Ayşa Silêman/ Dêrik
Girtiyê Siyasî Sadiq Hesen piştî 31 sal ji temenê xwe di girtîgeha dewleta Tirk de derbas kir, îro bi hestê welatparêziyê, dilekî dagirtî têkoşîn û hizrekî azad vedgere li ser axa xwe li Rojavayê Kurdistanê.
Di derbarê kurtejiyan û berxwedaniya di zindanan de, girtiyê Siyasî Sadiq Hesen bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Kurtejiyana xwe ji me re bide nasîn, kengî û çima tu ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin?

Di sala 1972’an de li gundê Badiyanê yê girêdayî Girkê Legê jidayîk bûme, min li wir zarokatiya xwe derbas kiriye. Piştî qedandina dibistana seretayî min berê xwe da bajarê Qamişlo da ku derbasî dibistana Navîn bibim. Di wê demê de ji nû ve Tevgera Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê belav dibû û di nav xwendekaran de jî cihê xwe digirt. Ez jî wek şagirtekî Kurd di sala 1987’an de min Tevgera Azadiyê nas kir û dest bi xebatên di nava gel de kir. Tevgera Azadiyê bi her hereketê xwe ji partiyên din cûda bû, di nava gel de xwedî sekin bû û armancên xeta Partiya Azdiyê ji bo me tiştekî nû bû bi taybet ji bo gelê kurd nasnameyeke nû ava dikir. Piştî naskirina min ji tevgerê re ez têgihiştim ku azadiya kesayetî bê azadiya neteweyî nabe. Nêzî du salan min li Rojava di nav gel de xebat dan meşandin, sala 1990’î de Rêber Apo biryar da ku em derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û li wir xebatê di nav gel de bidin meşandin û gel biparêzin. Piştî wê me berê xwe da Hevtenînê û nêzî 3’ê mehan me perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dîtin. Di nav pilana me de bû ku girûpa me wê derbasî Dêrsimê bibe lê dema em gihiştin Amedê riya di navbera Dêrsim û Amedê de girtî bû em neçar man ji sala 1991’an heya destpêka sala 1994’an li Amedê bimînin û xebatê li wir bidin meşandin. Piştî wê li ser navê ARGK’ê di nav gel de salekî li Edena min xebat dan meşandin, li wir di encama giliyekî ku hat kirin de ez û hin hevalan di 16’ê Çile sala 1995’an de hatin girtin, êdî pêvajoya min ya girtîgehê ji wir dest pê kir.
-Di girtîgehê de berxwedaniyeke çawa dihat kirin?
Piştî 20 rojan lêpirsînên ewlehiyê qediyan berê min dan girtîgeha Edena, piştî demeke kin em derbasî girtîgeha Qoniya yê bûn, ew girtîgeh ji nû ve vebûbû û hemû hevalên me yên ku têde ew demek bû dest bi xebatên rêxistinî kiribûn. Ji ber ku girtîgeh nû bû şert û mercên me zor bûn, lewma pêwîstî hebû ku berxwedanek li wir were kirin, da ku em bikaribin xebatên xwe yên rêxistinî berdewam bikin û ji nû ve xwe birêxistin jî bikin. Di heman demê de em hewcedar bûn ku di milê fikirî de jî xwe pêşbixin, ji ber vê yekê me berxwedaniyek lidarxist da ku em hin pirtûkan ji bo xwe peyda bikin. Ji bo em bighêjin armanca xwe me dest bi girava pirçîbûnê kir û ev yek 42 rojan berdewam kir, hercarî ku lêgerînek çêdibû leşkeran hemû nivîs, pirtûk û kovarên me ji me distandin. Ev xebat bi encam bû, ji ber ku em xwedî îrade bûn û xwedî yek armancê bûn. Ferq û cûdahiya girtîgeha ku em têde û girtîgehên din, ew bû ku hevalê Xeyrî, Mezlûm û Kemal pîvanên rêxsitinî ji destpêkê ve da bûn avakirin ji bo nasnameya xwe ya siyasî û bi dewletê dabûn qebûl kirin, ji bo me hemûyan bingehek avakiribûn da ku em jî xebatên xwe yên siyasî berdewam bikin. Di heman demê de bi saya keda wan gelek qalibên hişik hatin şikandin, mînaka ber biçav ku gelek girtî hebûn nedikarîn bi zimanê kurdî bi malbata xwe re biaxivin lê piştî çalakî û xebatan ev yek rabû. Van hevalan di girtîgehan de zemînek nû dan avakirin û em jî bûn şopdarên wê.
-Di van salên ku di zindanê de hûn di rewşek çawa re derbas dibûn û işkence bi çi rengî li ser we dihatin meşandin?
