Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Piştî gava 26’ê Cotmehê divê Tirkiyê çarçoveyekî siyasî û zagonî ava bike’

15/11/2025
in NÛÇE
A A
‘Piştî gava 26’ê Cotmehê divê Tirkiyê çarçoveyekî siyasî û zagonî ava bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Parlamentera DEM Partî ya Şirnaxê Newroz Uysal da zanîn ku gava 26’ê Cotmehê wê pêşî li nîqaş û gumanên dewletê li ser çareseriyê û nêzîkatiya Tevgerê bigre û got, “Komisyon divê dem û meseleyê dirêj neke, bikaribe çarçoveyekî siyasî û zagonî ava bike û gavên rast biavêje.”

Bi destpêkirina banga Aştî û Civaka Demokratîk re, Tevegra Azadiyê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên biheybet yên çareseriyê mayênde dikin avêtin. lê belê dewleta Tirkiyê pêvajoyê bi giranî bi rêve dibe û tu gavên berbiçav nehatine dîtin. Bi vê yekê Parlementera Dem Partiyê ya Şirnaxê Newroz Uysal bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyîvîn wiha bû:

Pêvajoyekî dîrokî ku çarçoveya siyasî, zagonî û navxweyî a Tirkiyê guhart, ew jî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan e. Di serdemekî ku em dibin şahidê van guhartinan, hûn vê gavê di asta giştî de çawa dinirxînin?

Belê; Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke din a dîrokî ku di 26’ê Cotmehê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat avêtin. Ev gav jî bi armanca berdewamkirina pêvajoya ku hatiye destpêkirine, pêşketina asta heyî, her wiha di gavên ku werin avêtin de nîqaşên navxweyî yên di Tirkiyê û di nava Tevgerê de tên kirin wê heyanî kîjan astê berdewam bikin dide nîşandin, gelekî girînge helbet. Ev pêngav him ciddiyet, nêzîkatî û biryardayîna Tevgerê li hember bangewaziya Rêber Apo a 27’ê Sibatê, dide xuyakirin. Him jî biryardariya xwe ya piştî berdewamkriina pêvajoyê, helwesta xwe ya ji bo çareserî û aştiyê dide tekezkirin.

Ji ber wê jî pêngav û gavên dîrokî ji bo pêvajiyê pêş dikevin. Ev pêngav ji bo serxistina vê merhekeyê û gihandina çareseriyeke mayînde wê ji bo gavavêtinên hîn mezintir, wê hêz û casaret be.

Li ser bingeha vê banga dîrokî, du gavavêtinên dîrokî ji aliyê Tevgera Azadiyê PKK’ê ve hatin avêtin. Ev du gavên dîrokî wê bandoreke çawa li rewşa Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bike?

Di guhartin û pêşketinên destpêkê yên vê pêvajoyê de, tenê daxwaza pêşketinên di vê pêvajoyê de mayîn nirxandin, em ê kêm bimînin. Ji ber ku çareseriya doza Kurd, guhertina rêbazê têkoşînê, guhartina heyîna Tevgera Azadiya gelê Kurd yê ku ji destpêkê û heyanî niha di nava guhertinê de; Xwe ji nû de vejîn dike û li gorî wê rêbaz dihuherîne. Ev hemû ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û him jî ji bo Tevgerê, mijarên sereke bûn. Li ser vê bingehê ev gavên ku tên avêtin, ne tenê di vê pêvajoyê de em bidin pênasekirin, lê belê li ser lêgerîna azadiyê û aştiyê zêdetirî 30 salî ye. Her wiha ji dest pê kê ve di îradeya çareserkirinê de heyanî niha berhemên têkoşîn û kedê yên herî mezin avakirine. Ev her du gav him guhertinsa têkoşîna Tevgera Azadiyê dide xuyakirin ku ji rêbezê şer ber bi rêbazê çareseriya demokratîk ve diherike û esas digre. Ji ber bi taybet di Tirkiyê de bi sala ye rêbazên siyasetê, him di nava rêveberiya herêmî, him li parlementoyê, sazî û qadên cuda de guhertinên siyaset û di nava civakê de tên xuyakirin. Xwe dispêre avakirina bingeha wê ya demeke dirêj.

Ji ber wê ev gavên dîrokî yên ku hatien avêtin him şewtandina çekan û him vekişîna ji Bakurê Kurdistanê, bandoreke erênî li Tirkiyê di çareserkirina pirsgirêkê de dike. Ji ber ji destpêkê ve û heya niha gumanên gelê Kurd li hember Tirkiyê hene. Helbet rast e, neavêtina gavên pêwîst rexne dikin. Her wiha ji aliyê dewletê ve jî gumanên li hember Tevgera Azadiyê gelek zêde hebûn. Ev nîqaş demekî dirêje tên kirin, ka wê gavekî çawa bê avêtin wê komsyon çi biryaran bide. Ji ber wê ev gava 26’ê Cotmehê ji bo wê bandorekî gelek mezin li pêvajoyê wê bike him di aliyê nava Tirkiyê de û him jî derve de ku wê pêşî li nîqaş û gumanên dewletê li ser çareseriyê û nêzîkatiya Tevgerê bigre. Her wiha weke Tevgera Azadiyê û hevdîtinên bi Rêber Apo re bên pêşxistin. Êdî gelê Kurd di hemû aliyan de îrada xwe dane nîşandan, banga xwe kirine û xwe zelal kirine. Lê di aliyê desthilatdarî û dewleta Tirkiyê de hinek gotin hene, gavên şênber nîn in. Ev yek jî nakokiya ku tê jiyankirin radixe ber çavan.

