Îdrîs Henan
Piştî serdana serokê hikûmeta HTŞ ya defakto li Sûriyê Ehmed Şer`i ji Koşka Spî û hevdîtina bi Trump re, şîroveyên cihêreng û ecêb derketin. Defciyên desthilatê dunay gêjûmêj kirin ku qaşo vê serdanê cilika bin lingê QSD de kişandiye û insyatîf ji destê wê girtiye ku hevkariya wê bi Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ re bê mane bûye! Li djî nerîna şoşbanê vê rêxistina tundrewa a beşa Alqayîde, Abdulah Almuhêsnî ku rêkeftina hikûmeta HTŞ bi Amerîka re weke gavek siyasî ye şîrove hatin kirin. Li gorî Muhêsnî serdan bi fetweyekê bû hewceyek şerîetê û rêya ku destpotiyê tekûz dike meşrû kir. Lew re jî vê gavê berovajî şîrove dikin û li dijî heyînên demokratîk ên hundirîn bi kar tînin ku ji bona xwe weke skendalên ber bi lûtkeya destpotîzmê ve dibînin.
Ji bona ku naverok û niyetên hikûmeta defakto a HTŞ baş were fêmkirin, divê di serî de cihê ku dixwaze pê re têkîliyê çêke û niyetên herdu terefan werin zanîn. Her kes dizane ku DYE û bi taybet di serdema Trumpê bazirgan ku hikumraniya xwe li ser qezenc û istismarê daye avakirin, buhayê silavê jî distîne. Ji bona ku bi kesayetekî weke Elşer`i re rûne, divê berdêlên giran werin dayîn. Êdî dixwaze Şer`i bi xwe be yan jî piştevanên wî yên herêmî yên weke Siûdî Erebistan û Tirkiyê bin. A girîng dayîn û qezenca zêde ye. Tabloya Zêlênskî li ber çavan e çawa ew ji Koşka Spî der kirin û bi zor û keysbaziyê sererd û binerdê Ukranyayê xesib kirin. Êdî pirsa bingehîn a ku divê defciyên HTŞ ji xwe bipirsin ew e; Gelo Şer`i ji bo hevkariya bi DYE û Îsraîlê re wê çi buhayê bide?
Bersiva vê pirsê li ser bingeha normalîzekirina têkîliyan û qebûlkirina statuya Îsraîlê ya heyî tê dayîn. Derveyî vê çarçoveyê Amerîka deriyên xwe ji Şer`i û derdora wî re venake û ne jî derbasî cem xwe dike. Ji ber gomana wê jî bi kesayeta Şer`i û tevgera ku temsîl dike, di deriyê paşîn a Koşka Spî re derbasî hundir kir û weke sûcdarekî li hemberî xwe da rûnişkandin. Ne parfana Trump û ne jî tabloyên ku ji dîroka Sûriyê hatine dizîn karibûn bêhna karsazî û bazirganiya qirêj a li ser qedera gelên Sûriyê binixumînin. Piştî serdanê hat îdiakirin ku wê lihevkirinek ewlehî bi Îsraîlê re were îmzekirin. Gelo mijar tenê itîfaq an jî normalîzekirina têkîliyan û qebûlkirina statuyê û xweradestkirina ji îradeya Îsraîlê re ye?
Şer`i dixwaze yekdestariya xwe bi piştgiriya herêmî û navneteweyî re xurtir û tekûztir bike. Ew jî mîna hemû rejîmên herêmê ku hebûna xwe dispêrin hevkariya bi DYE û Îsraîlê re. Bi wê yekê re jî hewl didin hebûna xwe rewa bikin û vîna gel paşguh û bê wate bikin. Tişta Şer`i û hikûmeta HTŞ ya defakto dike jî ew e. Rewatiya siyasî ya hundir ku bingeha rêveberiya dadwer û meşrû e, red dikin û xwe dispêrin derve. Nêzîkatiyên bi vî rengî û israra di wê kategoriyê de, niyeta vê rejîmê diyar dikin ku li ser şopên Baas berê xwe daye avakirina dewletek otorîter ya nû ya ku nasnameya Sûriyê ya pirreng û pirçandî red dike.
Di dawiyê de em bipirsin; gelo Şer`i dikare bi van gavan re rejîma xwe bi raya giştî bide qebûlkirin û wê karibe li hemberî parçebûna bineyên îslama tindrew ya HTŞ raweste? Gelo buhaya ku Sûriyê bide wê çi be? Heya kîjan radeya qanûnî Şer`i xwedî wî mafî ye ku dîroka Sûriyê bike diyarî û li derdorên otorîter ji bona yekdestariya xwe belav bike?