Bi saya gelek hevalên fedekar ew işkence wek berê di zindanê de nemabû, wek 12’ê Îlonê di girtîgehê de bi gelemperî nemabû. Me bi xwe karî gelek pîvanên girtîgehê bişkînin û ji bo xwe derfetan ava bikin. Raste dem dem em dibirin lêpirsîn lê em ji doza xwe nedihatin xwarê û me karîbû di girtîgehê de xwe fêrî zimanê kurdî jî bikin. Berxwedana ji derve û ya di hundirê zindanê de hev temam dikirin, me moral ji berxwedana Gêrîla digirt û têkoşîna xwe ya di zindanê de deha zêdetir xurtir dikir. Di heman demê de gel jî destek dida berxwedaniya me û bi hezaran dihatin li pêşiya girtîgehê û daxuyanî didan û diketin giravên birçîbûnê de, rêxistinek dihat avakirin ku dewletê nikarîbû wê bişkîne. Piştî ku Rêber Apo dîl hat girtin û paradîgmek nû da destpê kirin êdî hemû çalakî û berxwedanên dizindanê de dihatin kirin li ser wê paradîgmê hatin rûniştandin. Ev yek hêlişt ku nêzkbûna dijmin ji bo me lawaz bibe.
-Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû girtiyên di girtîgehê de, çi tê xwestin?
Ji bo rizgarkirina Rêber Apo û hemû hevalên me yên girtî seferberiyek tê xwestin, bi taybet gelê Rojava ji ber ku ew deyndarên Rêber Apo ne. Dema ez vegeriyam her hevalekî ji min re digot tu rizgar bûyî, em hîn rizgar nebûne ji ber ku azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin destpêkeke nûye, em jî dixwazin keda xwe tevlî vê destpêkê bikin û tişta ji me tê xwestin pêk bînin. Pêwîste em hemû daxwazên xwe bi piratîkî pêk bînin, hêviya gelek kesan Azadiya Rêber Apo ye, lewma divê em dest bixebatê bikin heya ku ev hêviya me pêk were. Rêber Apo gotin û kirina wî yeke, hemû şagirtên wî vê yekê ji xwe re esas digirin, heger em jî bixwazin bibin şagirtên wî pêwîste bi gotinên xwe û piratîka xwe bibin yek. Ev pêvajoya nû ji bo pêkanîna wê kedeke mezin tê xwestin, dibe ku barê me hinekî giran bibe û em rastî zor û zehemtiyan werin, pêwîste her yek ji me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bike armanc, ji ber kesê xwedî hêvî û bawerî wî xwe dighêjîne armanca xwe. Îro roj tê dîtin ku Şoreşa Rojava çiqas destkeftî bi xwe re anîn û guhertinên mezin çêkirin, tu şoreşa cesaret negirtin ku pirsgirêka jinê bigrin dest, lê Rêber Apo azadiya jinê esas ji xwe girt û bi keda wî gelê Rojavayê Kurdistanê di hundirê Şoreşê de Şoreşek din dan destpê kirin.
-Heta niha cezayên gelek girtiyan xilas bûye, sedem çiya ku heya niha nehatina berdan?
Di hiqûqa navneteweyî de û di zagona Tirkiyê de dema di derheqê girtiyekî de biryar da piştî wê heger biryarên din derkevin divê ji bo wan nederbas dar be. Lê dewleta Tirk di sala 2021’an de zagona xwe ya pêkanîna biryara derxistina girtiyan guhert, zagonek nû danîn ku dadgeh ji bo girtiyan 36 salan girtîgeh daye, 30 sal cezaye û 6 sal biryar di bin destê rêveberê girtîgehê de ne, heger ew guncaw bibînê dikarê ji girtîgehê derxê, lê heger guncaw nebîne mafê wî heya ku ceza dirêj jî bike. Dema em werin li pîvanên dadgehê binêrin pêwîste ev biryara 2021’an ji bo me nederbas dar be, ji ber ku me ji dadgehê cezayên xwe girtiye. Tevî ku me gelek caran nerazîbûna xwe jî nîşan kirin lê nehat qebûl kirin. Dewleta Tirk digot ez nahêlim qadiroyên hazir ji PKK’ê re herin, lewma ji bo hemû girtiyan piştî qedandina 30 salan berê wan didan cem komîtê ku ji 15 kesan pêk dihat, 8 kes ji rêveberên girtîgehê bûn û 7 kesê din ji hêla wezareta dadê ve bûn. Van 15 kesan hin pirs dikirin û li gor bersivên me ceza didan me. Lê bi saya pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin, ev yek bandor li Rêveberên girtîgehan kir û ji gelek pirsên xwe paş ve çûn.





