Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Şengalê em ê bixebitin’

15/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Şengalê em ê bixebitin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Hevseroka MXDŞ Cîhan Celo diyar kir ku Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe de girîngiyê dide civaka Êzidî û girêdaneke wî cuda bi wan re heye, ji ber ew dizane ev civak di çi qonax û êşê re derbas bû û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidestxistina statuya Şengalê em ê li ser piya bin.”

Derbarê diyarî û nameyên ku Rêber Apo ji bo civaka Êzidî şand, herwiha girîngiya ku Rêber Apo dide civaka Êzidî, Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpevîn wiha bû:

Ji destpêka pêngava Aştî û Civaka Demokratîk ve, Rêber Apo ji Şengal û Civaka Êzidî re 3 peyam şand, bandora van peyaman çiqas li we kir? 

Piştî pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li cîhanê belav bû û hat destpêkirin, herwiha sala xwe ya duyemîn temam kir û derbasî sala xwe ya sêyemîn jî dibe. Şengal jî tevlî vê pêngavê bû û di 23’Cotmehê de 2 salên xwe temam kir. Herwiha Şengal soza berdewamiya pêngavê da ku wê Şengal û Civaka Êzidî li ser piya bin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, hem jî ji bo statuya Şengalê were destxistin. Di heman demê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ Sibatê de da destpêkirin, heta astekê ew pêvajo birêve diçe, pêvajo tenê yekalî ji aliyê Rêber Apo û tevgera azadiyê ve tê rêvebirin. Dewleta Tirk heta niha tu gavên cîdî neavêtiye.

Ji banga 27’ê Sibatê heta niha Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe de girîngî daye civaka Êzîdî, taybet nameyên ku ji bo civaka Êzidî şandiye. Nameya yekê ya Rêber Apo ji civaka Êzidî re şand di 17’ê Adarê de bû, di wê nameyê de Rêber Apo civaka Êzidî û berxwedana wan pîroz dike û dibêje: “Ronesansa Êzidîyan gerek dest pê bike.” Ji xwe dest pê hatiye kirin. Nameya din jî di konferansa Ronakbîriya Civaka Êzidî de ku cara yekê konferansek bi wî awayî tê lidarxistin, di wê konferansê de Rêber Apo peyamekê şand, tê de girîngiya zanist û girîngiya civaka Êzidî dîsa da diyarkirin. Herî dawî jî peyama piştî diyariya ku ji civaka Êzidî ji rêveberiya Şengalê ji bo Rêber Apo hat şandin ku ew jî cil û bergên civaka Êzidî bû, Rêber Apo jî soz dabû ku bi wan cil û bergan were nav civaka Êzidî û Şengalê serdan bike.

Hêz û moralên ku civaka Êzidî ji peyamên Rêber Apo digre, diyare, taybet di bîranîna fermanê de ya ku 11 sal li ser wê derbas bû, diyar bû ku bi çi awayî nêzîkatiyê civaka Êzidî li hemberî fikirê Rêber Apo tê nîşankirin. Ji ber gelek çalakî di wê demê de hatin kirin, taybet ê ku Rêveberiya Xweser birêve dibir, ew çalakî bi girseyî birêve çûn. Rastiya fermanê hat diyarkirin ku berxwendanî kê kir, xiyanetî jî kê kir û heta niha jî, ji bo Şengal kî kar û xebat dike.

Rêber Apo di her hevdîtinên xwe de derbarê statu û xweseriya Şengalê de nirxandinên girîng dike, ev jî dide diyarkirin ku Rêber Apo ji bo pêvajoyê roleke girîng dide civaka Êzidî, hûn ji bo vê çi dibêjin?

