Esmahan Gedro /Reqa
Di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya bi hevkariya buroyên jinan ên li Meclîsên Navçeya Reqayê pankartên 25’ê Mijdarê dalqandin.
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya bi hevkariya buroyên jinan ên li Meclîsên Navçeya Reqayê, beşdarî daliqandina pankartên bi armanca belavkirina hişmendiya li ser girîngiya xurtkirina nirxên demokratîk û komînal ên di nava civakê de bû.
Ev pêngav di çarçoveya çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di çarçoveya kampanya ya bi dirûşma “Em bi hev re civakeke demokratîk û komînal ava dikin da ku tundiyê bi dawî bikin” hat destpêkirin. Roja Cîhanî ya Rakirina Tundiya li Dijî Jinan ku dikeve 25’ê Mijdarê Pankart li gelek cihên bajarê Reqayê hatin daliqandin, wek Derdora Tedarîkkirinê, Derdora Siwaran, Parka El-Reşîd û Pira Kevin.
Ev pêngav ji aliyê sazî û tevgerên jinan ve wê heta roja 25 Mijdarê bidomin li ser organîzekirina çalakiyên hişyarkirinê, meş û xwepêşandanan ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan û banga parastina mafên wan û xurtkirina nirxên edaleta civakî.






