Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sînemaya Azad

16/11/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xwedîkirina ruhê şoreşê
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olçen

13’ê Mijdarê salvegera 65’an a Komkujiya Sînemaya Amûdê bû. Ew birîn wê tu carî nekeve û ew zarokên delal qê tu carî neyên jibîrkirin. Li Amûdê rejîma Baas bi sînemayê zarokên Kurd sotin, qetil kirin. Sînemayê kirin çek û bi ser zarokan agir barandin. Vê hunera ku deriyên dilî vedike weke çekeke xedar bi kar anîn, qirêj kirin.

Lê îro roj sînema li heman warî li rastiya xwe vedigere. Kamera, deng û dîmen, heqîqetê nîîan dide. Li Qamişloka evînê Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan heye. ‘Çîrokên hevpar sînemaya azad e’ şîara vê mîhrîcanê ye. Ji beên welat û derveyî welat bi dehan fîlm beşdar bûne. Herçş kesê ku derfeta xwe hebe bila biçe û li wê perdeya bi efsûn a sînemayê li wan çîrokên hevpar bila temaşe bike.

Di nivîsên min ên berî vê de jî heye; mîhrîcan ji bol i hev kombûnê, ji bo hevnasînê, ji bo danîna têkiliyê çalakiyên hêja ne. Di vê cîhana bêrehm de bêhna mirovî bi çalakiyên bi vî rengê fireh dibe. Dike ku mirov bi çavekî din li gera gerdûnê temaşe bike. Îcar ev mîrîcan hem nîşan dide hem jî çîrokan dibêje. Çîrokên me, aydî mey anî me ji me re dibêje. Çavê derhêner van çîrokan çawa dîtiye, lîstikvan çîrokê çawa jiyane û gotine, muhîm e. Ji bo dîtina xwe sînema heqeten alaveke hêja ye.

Di vî demî de vegêrana çîrokê di krîzekê de ye. Ev mijara nivîsa min a heftiya bihurî bû. Niha vê heftiyê bi sînemayê em hem dikarin krîza vegêrana çîrokê tecrûbe bikin hem jî bikaribin bibînin ku em hîn jî dikarin çîrokên xwe bibêjin. Em Kurd ne tenê ji qada siyaset û hiqûqê lê ji qada hunerê jî hatibûn avêtin. Ziman hatibê jêkirin, guh hatibû kerkirin û çav hatibê korkirin. Îro roj bi saya têkoşînê Kurd hem li siyaset û hiqûqê hem jî li qada hunerê vedigerin. Azadî tiştekî wilo ye. Îcar vî demî ji her demî bêhtir j ime re hostatî divê. Erê ev erdekî beyar e, bi efsûn e lê heke te dest bi ajotinê kir êdî nabe ku xişîmî bikî. Ji ber ku tu çi biçînî tu yê wê hildî.

Berî salan li Ameda rengîn jî mîhrîcaneke fîlman çêbûbû, Van salên dawî dîsa çîdibin û baş in. Erê sal 2012 yan jî 2013 bû. Hingê mîhrîcana fîlman FîlmAmed dibe ku ya yekê ya duyemîn dihat çêkirin. MIn li fîlm-dokumanterek temaşe kir. Derhêner ji perspektîfekê tenê çar demsalên xwezaya Dersimê nîşan dabû. Ev di bîra min de maye. Lê ji xeynî wê tiştek din tine. Li vir ez ji bo karê derhêner tiştek nabêjim lê dibêjim ku êdî ew erd ne beyar e. Tu tenê bi nîşandana çar demsalan nikarî çîrokê bibêjî. Elementên sînemayê hene. Dîmen, deng û dînamîzma hunermend û diyalog, helbet hevsengiya navbera wan çîrokî dide temaşekirin.

Bi qasî dîmen ev element jî muhîm in  car bi car ev element dibin karakterên sereke jî. Ne lîstikvan lê bûyer lê mekan dibe asasê çîrokê. Bes heke diyalog hebe divê ku diyalog xurt be. Replîk divê xurt bin. Ew diyalog, ew gotin dema bi bûyer û mekan re bi dîmen re dibe yek di hişê mirovî de rûdinê. Di sînemaya me de hîn wisa diyalog û replîkên xurt çênebûne. Yên heyî kêm dimînin. Ev bi krîza vegêrana çîrokê ve eleqedar e. Îcar bi festîvalên tên çêkirin derfet çêdibe ku li rêyên derketina ji krîza vegêranê jî mirov bigere. Ez hemû kedkarên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan bi wesaîla vê nivîsê silav û pîroz dikim. Berpirsyariya huner kar û barekî giran e serkeftinê ji we re dixwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.