Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampên koçberên Efrînê li Tepqayê ji bo zivistanê tên nûkirin û amadekirin

16/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kampên koçberên Efrînê li Tepqayê ji bo zivistanê tên nûkirin û amadekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Reqa

Hevserokê Kampên Koçberên Efrînê yên li Tepqayê Mistefa Reşîd da zanîn ku du kampên gel yên bi navê Aştî û Azadî hene û amadekariya vekirina yê 3’êyem tê kirin da ku gelê di dibistanan de derbasî wir bibin û got, “Nûkirin û avekirina binesaziya çadiran ji bo zivistanê tê kirin”.  

Bi destpêkirina desteserkirina li ser Sûriyê ji aliyê HTŞ’ê û hemû komên çeteyan ve û bi rûxandina Rêjîma Baas re. Di 2’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de komên çeteyan bi rêvebirina hikumeta veguhêz a niha, herêmên Şehbayê û Til Rifet jî dagir kirin. Her kes dizane ku herêma Şehbayê ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve di 2016’an de hate rizgarkirin. Piştî dagirkirina Efrînê di 2018’an de gelê Efrînê li herêma Şehba û Til Rifet bicih bûn û 7 sal ji berxwedana qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdermê li pey xwe hêlan.

Di guhartinên ku di Sûriyê de hatine çêkirin de gelê Efrînê ji van kiryaran ne dur bû. Bi hatina HTŞ’ê û komên çeteyan re, çawa ku berê xwe dan bajarê Helebê yekemîn dever him ji Efrînê ve, him ji Ezaz û Babê û him jî ji Helebê ve komên çeteyan weke gurên çavbirçî berê xwe dan Şehbayê. Bi vê yekê armanc û xeyalên wan ew bû ku wê hemû gelê Kurd di Şehabaya dorpêçkirî de qir bikin û komkujiyan pêk bînin. Lê belê ev yek li gorî wan nebû, di encama lihevkirinên herêmî û hêzên kowalisyonê de di di roj û şevekê de Rêveberiya Xweser biryara derbaskirina gelê Efrîn û Şehbayê ji Şehbayê da û di bin lihevkirin û parastina hêzên navnetewî, Şehba hat valakirin.

Ev gel piştî 7 salan ji afrandina jiyaneke nû di bin saya koçberiyê û hêviya vegera Efrînê, qedera wê ew bû ku êşa koçberiyê careke din, hê tujtir û girantir jiyan bike…

Di 3’ê Kanûna Pêşîn ji sala 2024’an de gelê Efrînê gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser; Rojhilatê Firatê. Ji Tepqa, Reqa, Kobanê û ber bi herêma Cizîrê ve gel belav dibe. Hejmara herî zêde li Tepqa û Reqayê dimînin û ji bo wan kampên fermî li Tepqa yê hatine vekirin û bi hezaran gelên ku bê mal û cih mane li wan kampan jiyan dikin. Li ser bicihbûna gel di wan kampan de, nêzî 11 heyvî derbas bûye. Têkildarê rewşa gel di wan kempan de, her wiha bi hatina zivistanê re amadekarî û alîkariyên saziyên mirovî Hevserokê Kampên Efrîniyan li Kantona Tepqayê Mistefa Reşîd ji Rojnameya me re axivî.

Ji ber pêdivî û lezbûnê, gel li Tepqayê ma

Mistefa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destpêka derbasbûna gel û wiha bilêv kir: “Dema em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, li gor îmkan û derfetan diviyabû bi awayekî bilez cih ji gel re were amadekirin. Ji ber derketina ji Şehbayê û derbasbûna bi hezaran ji malbatan gelek bilez û ne di texmînan de bû, ji lewra di avakirina cih de bivê nevê zehmetî hatin kişandin. Li gor pêwîstiyan ji ber ku Reqa û Tepqa herêmên herî nêz bûn ku gel xwe gihandinê, li ser wê esasê kamp hatin vekirin. Bi piranî gel li Tepqayê hate pêşwazîkirin û cihên mayînê bi awayekî bilez di stadyoma Tepqayê de hatin vekirin. Her wiha li nav bajêr de di gelek cihan de weke mizgeft, navend û di nava malbtan de gel bi cih bû. Niha piştî derbas bûna nêzî 11 heyvan, hinek rewş hate guhertin û gelên ku di Tepqayê de man, ji wan re li gorî sazîbûyîn û sîstema kampan, cadir û cihên pêwîst ji her malbatekê re hatin amadekirin”.

Kampa Aştî û kampa Azadî

Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de kampên ku gel tê de jiyan dike, xuyakir û wiha got: “Niha li Tepqayê 2 kampên koçberîn me yên Efrînê hene; Yek li stadyumê ye Navê wê Aştî ye û yek jî navê wê Azadî ye, her wiha niha amadekariya yeke din tê kirin, da ku gelê me yên di dibistanan de cih girtine derbasî wir bibin. Ji ber ku bi hatina gel re dibistanên Tepqayê ji bo gel hatin vala xistin û ev bû saleke xwendekar nikarin di wan dibistanan de bixwînin.

Di her du kampan de navendên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdî lê hatine vekirin. Di çarçoveya rêveçûna jiyana gel de, hin malbatan ji xwe hinek dukan vekirine ku bi wê debara jiyana xwe dikin. Her wiha di kampê de me çeredariya xwe bi xwe avakiriye û pêwîstiyên heyî bi hev re çareser û derbas dikin”.

‘Nûkirin û amadekariya binesaziya çadiran tê kirin’

Reşîd da zanîn ku beriya zivistanê nûkirin û amadekariya binesaziya çadiran tê kirin û wiha domand: “Bi hatine gel re weke ku me aniye ziman li gor pêwistiyê gel xwe di wan çadiran de îdare kirin, helbet di zivistanê de gelek zehmetî derdiketin pêşiya gel ji ber ku binesaziya wê li gor zivistanê nehatibû amadekirin. Niha bi hatina zivistanê re bi serpereştiya Kampaniya Şemal, çadirên gel tên nûkirin, her wiha wê binesaziya her çadirekê ku maleke, bê çêkirin. Ev yek jî da ku di zivistanê de rastî lehiyên baran û sermayê neyên”.

‘Bila rêxistinên cîhanî bi erkên xwe rabin’

Reşîd di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Li gor derfetan Rêveberiya Xweser alîkariya pêwîst pêşkêş dike, li şûna alîkariya xwerinê her meh, hejmarekî pereyan belav dike. Her çiqas em bibin alîkar jî, wê helbet zemetî û astengî hebin. Hinek zehmetiyên me di aliyê peydakirina dermanên nexweşiyên demdirêj re derdikevin, pir zû nayên peydakirin. Lê belê ji aliyê rêxistinên mirovî yên navnetewî û cîhanî alîkarî nayê kirin û li gor rewşa gel ne têrker e. Banga me ji raya giştî û rêxistinên navneteweyî yên cîhanê re heye ku li hember vê gelî û tevahî koçberan bi erkên xwe yên mirovî rabin. Ji ber ger ev rêxistin li herêmên Rêveberiya Xweser xwe bicih kirine, wê demê erka wan e ku xebatên xwe li gorî pêwîstiya gel birêve bibin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.