Esmehan Gedro/Reqa
Di nava zehmetiyên koçberiyê de, malbatên Efrînî yên ku li dibistaneke bajarê Reqayê bi cih bûne ji bo debara jiyanê çavkaniyekê peyda dikin. Jin bi zarokên xwe re zeytûnan ji hev cûda dikin û di kîsên bilastîk de bi cih dikin.
Ji bo koçberên Efrînê, zeytûn ne tenê çandinek e, ew bîranîna axê û dewlemendiya bajarê wan e.
Malbatên ku bi zorê ji herêmên Efrîn û Şehbayê koçber bûne, piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ew neçar kirin ku ji malên xwe derkevin û bikevin çerxek dubare ya koçberiyê û zehmetiyên derketina ji malên xwe, karibûn li bajarê Reqqayê çavkaniyek debarê ya zêytûnan bibînin.
Li Dibistana Hesen Ibn El-Heysem a li kantona Reqayê, jin bi zarokên xwe re kom bûne, zeytûn ji hev cuda dikirin û piştre wan di kîsên plastîk ên zelal de bi cih dikin.
Curekirina zeytûnan ji bo gelek malbatên ji Efrîn koçber bûne bûye çavkaniyek dahatê. Karê wan bi valakirina zeytûnan li ser hesîrên plastîk li hewşa Dibistana El-Hesen Ibn El-Heysem dest pê dike, piştre, zeytûn ji pel û qurmên wê tê baqijkirin.
Dûv re jin zeytûnan rêz dikin, yên xerabûyî û yên guncav ji hev cûda dikin. Zêytûnên guncav jî dikin du beş, beşek ji bo muneta xwarinê û yê din jî ji bo guvaştinê û derxistina zeytê. Li ser vî karî jin ji bo her kîloyekê hezar lîreyên Sûrî distînin.
Zeytûn… Hizra axê û çîroka koçberiyê ye
Ji bo koçberên Efrînê, zeytûn ne tenê çandinek e, ew bîranîna axê û dirêjkirina rehên ku qet namirin e. Gelek ji wan piştî koçberiyê baxçeyên xwe yên li Efrînê winda kirin, lê dîsa jî tovên wê di dilê xwe de li ber destên xwe digirin.
Yek ji koçberên Efrînê ku li Reqayê dimîne Mûnzêr Bulbul derbarê mijarê de ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Dema ku ez dest didim zeytûnekê, ez hest dikim ku ez destê xwe didim axa gundê xwe û ji van tovên piçûk wêdetir tiştek nikare me bi berê ve girêbide.”
Mûnzêr Bulbul di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jin û zarok heta kal û pîrên me dixebitin ji bo karibin debara xwe ya hevkariya jiyanê bikin. Xebat di saetên serê sibê de di nava atmosfereke tijî bêdengî de ji bilî dengê zeytûnan ku di sindoqê de dizivirin an jî di kîsan de tên rijandin dest pê dike. Tiliyên jinan bi zeyta zeytûnê dibiriqin û rûyên zarokan bi şermokî ronî dibin.”