Rêber Apo di her hevdîtineke xwe de girîngiyê dide civaka Êzidî, taybet ji bo Şengalê. Ji ber Rêbertî dizane Şengal di çi ast û êşê re derbas bûye hem jî baş dixwîne. Herwiha girêdaneke wî ya cuda bi civaka Êzidî re heye, ji ber wê jî di peyamê xwe de dibêje: “Gerek Şengal statuya wê misoger bibe ku ne girêdayî ne hikumeta navendî be û ne ya Başûrê Kurdistanê be.” Ji ber her du hêzên ku niha Rêbertî dibêje: “Girêdana Şengalê bi wan ve tune be”, her du hêz jî di fermana 2014’an de cîh girtin. Di heman demê de Rêber Apo dibêje: “Pêwîst e Şengal hêzên xwe yên cewherî xurttir bikin” û destek dide hem Rêveberiya Xweser, hem jî hêzên ku parastina Şengalê yan jî bi destê wan Şengal hatibû rizgarkirin, dike.

Ji ber wê jî em jî wek civaka Êzidî yan jî Rêveberiya Xweser a Şengalê, statu û azadiya Şenglê, mafê civaka Êzidî xala destpêkê ye ku em ji bo wê kar û xebat bikin û perspektîfên ku ji hêla  Rêber Apo ve ji bo civaka Êzidî tê, em ji xwe re bikin bingeha  kar û xebatên xwe.

Herî dawiyê Rêber Apo ji bo civaka Êzidî pênûs diyarî kir, ev pênûsa rêbertî ji bo we çi îfade dike?

Rêber Apo dizane ku civaka Êzidî di çi qonaxê re derbas bûye û dijmin çawa siyaseta xwe ya qirêj li ser wê meşandiye. Ji ber wê jî di hevdîtina herî dawî ku malbata Rêber Apo pê re kiribûn, Rêbertî pênûsek hem ji civak Êzidî re, hem jî ji Suriyaniyan re şandibû. Wateya wê pênûsê ji bo me rastî pir girînge. Rêber Apo dibêje;  “Pêwîst e civaka Êzidî ji niha û pê ve dîroka xwe bi destê xwe binivîsîne, ew li xwe xwedî derbikevin, nema çarenûs û rastiya xwe bixin destê hêzên ku dixwazin desthilatdariya xwe li ser Şengal ferz bikin.” Ji ber wê jî wateya pênûsê zanistbûn pêşxistin, herwiha li dîroka xwe xwedî derketin e. Ji ber raste dîroka civaka Êzidî heta niha hatiye nîvisandin, lê ne bi destê civaka Êzidî ye. Ji bo wê em dibêjin bi vê wateyê Rêbertî pênûs ji bo me şand, em ê jî hezkirin û kêfxweşiya diyariya ku Rêber Apo ji bo me şandiye, hem li civaka xwe, hem li dîroka xwe, hem li çand û baweriya xwe xwedî derbikevin û xwedîderketina li van jî tê wateya xwedîderketina li pêvajoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, ev pêvajoya Rêber Apo jî xwedîderketina li hemû kesên bindest e.

Ji bo rêveçûna pêvajoyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka ku dikeve ser milê Civaka Êzidî çi ye, taybet jin û ciwanan?

Em weke civaka Êzidî, jin û ciwan erk û berpirsyariya ji me tê xwestin, taybet di vê pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin, ji bo hem xwedîderketina li pêvajoya Rêber Apo, hem jî xwedîderketina li Şengalê û misogerkirina xweseriya wê, em ê li ser piya bin asta xwe ya têkoşînê û berxwedanê xurtir bikin, tevlîbûna xwe di kar û xebatan de zêdetir bikin. Niha me salvegera rêzgarkirina şengalê derbas kir û ev bi saya ked û fikrên Rêber Apo û şervanên azadiyê em gihaştin van rojan. Bi vê boneyê ez hemû şehîdan bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Herwiha roja rizgarkirina Şengalê ji bo me û her kesî jî tê wateya cejna vejînê, ji ber ji tunebûnê niha em bûne xwedî îrade û vê yekê bi rê Rêber Apo re dimeşînin û azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo wê ev çoş û kêfxweşiyê em ê pê re derbas bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.