Esma Mistefa/Qamişlo
Serokê Qebîleya Tay Şêx Hesen Ferhan Ebdullrehman da zanîn ku ew amade ne li ser dezgehên ragihandinê yên hundir û derve derkevin û bêjin “Projeya Netewa Demokratîk projeye demokrasî û nenavendîbûyînê ye ku tenê bi vê projeyê dikare Sûriyê ber bi çareseriyê ve biherike.”
Di van demên dawiyê de ji aliyê komên birêxistinkirî yên girêdayî hikumeta vegyhêz li hember Rêverberiya Xweser û hêzên QSD’ê Şerê Taybet li ser medya dijîtal pir zêde bûye ku bi vê yekê eşîran li hember Rêveberiya Xweser sor dikin, Têkildarî vê mijarê Serokê Qebîleya Tay Şêx Hesen Ferhan Ebdullrehman bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vir ve, eşîr mil bi mil li kêleka Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî sekinîn da ku herêmê biparêzin û komployan pûç bikin. Hûn têkiliya xurt a di navbera eşîrên herêmê û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çawa dinirxînin??
Beriya her tiştî ji hemû eşîrên herêmê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciwanên me di nava Hêzên Leşkerî de cihê xwe digrin. Li kêlek pêkhateya Kurd, Suryan, Ermen, Êzdî û hwd.. cih digre û şer dike. Hêzên Sûriye Demokratîk bi wateya xwe ya cewherî em dikarin bêjin hêza hemû gel û pêkhateyên herêmê ye, ji ber ku ji pirrengiya herêmê hatiye avakirin û xwe da ye îsbatkirin. Ji ber wê em weke Qebîleya Tay ya ku ji 14-15 eşîran pêk tê, em hevgirtina xwe bi QSD’ê re dikin yek û ev yek bi serê xwe wêneya herî rast a xurtbûn û têkiliya di navber Rêveberiya Xweser û Eşîran de ye.
Li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser û bi taybet herêma Cizîrê, bi sedan qebîle û eşîr hene. Ji destpêkê de û heyanî niha tu pirsgirêk, nakokî yan jî şerek di navbera tu eşîr û rêveberiyê de çênebûne. Hinek pirsgirêkên tekekesî çêdibin, ew jî şerme em behsa wan bikin. Hinek alî hene ku dixwazin fitne û axaftinên bi zimanê kîn û nefretê derxînin holê nemaze; bêjin ev Kurd e, Ereb e, Xiristiyan e, Musliman e, Êzdiye û hwd.. Erê rast e ez Ereb im, ez Xiristiyan im, ez Kurd im. Nabe ku em derveyê cewher û eslê xwe derkevin. Lê belê; Dema ku ez Kurd bim ez Ereban qebûl dikim, ez Ereb bim ez Xiristiyana qebûl dikim û her wisa. Di vî alî de herêma me di îstiqrarê de ye, hurmet û rêzgirtin di nav hemû pêkhate û eşîran de rêgezeke bingehîn e.
Hukmekî dîktator ku nêzî 60 salî li ser hemû gelan û netewan di Sûriyê de dihat meşandin, tu maf û hêviyên serxwebûnê nedida kesî ev yek li ser hemû pêkhateyên di Sûriyê de hatibû meşandin. desthilatdariyeke pir xurt û bi bingeh bû. Em ne li dijî dapeşkirin û perçekirina Sûriyê ne. Lê belê; em dibînin ku Projeya Netewa Demokratîk, tevê ku pirojeyekî pir nerme û carnan hin pirsgirêkên biçûk derdikevin nemaze; berçavgirtina rewa eşîran de. Lê belê; bi awayekî giştî Projeya Rêveberiya Xweser projeya herî zêde ku bûye hêza çareserî û avakirinê bêyî ku mafê tu gelan biçewsîne ango tune bike ye. Bi taybet di aliyê jin de hebûn û cihekî pir mezin da ye wê. Jin; Dayîk, Xwîşk, hevjîn û Keçika min e. A ku min temam jî dike; jin e. Bi hatina hikumeta nû ya Sûriyê re, em bûn şahid ku çawa li Berava Sûriyê û Siwêdayê li ser gelê Elewî û Durzî pêkanîn û kiryarên dijmirovê derheqê jin, kesên temen mezin û rûsipyan de kirin, Simbêlên kesên mezin yên ku weke kevneşopî û rpmeta xwe dibînin, ji aliyê komên çekdar ve hatin jêkirin. Herlbet ev yek nayê qwebûlkirin. Em bala xwe bidinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her kes bi xwezaya xwe, girtî yan vekirî, cil û zimanê kîjan pêkhateyê diaxivî, çi ol û mezhebî esas digre, tu kes destwerdan nake û ev yek dibe bingeha serxistin û pejirandina vê projeyê. Têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de ji bingehtirîn û dîroktirîn têkiliyan e.
