Ahmet Aktaş
Di 11 Mijdara 2025 de, nuçeyek balkêş di medyayê de derket pêş ku frokek şer a Tirkiyê di nava sînorê Gurcistanê-Azerbeycanê-Ermenistanê de ket xwarê, 20 fermandarên arteşa Tirk jiyana xwe ji dest dan!
Hema li pey vê nûçcyê hemû rayedarên dewleta Tirkiyeyê, ev bûyer xistin mijara sereke ya rojevê û peyamên şerxwaziyên nijadperestî û pesindariya leşkerê Tirkan rêz kirin.
Vê bûyerê, ew bûyera 6ê Tîrmeha 2025an anî bîra me ku, ji bo laşê fermandarekî xwe bigrin bi hêzek mezin çûbûn şikefta herêma Pençe-Kilit a Botanê û li wira 19 esker, bi Xaza Metan jahrî bûbûn û ji wana 12 esker jiyana xwe ji dest dabûn. Li wira, carek din dewlet ket kemîna xwe ya xaza kimyewî, ku avêtibûn ser gerillayê Tevgêra Azadiyê.
Li ser van 20 fermandarên ku di firokê de jiyana xwe ji dest dan, Azerbaycan Report dibêje “vana pisporên firokên F-16 bûn û li gel Receb Erdogan çûbûn pîrozbahiya serkeftina salvegera 5an, a Qerebaxaçiyayî ya 8ê mijdarê li Bakuyê, dizîviriyan Tirkiyê”.
Her wiha tê gotin ku barê vê firokê hemû amûrên şer bûn! Ev bûyera, ketina Helikoptera Reisiyê Îranê tîne bîra mirovan, ji ber ku ew jî ji Azerbeycanê dizîvirî Îranê!
Li aliyê din, salek derbas bû ku pêvajoya çareseriyê hatiye despê kirin.
Di qonaxa yekê de aliyê Tevgêra Azadiyê, barê hildaye ser mîlê xwe zêdetir pêkaniyê.
Lê aliyê dewletê, li paş maye, bi dudilî dimeşe. Bi tinê komisyona Parlemenê ava kiriye û hinek hewladanên pozitif jî kiriye.
Diviya vê hefteyê, weke karekî sereke ji bo çûna ba Rêber APO bi civiyan belê neciviyan, bûyera firokê û mirina fermandarên xwe sedem nîşan dan, tê gotin ku 18ê vê mehê li ser vê mijarê dicivin.
Bi kurtayî xemsarî û dudilî heye di meşa wan de, ev jî, rê li ber şerxwazan û provakatoran vedike û weke ku Duran Kalkan jî bi xurtî li ser rawestiya ye; zemînê ji rantkaran re xweştir dike!
Van hilwestan, ew çûna Receb Erdogan a ji bo şahiya pîrozbahiya bi destxistina Qerebaxê û bûyera firoka wan, gûmana ku hîn jî, him li hundur û him li derve çendîn aligirên şer in didin nîşandan.
Her wiha, çi cih û civînên ku gûmana şer lê hene, Hakan Fidan baz dide wira, gah li Rojhilata Navîn, gah li Efrîqa û niha jî li Emerîqa di nava civîna Trump û Golanî de, mîna şowmenekî şer, bejna xwe nîşan dide!
Li aliyê din, gotinên Zalmay Xelîlzadeyê Balyozê DYE yê kevn ê Iraqê jî balkêş û giring e, piştgriya HSDê dike û dibêje; ”ji bo Kurdên Sûriyeyê fedralîzim ” baştir e!
Aliyê dewletê, him bi gotin pêvajoyê û aştiyê diparêzin, him êrîşên xwe yên dijî Kurdan bi temamî ranawestînin. Li goreyî Kamuran Osmanê CPTê, li Başûr, dewleta tirka 139 baregehên leşkerî ava kirine û bi dehan gund vala kirine û hwd.
Îca rayedarên dewletê dibêjin; “teyrê aştiyê bi du bazka ne”, bazkê Tevgêra Azadiyê temame, lê bazkê dewletê bêtaqete, siste, lewma TEYRÊ AŞTIYÊ nikare bifire..!
Ma heta kengî durûtî? Êdî bi zihniyeta şerxwaziyê re meş nabe, divê xwe sererast bikin.