Rûxmî avabûna Komisyona ji bo rêvebirina vê pêvajoyê di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, lê rêveçûneke giran xuya dike, gelo hûn vê yekê çawa dibînin?

Komisyona ku hatiye avakirina ji pêkanîn û meşandina xebatên hiqûqî û zagonî di çarçoveya ê pêngavê de hate organîzekirin, ev komisyon zêdeyî 3 heyva ye hatiye vakirin. Lê belê komisyonê tenê di aliyê guhdarkirina kesayet, alî û saziyan re sînordar ma. Heyanî niha tenê carekê weke komisyom ji Amedê re ziyaretek pêk aniye, derveyî vê tu xabatekî berbiçav û cidî nedaye destpêkirin. Di aliyê cih, nêzîkatî û nîqaşan de teng ma. Hemû nîqaşên ku ji aliyê saziyan ve di wir de hatine kirin, di çarçoveyeke berfireh de bûn. Him ji bo çareseriyê him ji bo dagirkeriya li ser Kurdistanê, nêzîkatiyê ji gelê Kurd re, hewcedariyên zagonî her wiha tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana, ji laiyê dayîk, ciwan, kesên naskirî ve pêş ketin. Di çarçoveyekî berfireh de nîqaş hatin kirin, lê komisyon bi xwe di aliyê nêzîkatiyê û bersivdayînê de teng ma. Mijar weke mijarekî welehiyê û leşkerî hate destgirtin. Li gor vê jî hewcedariya ku bê kirin di aliyê mijara piştî çekdanînê û Tevgerê de divê çi bê kirin, mijar bi vî rengî hat destgirtin. Niha komisyon xwe bi wê sînordar dike, zêdetir di aliyê nîqaş û guhdarkirina mijarên ku ji aliyê civakê ve hatine kirin; Mixabin têr nekir û nagrin dest. Me dît ku çawa li hemer axaftina bi zimanê Kurdî li hember dayîkan bûn asteng.

Taybet muxatebê bingehîn yê vê pêvajoyê Rêber Apo ye, ger em bêjin sê faktorên sereke yên vê pêvajoyê hene, bi ser navê dewletê dewlet Bexçelî, ser navê desthilatdariyê Erdoxan, bi ser navê Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan e û aktorekî di girtîgehê de heye ku hê tecrîd li ser wan berdewam dike, ger tu weke komisyon neçî û hevdîtinan bi wan re nekî, di serî de tu li ser xwe û nêzîkatiyên xwe guman û şubhetan çê dikî. Ji lewra ev guman nehatine derbaskriin, serlêdanên komisyonê nehatine kirin. Partiya AKP’e rasterast rengê xwe diyar nekir, CHP’e dudilî ye, lê belê hemû partiyên din çûyîna giravê weke gav û hewcedariyeke bingehîn ji vê pêvajoyê re dixwazin. Ji ber wê derengxistina van gavan ji aliyê komisyonê ev, guman ava dike û bandorê li ser rastiya wê dike.

Lê piştî vê gavavêtina dawiyê ya vekişîna ji sînorên Tirkiyê bi awayekî fermî ku ji raya giştî re hat parvekirin, êdî komisyon divê dem û meseleyê dirêj neke, bikaribe çarçoveyekî siyasî û zagonî ava bike û gavên rast biavêje.

Piştî Banga dîrokî, şewtandina çekan û vekişîna Gerîlla ji Bakurê Kurdistanê, Erk û berpirsyartiyên hiquqî û zagonî yên ku dikevin ser milê dewletê çi ne?

Erk û berpirsyartiyên hiqûqî him ji bo komisyonê û him ji bo meclisên em dikarin bigrin dest, yekemîn divê komisyon êdî zagonên taybet ango zagonên li gorî hewcedariya pêvajoyê, bi awayekî nîqaş werin diyarkirin û di wê çarçoveyê de dibêjin wê rapor amede bikin û di meclisê de parve bikin. di çarçoveya hewcedariyên siyasî de, yê ku herî zêde zelal û net xwe nîşan daye, DEM partiye. Lê helbet em li ser çareserkirina meseleya Kurd bifikirin û hewcedariya wê ya zagonî, gelek xal hene. Ji kar û xebatê civakê, zimanê Kurdî, birêvebirina şeredariyan, pêşxistina xebatê çand û hunera Kurdî, statubûyîna hemwelatiyê li Tirkiyê were nasîn, ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Lê wek komisyon û gavên yekemîn yên ku pêk bîne çi ne. Di serî de tekez divê rewşa Rêberê Gelê Kurd bê guhartin û deriyê azadiya fîzîkî bê vekirin. Ya duyem divê çarçoveya zagonî bi tayebt ji bo Gerîllayên Tevgera Azadiyê ku vegerin û tevlî jiyan û siyasetê bibin, were diyarkirin. A sêyem divê li pêşiya siyaseta demokartîk bi awayekî zagonî bê vekirin. Em dikarin bêjin ku demildest tişta ku bê kirin ev e. Tiştên piştî wê jî weke gava duyemîn, divê vekişandina qeyûman li ser şeredariyan, bê dayîn. Her wiha li ser hemû sazî û navendên kar û xebatê yên ji bo ziman, çand û hwd.. zext û tacîz bên rawestandin. Biryarên dadgeha mafê mirovan yê Ewropayê û Mafê Hêviyê yên ji bo girtiyên di girtîgehan de, siyasetmedar, yên nexweş û hwd.. hemû werin berdan. Helbet gelek tiştên din û hurguliyên ku ji mafê gele, hene. Ger dewlet bi van gavên destpêkê xebat meşand û pêk hatin, wê demê li ser danîna bingehên dim mirov dikare nîqaş bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.