Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Raghandin Jin bûye dengê jina azad

16/11/2025
in JIN
A A
Raghandin Jin bûye dengê jina azad
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Endama Yekîtiya Raghandina Jin Neda Mihemed tekez kir ku rola jinê çalak e di gihandina dengê civakê de û got; “Ji bo gihandina dengê jinên azad û balkişandina li ser dozên girêdayî jinan, jinên rojnamevan gelek têkoşîn û fedakarî kirin.”

Di seranserî 14 sala ji şoreşa 19’ê Tîrmehê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşîna jinan di rêya azadî û berxwedanê de weke hêzeke giring derket holê, ku rolên normal derbas kiriye da ku di gelek warên din weke warê siyasî, qanûn, perwerde û parastinê de cih girt. Di nava van waran de jî ragihandin bû ku veghurî platformeke istratîjîk ji bo gihaştina dengê rastiyê û derxistina êş û azarên civakê di nava şer û dagirkeriyê de. Jinên Kurd, Ereb û Suryan li vê herêmê ne tenê wekî şahid li van bûyeran meyze dikir, lê bû rojnamevanek çalak ku rastiyê bi awayê rast gihand platformên cîhanî herwiha sûc û komkujiyên DAIŞ’ê belge kir, berxwedana civakên herêmê li hemberî teror û koçberiyê derxist pêş. Jinan bi kamêre û pênûsa xwe karîbûn gotarên ku xwedî bawerî û wêrekî yên medyayê yên nû biafirînin. Di heman demê de berxwedana jinan ku nayê şikandin dan nîşandin, ev veguherîn ne tenê derbasbûna qadeke pîşeyî bû, lê têkoşîneke rastî bû ku ji nû ve rola jinê weke xulqkara raya giştî,  bi navê gelê xwe di şert û mercên zehmet de; pênase kir.

Derbarê vê mijarê Endama Yekîtiya Raghandina Jin Neda Mihemed ji Rojnameya me re li ser rola jinê di rahandinê de axivî.

‘Jin di raghandinê de awayekî ji têkoşînê dimeşînin’

Endama Yekîtiya Raghandina Jin YRJ’ê Neda Mihemed di destpêka axaftina xwe de li ser rola jinê di raghandinê de ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û bal kişand li ser rola wê ya çalak di derxistina dengê civakê ji bo cîhanê û got: “Îro jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku karîbûn xwe birêxistin bikin di hemû saziyên raghandinê de cihê xwe digrin, tecrûbeya raghandina jinan li herêmê ne tenê pîşeyeke lê awayek ji têkoşînê ye. Jinên rojnamevan gelek fedakarî kirin ji bo gihandina dengê jina azad di heman demê de balê bikşîne li ser dozên wê li hemberî paşguhkirin û zordariyê”.

‘Jin li hemberî zilmê bêdeng namîne

Neda Mihemed got ku tevî destkeftiyên ku jinê di seranserî şoreşê de bidestxistin e lê hîn jî zehmetî di rêya wê de derdikevin û wiha got: “Bi taybet ew pirsgirêk û zehmetiyên ku girêdayî adet û kevneşopiyên civakî ên fikra wê sînorkiriye û îradeya wê bi salên dirêj lawaz kiriye herwiha siyasetên dem dirêj ku rola wê paşguh kiribû. Îro em dibînin ku jinên rojnamevan karîn bi hêzeke mezin û bêtirs  kamerayên xwe digrin derdikeve meydanan ji bo belegekirina rastiyan di heman demê de bi pênûsa xwe agahiyên rast derdixe holê dûrî propogandayê çewt, ev yek diyar dike ku êdî jin nema li hemberî zilmê bêdeng e.”

Endama Yekîtiya Raghandina Jin Neda Mihemed wiha gotina xwe bidawî kir: “Berpirsyartiya raghandinê ne tenê belgekirina rastiya herêmî ye, lê divê balê bikşîne li ser binpêkirinên ku li ser jinan pêk tên li herêmên Sûriyê yên din weke peravê û Siwêdayê. Raghandina jin vê berpirsyariyê bi awayekî mezin hildigre ser milê xwe di derxistina rastiyê û eşkerekirina binpêkirina.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.