Berîtan Xalid
Di dema civaka xwezayî de, civak dûrî zihniyeta zayendperestî jiyan avakiri bû. Ji vê civakê re civaka exlaqî, polîtîk û komînal tê gotin. Zayendperstî û nijadperestî neketibû jiyanê. Ji bo hêz û nirxên ku jin diafirand, di civakê de nasnameya jin xwedawendîtî bû. Di her Qebîleyê de nirxên taybet dihatin parastin. Dema ku ol û bawerî neketibû destê hakimîyeta bavksalarî ev nirx pîroz dihatin dîtin. Piştî pergala baviksalarî, pîrozî li gor cewhere xwe nema hat jiyan kirin. Yên ku berdewamîya bawerî yê xwe dikir jî, ew kes dihat sucbarkirin û lanetkirin. Mînak; jinên ku di karê bijişkî de xwedî afrînerîya mezin bûn, dihatin şewtandin. Ev mînak ji hezar mînakê yek mînake ku em dikarin wek inherafa olî bigrin dest. Di encama inhirafên ku li ser bîr û bawerîya civakê dan meşandin, bû sedem ku di roja me ya îro de jin bên kuştin. Di guhartina wataya pêyva namûs û şerefê de, di her civakekî de cureyên inhirafên pir mezin dan avakirin. Li gor baweriyên çanda civaka xwe, peyva Namus û Şeref hat tarîf kirin. Namûs kirin amûrek ku jin bi rêbazên cuda bê tunekirin.
Namûs ji wataya xwê ya heqîqî û rast hat durxistin. Namus ji bo parastina kesayeta jin hate pênase kirin. Piranî di welatên cihanê de kêm zêde jin û namûs hemwate ye. Dewletên ku bi hişmendîya şerîatê tev di gerin, namusê di şexse jin de wek perensîbên olî watedar dikin û di qanunên cezakirina jinê de vê esas digrin dest. Bi giştî li Rojhilata navîn Namus bi jinê ve tê girêdan. Bi hinceta parastina şeref û namusa malbatî, jin di bin navê têkelîyên veşartî, xiyanet û bê exlaqîyên ku bê bingehin, ji alîyê feraseta pîvanê civaka kevneşop tê sucbarkirin, piştra bi destê bav, bira an zilamek ji Malbatê tê Kuştin. Şîroveya namusê bi zihniyeta baviksalarî, gihiştîye asta ku bi serbilindî jin bêne kuştin û qetilkirin. Ev jî tê wateya ku serbilindi û serbijêrtîya mêr bi jinê tê penasekirin. Em dikarin bêjin çavkanîya şîroveya namusê bi kesayt û sekna jinê ve hatiye tarîfkirin.
Şêwaz, rê û rêbazê perwerdekirina malbatê ya zarokên xwe di vê bûyerê de jî xwedî role. Rê û rêbazê perwerdekirina malbatan a zarokên xwe dibin bandora zîhniyeta zilam a serwer de ye. Lawik xwedî nirxe, malbat hemû derfetên xwe dixe bin xizmeta mezinkirina lawikê xwe, lê belê wisa nêzî keçên xwe nabin. Di her tiştî de cûdahî dixin navbera lawik û keçên xwe. Ji bo keçik bikarbe bijî, divê baş xizmeta zilam bike. Weke dîtir tu mafê jiyanê nadin jin.
Tişta ku destûr nade jin azad bijî û çarenûsa wê dikeve destê zilam kevneşopiyên civakê ne. Kevneşopiyên wan gelekî cûdahî dixin navbera jin û zilam de. Zilam serwer e û her tişt di destê wî de ye. Jin ji bo bijî neçare li gorî xwestekên zilam tevbigere. Jiyana ku jin avadike ew jî bi rengê zilam e. Di nava wan kevneşopiyan de rengê jin wenda ye. Heta rengê jin heye kesek napirs e. Ji ber ev têgeh ji ticarî nebihîstine. Keç hîna neketiya pênc saliya xwe de despêke ji wê re dibêjin tu jinî û divê tu namûsa xwe biparêze. Jin heyanî dimre hertim dibin wê derûniyê de dijî.
