrem Berekat û Sîlva Keleş ji Rojnameya me re axivîn.
‘Dewleta Tirk dixwaze hemû dezhegên ragihandinê kontrol bike’
Ekrem di destpêka axaftina xwe de zihniyeta dewleta Tirk li ser ragihandina azad anî ziman û wiha bilêv kir: “Dewlet bi hişmendiya xwe ya netewperest dixwaze hemû ragihandin û dezgehên rahigandinê yên ku berdefkiya civakê dikin, bixin bin kontrola xwe de û tenê xizmeta kapîtalîzmê bikin. Niha hevalên me yên ku di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de xebatê çapemeniyê didin meşandin, rastî van polîtîka û zihniyetan tên. Û em dikarin bêjin hema hemû hevalên me di bin cezayê de ne. Hinek ji wan girtîne, hinek ji wan ceza lê hatine birîn û dozên wan hene, hinek ji wan rojane tastî serdegirtin û tehdîdan tên. Hevalên me yên Rojnamevan yên ku li wir kar dikin, ji ber ku bale herî zêde dikşînin ser rastiya civak û çanda Kurdî, êş û azarên ku dikşînin, her wiha çalakî û xebatên ku li wir tên meşandin, bi van tewanan wan hevalan ceza dikin. Ev siyasetekî gelek qirêj e”.
‘Di meşandina xebatên rojnamegeriya azad de bi îsrar in’

Ekrem bal kişand ser girîngiya rol û xebatê çapemeniyê ya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê meşandin û wiha pê de çû: “Ger em bixwazin xebatê ku ji aliyê hevalên me yên Rojnamevan li wir bînin ziman, bi rastî xebatekî gelek girîng û hêja didin meşandin, rûxmî hemû destwerdan, zext û hewlidanên rêgirtinê lê belê di meşandina xebatê rojnamegeriya azad de bi îsrar in. Karê ku didin meşandin ne tenê ji bo gelê Kurd tê kirin, di heman demê de ji bo civaka Tirkiyê jî xebat dikin. Em dibînin ku Tirkiye bi xwe d pêvajoyekî pir girîng re derbas dibe. Helbet yê ku berdefkiya vê pêvajoyê jî bike; Ragihandina Azad e. Ji ber wê niha dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewildana girtina van hevalan dike û gelek heval jî ji wan hatine girtin û birtyarên cezayê derheqê wan de derxistine. Tu li dozên wan jî dinêrî, pir pasîf in, Nemaze, dibêjin çima tu bi pereyekî kêm kar dikî, çima tu çand û dengê vê civakê dide nîşandina herî zêde. Ê ev hemû hincetin û dixwazin bi wê yekê van hevalan tengav bikin.
Ji xwe kêla Ragihandina Azad a destpêkê li wir hatiye danîn, ji Şehîd Mazlûm Dogan yên ku kêla yekemîn a Ragihandina Azad daniye û li tevahî dunyayê belav bûye. Em hemû jî li ser wê mîrasê erkên xwe yên serdemê pêk tînin”.
Yekbûna hêza Ragihandina Azad
Ekrem di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Gelek hevalên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê dewleta Tirkiyê hatin Şehîd xistin, êrişên li ser Ragihandina Azad û rojnamevanên wê li hundir û derve tê kirin. Ji ber naxwaze ku ragihandinek demokratîk û azad bê meşandin. Bi taybet di pêvajoya Rêveberiya xweser a Bakurê Kurdistanê de 2016’an de hatibû destpêkirin. Li vê derê piştgiriyekî pir mezin li seranserî xeta sînor hat raberkirin, me jî cih tê de girt. Di êrişên li ser Nisêbînê de ji aliyê Rojava de nêzî 85 rojnamevanên Ragihandina Azad di seranserî 74 rojan de 24 saetan rojev dişopandin. Her wiha dema girtina Rojnameya Azadiya Welat li Bakurê Kurdistanê ku di 4’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin. Me li vir hejmara 5’ê Cotmeha 2016’an çap kir û li seranserî Rojava ji Dêrikê heyanî Navçeya Cindirêsê ya Efrînê belav bû û me derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê jî kir. Me bi vê yekê ji wan re got kî, “hûn çiqas hewil bidin, hûn nikarin dengê Ragihandina Azad qut bikin”.
