Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Mêrdînê: Heta qeyûm neçin em jî ji vir naçin

06/09/2019
in ROJEV
A A
Jinên Mêrdînê: Heta qeyûm neçin em jî ji vir naçin
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji bajarên ku qeyûm tayînî şaredariya wê bû Mêrdîn bû û bi rojane li wir bexwedan didome. Berxwedana ku jin pêşengiya wê dike ket roja 19’emîn û tevî hemû zor û zextan têkoşîna wan didome. Jinên ku diyar kirin heta qeyûm neçin ew jî wê neçin wiha gotin: “
‘EM JÎ LI MAF Û HIQÛQA XWE DIGERIN’
Emîne Aydogan: Bila qeyûm biçin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe li vir in. Ev darbe ne tenê li îradeya me li pêşeroja me jî hatiye xistin. Em vê qebûl nakin. Mafê wan tune ye vê bi me bikin. Em jî li maf û hiqûqa xwe digerin. Bi rojane em li vir rûdinin. Em li mafê xwe digirin. Heta em mafê xwe bigin em ê ji vir ranebin. Em bang li hemû kesî dikin. Ger dixwazin şer biqede bila degn derxin.
‘EM ÎCAR BÊDENG NAMÎNIN’
Ayten Gunay : Heta şaredariya me nedin em li vir in. Çend roj dibe bila bibe sal jî derbas bibin em dîsa li vir in. Em aştî û yekitiyê dixwazin. Hilbijartin pêk hatin me dengê xwe dan, îradeya xwe me derxist holê. Em maf û hiqûqê dixwazin. Êdî bes e. Em şîdet, binçavkirin û mirinê naxwazin. Ev zilm wê heta kengî bidome. Şaredarî ne ya qeyûm e. Ya me ye. Sal jî derbas bibin em ê li pişt îradeya xwe bin. Em nasekinin.
‘BI DIYARIYÊN KU QEYÛM GIRTIYE WELAT TÊR DIBE’
Suphiye Yildiz: Em qeyûm qebûl nakin. Heta ew neçin em li vir in. Em heta dawî li vir in. Dibêjin ‘pereyê gel diçin cihên din’. Niha gelo pereyê gel hat ji gel re. Bi pereyên ku diyarî, qehwe û çerezên ku girtiye ev welat têr dibe. Ji bo carek din ev neyê jiyîn em li vir in. Em vê zilmê qebûl nakin. Em li mafê xwe digerin.
‘WÊ TU CAR REHET NEKIN’
Emîne Can: 3 sal berê qeyûm tayîn kirin, lê îcar wê heman tişt nebe. Çi dibe bila bibe em ê li kolanan bin. Em niha 100 kes in, em yek kes jî bimînin vir terk nakin. Çima hilbijartin kirin, çima ewqas lêçûn kirin. Ji zilmê kêfê digirin. Lê em ê destûrê nedin. Em ê wan bişînin. Heta em wan neşînin em li vir in.
Fazîle Suzen: Her tiştê xwe weke qanûnî be dikin. Lê cîhanek wisa tune ye. Em li vir in. Em ê heta dawî têbikoşin. Bila ew jî çi dixwazin bikin. Wê tiştek nekeve destê wan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.