Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûdan; Tundiya cinsî li dijî jinan wekî amûreke qirkirina etnîkî tê bikaranîn

16/11/2025
in JIN
A A
Sûdan; Tundiya cinsî li dijî jinan wekî amûreke qirkirina etnîkî tê bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bajarê Faşêr ya herêma Darforê ya Sûdanê piştî ku ket destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn rastî karesateke mirovî tê. Darvekirinên meydanî, tecawizên komî li dijî jin û zarokan di heman demê de binpêkirinên mafên mirovan ên giran hatin kirin.

Ji Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê şerên dijwar di navbera artêşê û Hêzên Piştgriya Lezgîn de ku ji aliyên derve ve têne piştgirîkirin; rû didin. Piştî şerên dijwar Hêzên Piştgiriya Lezgîn piraniya El-Faşêr ku bajarê herî mezin ê herêma Darforê li rojavayê welêt, kontrol kirin.

Di 27’ê Cotmehê de Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê El Faşêr, paytexta eyaleta Bakurê Darforê kontrol kir. Bi zêdebûna raporên li ser binpêkirinên tirsnak ên li dijî sivîlan, di nav de îdamên meydanî, tecawizên komî û revandina jinan bû sedema fikarên navneteweyî yên berfireh. Roja Înê ,31’ê Cotmehê Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) fikarên xwe li ser raporên binpêkirinên mafên mirovan ên cidî, di nav de îdamên meydanî, tecawizên komî û revandin piştî kontrolkirina El-Faşêr ji hêla Hêzên Piştgriya Lezgîn; anîn ziman.

Tawanên hovane yên li dijî jinan

Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ketin kampên koçberan li nêzî zanîngeha Ei-Faşêrê, herî kêm 25 jin di bin gefa çekan rastî tecawiza komî hatin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan di raporeke amadekiribû ragihand ku herî kêm sê rojnamevanên jin ji aliyê çekdarên Hêzên Piştgriya Lezgîn ve rastî tecawizê hatine di heman demê de 13 rojnamevan jin û mêr li bajarê Faşêr li Bakurê Darforê winda bûne.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji dema Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar kontrol kirine, El-Faşir bûye cihê binpêkirinên li dijî sivîl û rojnamevanan. Komîteyê piştrast kir ku bi binpêkirinan girêdayî jî êrişên fîzkî, revandin, destserkirina nivîsgehên çapemeniyê û veguherandina wan weke navendên binçavkirinê û pêkanîna tundiya cinsî li dijî rojnamevanên jin; hatin kirin.

Sekreteriya Giştî ya Meclisa Neteweyî ya parastina Zarokan binpêkirinên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li bajarê El- Faşêr pêk hat ku di encama wê de 2000 zarok hatin kuştin di heman demê de 3000 zarokên din winda bûne li gel 3000 jin û 1500 kesên bi temen mezin; şermezar kir.

Komkujiyên hovane

Wezîra Dewletê ya Xizmetguzariya Civakî ya Sûdanê Selma Ishaq diyar kiribû ku bajarê El- Faşêr rewşeke mirovî xirab dijî piştî kontrolkirina wê ji hêla Hêzên Piştgriya Lezgîn.

Li gorî malpera “Endepentend Erebiyê” Selma Ishaq destnîşan kiribû ku binpêkirinên li dijî jin û zarokan hatine kirin wekî qirkirina etnîkî ya sîstematîk têne hesibandin, ku di rojên pêşîn de hêzên êrişkar komkujiyên hovane pêk anî, di encamê de zêdetirî 300 jin hatin kuştin û 25 rewşên tecawizyê hatin belgekirin, ji bilî rewşên din ku hîn têne şopandin. Binpêkirin ne tenê li dijî jinê sînordar maye lê 750 zarok ji malbatên xwe hatin qutkirin, hin ji wan zarokan rastî, revandin, kuştin û tundiya cinsî hatin.

tWezîra Dewleê ya Wezareta Xizmetguzariya Civakî daxwaza mudaxeleya bilez ji civaka navneteweyî kir da ku sivîlan biparêze û rêyek ewle ji bo jin û zarokan peyda bike û tekez kir ku tiştê ku diqewime “sûcek mezin li dijî mirovahiyê ye” ku ji bo rawestandina binpêkirinan û hesabpirsîna sûcdaran tedbîrên tavilê hewce dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.