Yek ji sedema ku pirsgirêk di civakê de kûrbibin û jin werin kuştin temaşekirina rêzefilmên Tirkan û internet bû. Herkesî ew rêzefilim temaşedikirin û diketin bin bandora wan de.
Li ser wan esasê, di civakê de jin û namûs kirin mijara herî hessas. Ji bo vê yekê jî carna zilam jinê nakuje, xwe dikuje. Ji ber ku jin namus û şerefa zilam tê hesibandin. Ji tevahîya jiyana wê xwe berpirsiyar dibene. Yanî her tiştê jinê ya xwe dizane û xwe malîkê (xwedîyê) wê dibîne. Heger li gor pîvanên zayinperestîyê tev negere û pêk neyîne, nikare di nava wê civakê de jiyana xwe berdiwam bike. Ji ber ku di nava civakê de “Bê Namus” û “Bê Şeref” bê dîtin. Ev encamên ku tên jiyan kirin, bingeha xwe ji pergala zilamtî ya hegomonik digrin. Di feraseta pergala hegomonik de, wekî hukumkirina ji derve ku tê penasekirin li ser jinê ye, lê hukum kirina hundirin jî li ser mêr tê pênasekirin. Ev pergal ji jin û mêr re rol avadike.
Li ser vê esasê ji bo bi cih kirina pergalên serdest ,her xerabîyê di nav civakê de bi cih dikin. Di sed sala 21, ê de bi navê namus û şerefê tundî ya herî mezin li ser jinê tê kirin, bi taybet di mijara namusê de rêbazên herî wahşîyane tên bikar anîn. Jin ji hemî mafên xwe hatiye mehrumkirin. Dema ku zilam bi navê şeref û namûsê jinkujî yê dike, li gor zihniyeta desthilatdarî bi armanca parastina civakê, ji bê exlaqîyê dikûje. Ev jî dihele ku di nav civakê de kuştina jinê normal bê ditin. Piranî kûştinên ku bi navê namusê tên kirin, di encama eşq û evînên ne rast tên pêk anin. Hêstên bê bawerî yê di nav bera jin û mêr de tê kurkirin. Di nav civakê de zayendperestîyek xurt didin meşandin. Nasnameya her du cînsa bê regezên wekhevî û azadîyê tê avakirin. Nasnameya mêr li ser bingeha desthelatdarîyê û nasnameya jin jî li ser bingeha koletîyê tê avakirin. Rêgezên Hevjiyana Azad di pêwendî û têkelîyên jin û mêr de naye esas girtin û nayê jiyankirin. Ji bo wê jî zayendperestîya ku hatîye avakirin, dibe sedem ku di malbatê de keç bi zorê bê zewicandin, bê tecawizkirin, were Revandin, were hepiskirin û di davîde bê kûştin.
Her wek ku Rêber Apo jî dibêje: “Dîroka kolekirina jinê nehatîye nivîsandin û dîroka azadî ya jinê li benda nivîsandinê ye.” Ji bo wê jî her li ser vê axê carekî din dîroka jin nujen bibe. Helbet ev ji ne bi zihniyeta serdet ya bavksalarî bi fikira jina azad wê carekîdin bê afrandin. Piranî welatên ku hatin nav lêkirin, jin bi çalakî û serhildanên cuda nerazîbuna xwe didin nîşandan.
Tişta ku bu sebeba nivîsandina wê meqalê, têkoşînên herî mezin ku jin di roja me ya îro de jiyan dike, di heman demê de tundîya herî giran jî jiyan dike. Jin bi hişyar bûna xwe ji xewekî giran, sînorên ku hatibun diyarkirin rakirin.






