Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo û li ser banga Însyatîfa Gel, li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de şêneyan wêneyên Rêber Apo bilind kirin û tekez kirin ku bêyî azadiya Rêber Apo wê aştî pêk neyê.
Ji bo zadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi pêşengiya Însyatîfa gel meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hat lidaxistin û bi sedan ji şêneyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê tevlî meşê bûn.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan, herwiha drûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe, Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
Meş ji Çerxereya Sonî destpê kir û li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê. Di destpêka mitîngê de deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre axaftin hatin kirin.

Li sere navê Kongra Star Remziya Mihemed axivî û wiha got: “Îro tevahî kategoriyên civakê li vê qadê kom bûne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ev civak xwedî li Rêber Apo derkeve. Pêwîst e Rêber Apo li ser maseya danûstendinê û diyaloga ku tê kirin amade be, aştî û azadî bêyî nirxandin û nêrîna Rêber Apo nayê pêkanîn di heman demê de aramî nayê avakirin. Bêyî Rêber Apo azadî ji bo tu civakan nayê avakirin, bi deng, hêz, têkoşîn û berxwedana gel ya ku piştgiriya berxwedana Îmrariylê dike wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê bidestxistin.”
Remziya Mihemed wiha domand: “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo sîstema bernameyên di hemî cîhanê de da guhertin, niha jî her kes vê bangê nîqaş dike û lêhurbûnekê li ser dike û fikrê wî ji bo xwe dikin mînak. Erkê ku dikeve ser milê me wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em vê bangê û projeya Netewa Demokratîk ku çawa me şoreşa xwe li ser bingeha wê ava kiriye, em bixin pratîkê de û bi rastî civaka Demokratîk ava bikin.”

Piştre li ser navê Kongra Îslama Demokratîk EbdulKerîm Sarûxan axivî û wiha anî ziman: “Felsefeya Azadiya Rêber Apo, Manîfstoya Aştî û Civakê rêya çareseriya civakan û doza Kurdî ye. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe azad e lewma em tenê banga azaiya wî ya fîzkî dikin. Îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate û ol bi yek gotinê em li hev kom dibin, ev kombûna me ya mezin qîmeta rastîn da gelên me li herêmê û azadiya wan anî, ev yek bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku em didin pêkanîn.”