‘Yên ku pêvajo famkirine; Xebatkarê çapemendiyê û rojnamevan in’
Ekrem di dawiya axaftina xwe de “Ragihandina Azad ne hêza 4’emîn e, bûye a yekemîn. Di xeta Ragihandina Azad de kesên ku Şehîd ketine, tevahî ragihandinên cîhanê derbas dikin. Ji ber ku her kes dixwaze civakê bêdeng bike, vê yekê jî bi rêya ragihandinê dike. Ji bo hevalên me yên Rojnamevan yên Bakurê Kurdistan em bi hemû hêz û îradeye xwe bi wan re ne. Dibe ku hin caran di encama zextên heyî de em dighînin xeteke zirav, lê ev nayê wateya ku em tune dibin. Ragihandina Azad tune nabe, ji ber ji bingehekî saxlem û xurt ava bûye. Ragihandina Azad karîbû paradîgmeya Netewa Demokratîk bi civakê bida nasîn.
Çima niha ev zext li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, ji ber niha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Kesên herî xurt û herî pispor yên ku ev pêvajo famkirine û dikarin bikin rojev; Xebatkarê çapemendiyê û rojnamevan in. Ji ber wisa dixwazin dengê wan teng bikin û bisekinînin. Ê dewleta Tirkiyê di encama kirîzên heyî de nikare gavan biavêje, ji lewra zextê li ser dengê civakê dike. Di heman demê de ne tenê êrişî Ragihandina Azad dike, çi ragihandinên muxalîf hene, wan jî dike hedef. Ji vê yekê tê derketin ku niha di siyaseta xwe ya li dijî ragihandinê de em ne bawer in bi ser bikeve û wê di van aliyan de bi bin bikeve”.
Girtina rojnamevanan; Sûc e

Her wiha Rojnamevan Sîlva Keleş da zanîn ku hedefgirtina bê sebeb li dijî rojnamevanan, sûc e û wiha got: “Girêdayî êriş û sûcên ku li ser rojnamevanan û mafê wan tên kirin, em van kiryaran şermezar dikin. Dewleta Tirk ev ne cara yekê ye ku van kiryaran dimeşîne. Bi taybet li hember meşandina xebatên Ragihadnina azad di Bakur de, dibe asteng û bi sedan rojnamevan girtine. Li gorî zagonên navnetewî û yên parastina mafê rojnamevanan, girtina rojnamevanekî bê sebeb, weke sûc tê hesibandin. Ji ber rojnamevan di hemû qadan de weke sivîl tên hesibandin û nabe ew ji aliyê dewletê ve bê girtin, mafekî wî heye ku rastiyan weke xwe raxîne holê. Armanc jî ji van serdegirtinan û kiryaran; Tunekirin û tepisandina dengê gel û heqîqeta ku tê jiyankirine.
Bi tayebt bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku hatiye destpêkirin re, van polîtîkeyan zêdetir dike. Ev yek niyeta wan a li hember astengkirina pêvajoyê derdixîne holê ku naxwaze pêvajoya demokratîkbûyînê û çareseriyê bê meşandin.
‘Berxwedana wan, têkoşîn e’
Sîlva di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo rêhevalên rojnamevan raber kir û wiha bilêv kir: “Em bi yek dengî piştgiriya xwe ji bo rêhevalên me yên rojnamevan, nûçegihan û edîtorên li Bakurê Kurdistanê kar dikin û rastî zext û kiryarên dewletê tên, raber dikin. berxwedana wan li hember dewletê, bi serê xwe têkoşîn e. Rûxmî hemû astengiyan jî xebatekî bi rûmet tê meşandin”.