Hin hêzên herêmî hewl didin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan biçînin da ku aramî û ewlehiyê têk bibin. Kîjan hêz li pişt vê gurkirina şer û Şerê Taybet in, her wiha armanc û berjewendiyên wan çi ne?
Ji hundir û derveyî Sûriyê hin alî hene naxwazin aramî û ewlehî bê avakirin. Ji hundir ve hin alî û kom hene ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin, rewşeke tevlîheviyê û fitnê di navber pêkhateyan de derdixînin. Ji xwe armanca me ya yekemîn jî ku diyaloga Sûrî Sûrî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta nû de bihata avakirin. Herwiha ji aliyê derve de hin welat destwerdanê li Sûriyê dikin ku ew jî naxwazin çareseriyek mayînde bê avakirin. Ji van dewletan a herî sereke jî, Tirkiyê ye. Tirkiyê aliyê yekemîn a ku piştgiriya Terorê dike û rê nade ku istiqrar di Sûriyê de ava bibe. Her çiqas hewil da ku eşîran bi kar bîne, lê di vê leyîstoka xwe de biser neket.
Me dît ku hinek meş li hin herêmên Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser hatin organîzekirin. Li hember vê yekê me jî dikarî ku li hember wan hewildanan meş û çalakî lidarxistibana, ger em bangawaziyekê bikin wê bi milyonan eşîrên Ereb û Kurdan derkevin. Lê belê em naxwazin teşe û giraniyekê bidin van piratîkên biçûk yên bê wate. Rastiyeke vê hêzê û rêveberiyê heye k ukes nikare înkar bike, QSD’ê li hember terora herî xeternak li ser rûyê erdê DAIŞ şer kir û têk bir. Ev bi serê xwe têrkere ku di herêmê de istiqrarê ava bike. Di navbera eşîrên Kurdan, Ereban û partiyan de yekbûn û entegrasyoneke pir xurt heye, her kes bi pilan û armancên wan aliyên dixwazin vê projeyê têk bibin, serwextin.
Bi berçavgirtina gotinên nefretê yên ku li ser medyaya civakî belav dibin û ji hêla hin dezgehên medyayê yên bi pere ve têne pêşve xistin da ku dabeşbûnê biafirînin, peyama we ji bo gelê Sûriyeyê yê ji hemû mezheb û olan re çi ye?
Di vî çarçoveyê de gelek gef li me hatin xwarin ku wê min tesfiye bikin, tune bikin, name dihatin çandin û hwd.. lê ez bi vê projeyê bawer im tu kes nikare li min bandor bike û tirsê ava bike. Ji ber ya ku temsîla me dike ev hêz û ev proje ye. Xala din; Şerê ku li ser meday dijîtal û malperan tê meşandin, ev bi destê hin kesan tê kirin ku ji van malper û aliyan re pere didin da ku li hember me bixebitînin. Îro em dibênin ku herîî zêde balê dikşînin ser serokê eşîran dixwazin wan teşhîr bikin û bidin pêş. Nemaze; Bi zimanekî ku dibêjin tu Erebî hêzeke te heye, tu çima piştgiriya QSD’ê dike. Helbet me berê jî anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser projerya ku me û hebûna hemû netew, ol û nasnameyan temsîll dike ye. Ji lewra em tu girîngiyê nadin van dijîtî û şerên ku li ser medya civakî tên kirin.
Em amade ne li ser dezgehên ragihandinê yên hundir û derve derkevin û bêjin, projeya Netewa Demokratîk projeye demokrasî û nenavendîbûyînê ku tenê bi vê projeyê dikare Sûriyê ber bi çareseriyê ve bibe.






