Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşxana Gel a Qamişlo; ji cihê işkenceyê veguherî cihê xizmeta mirovahiyê

16/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Nexweşxana Gel a Qamişlo; ji cihê işkenceyê veguherî cihê xizmeta mirovahiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Rêveberê Giştî Yê Nexweşxa Gel a Qamişlo Bijîşk Ciwan Hemê da zanîn ku ew ê hemû hewildanên xwe bixin xizmata gel û got; “Tenduristî ne roj û şeveke, em ê jî gavên xwe li gorî derfet û buhabûna qurbaniyên ku vî gelî danîne, bavêjin”

Di 5’ê Mijdarê de ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve, Nexweşxaneya Gel li bajarê Qamişlo ku berê wek Nexweşxaneya Neteweyî dihat nasîn, piştî nûjenkirin û sererastkirina wê, hat vekirin. Herwiha Nexweşxana Gel Ya Qamişlo wê xizmetên xwe bi nirxekî sembolîk bi armanca pêşxistina xizmetên tenduristiyê, pêşkêş bike.

Nexweşxana Gel Ya Qamişlo ji 12 beşan pêk tê ew jî ev in:

Nexweşiyên hundirîn, lênihêrîna awarte, şewat, nexweşiyên hestiyan, Diyalîza gurçikê (Şûştina gurçikan), guh, Hemû beşên neştergerî (Cîrahî), nexweşiyên jinan û zayînê, beşa alîkariya lezgîn, laboratuar û radyolojî (El-muxteber û Eşîaa). Her wiha 10 klînîk li nexweşxaneyê hene.

Di heman demê de nexweşxane hatiye nûjenkirin û ekîbeke bijîşkî ya pispor ku ji 60 bijîşkên pispor û 60 bijîşkên giştî pêk tê, hatiye erkdarkirin. Desteya Tenduristiyê her wiha 250 karmendên hemşîretî (El-temrîd) û îdarî ji nexweşxaneyê re erkdar kirine.

Li nexweşxane 220 text, 5 ambulans û dermanxaneyek jî hene.

Hemû xizmetên li nexweşxaneyê dê bê pere bên dayîn, ji bilî tomografî (CT) û MR ku dê bi buhayekî erzan bên pêkanîn.

Derbarê vekirina Nexweşxana Gel Ya Qamişlo, Rêveberê Giştî Yê Nexweşxayê Bijîşk Ciwan Hemê ji Rojnameya me re axivî.

‘Nexweşxane cihê işkenceyê bû’

Ciwan Hemê diyar kir ku nexweşxaneya Neteweyî ya bajarê Qamişlo ku berê di destê rêjîma Baas a têkçûyî de bû, bibû cihê işkenceyê û wiha got: “Di demê ku nexweşxaneya neteweyî di destê rêjîma Baas de bû, ji gelê me tevahî re bibû cihê işkenceyê ne cihê xizmeta tenduristiyê. Di wan deman de nexweş nedikarîn werin vê nexweşxaneyê û tedawiya xwe bikin, ji ber kesên ku dihatin nasnameya wan dihat kontirolkirin û ji ber gelê me piranî lêxwaz (metlûbê) dewleta Baasê bûn, lewma wan nedikarî werin. Herwiha nexweşên ku dihatin nexweşxaneyê jî piraniya wan dihat girtin. Demekê jî nêzî 10 bijîşkên me jî li vir hatin girtin ku ji hemû pêkhateyan bû û ew birin leşkeriya neçar, yek ji wan bijîşkan 8 salan leşkeriya neçar kir. Ev rêbazê rêjîmê di warê tenduristiyê de bû ku dihate meşandin.”

‘Cenazeyên nenaskirî di jêrzemîna nexweşxaneyê de hatin dîtin’

Hemê eşkere kir ku piştî hilweşandina rêjîmê di nexweşxaneyê de cenazeyên hilyayî hatin dîtin û wiha anî ziman: “Dema rêjîma Baas hilweşiya û reviyan, gelek cenaze di jêrzemîna nexweşxaneyê de hatin dîtin. Ew cenaze hilyayî bûn û nema dihat xuyakirin ku ê kê ne. Ji bo wê dema em hatin nexweşxaneyê, nexweşxane xirabûyî bû ku bi kemyonan qirêj ji nexweşxaneyê hate derxistin, herwiha gelek caran jî hat şûtin û paqijkirin, lê hîna jî gelek jêr pêwîst dike ku baş bê paqijkirin.

Dîsa jî proja me ku me bi gelek bijîşkên pirpor re peyman kir, lê hin alavên me kalîber (Iyarkirin) ji wan re divên, ev jî wê çend rojan û bên amadekirin. Tiştên me yên heyî ku têne xibitandin renîn, Tebeq muhwerî, şûtina gurçikan, herwiha emeliyat çêdibin wek merara, qeyseriyê û çend emeliyên guh jî hene. Klînîkên me yên derve jî dixebitin.”

‘Malbatên şehîdan bê dirav werin tedawîkirin’

Hemê di dewamkirina axaftina xwe de da zanîn ku li cîhanê giştî pêwîst dike zindanek di nexweşaneyan de hebe, lê ne bibe cihê işkenceyan û wiha domand: “Niha li cîhanê tevahî li her nexweşxaneyekê zindanek heye, heta divê ku li nexweşxaneyên Rêveberiya me ya Xweser a taybet jî zindanek tê de hebe, ji ber hinek hebsî hene sûcên cînaî kirine. Ji bo wê dema ku ew hebsî nexweş dibin tên nexweşxaneyê, lê nabe ku ew di nava nexweşên din bê hiştin, ew li zindana nexweşxaneyê tê hiştin, heta navenda ewlekariyê jî dibê di nexweşxaneyê de hebe. Lê zindana di nexweşxaneya netewî ya Qamişlo di dema rêjîma Baasê de, bibû navenda işkenceyê ku yê dihate wir, dihat girtin û ew dixistin wê zindanê de û bi şevê bi rêya balafiran ew dibirin aliyên Şam û hwd….

Lê niha piştî nûjenkirin û sererastkirina me ji nexweşxaneyê re, em ê bi hemû hewldanên xwe wê bixin xizmata gel de ku buhayekî sembolîk ji nexweşan werbigirin. Herwiha ji bo malbatên me yên şehîdan jî çi tiştên ku li nexweşxaneyê heye em bi wan re parve dikin, wekî ku niha renîn bi dûrê ye, lê yên malbatên şehîdan dûr ji wan re navê kengî kazexa xwe bînin û derfet hebin, em ji wan re digirin û bê dirav. Di heman demê de emeliyat û tebeq muhwerî jî bi vî rengî ye. Ev ne minetdariyeke, lê ev erkekî me ye ji ber bi xuyîna zarokên wan em li vir rûniştine. Dermanxaneya li nexweşxaneyê jî taybet pê ye ku bêtirî xwe derzî lê hene, ew jî ji bo karê emeliyat û ji bo nexweşên ku li nexweşxaneyê razayî ne.”

‘Bi hewldanên xwe di siberojê de gelek aliyên tenduristî pêk bînin’

Ciwan Hemê axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza me ew ku Nexweşxana Gel a Qamişlo di siberojê de, bibe navendek tenduristiyê li şûna gelên me berê xwe bidin Şam û hwd… em li vir bi xwe karibin gelek aliyên tenduristiyê pêk bînin û bi rengekî serkeftî. Tenduristî ne roj û şeveke, gav in em ê jî gavên xwe li gorî derfet û buhabûna qurbaniyên ku vî gelî danîne, bavêjin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.