Ronahî Sadûn/Qamişlo
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi biryara Civata Giştî di 15’ê Adara 2006’an de hate damezrandin, ew ji 47 dewletên endam pêk tê, armanca avabûna wê ku şûna Komisyona Mafên Mirovan a berê bi armanca pêşvebirin û parastina hemû mafên mirovan li çar aliyê cîhanê bigre.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi biryara Civata Giştî di 15’ê Adara 2006’an de hate damezrandin, da ku li şûna Komîsyona Mafên Mirovan bigire. Konse civînên xwe li Cinêvê li dar dixe û bi rêya mekanîzmayên xwe yên sereke, wekî nirxandina gerdûnî û amadekariyên taybetî ji bo pêşvebirin û parastina mafên mirovan li çar aliyên cîhanê dixebite. Di vê rojê de konse xebata xwe ya rojane ya nîqaşkirina mijarên mafên mirovan wekî yên ku ji hêla mekanîzmayên wê ve têne çareserkirin an jî yên di rojeva wê de, didomîne.
Ji destpêka damezrandina Konseya Mafên Mirovan ve wê hejmarek biryar wergirtine ku têkiliya hevbeş û hevdu xurtker a di navbera demokrasî û mafên mirovan de destnîşan dikin.
Konseya Mafên Mirovan
Konseya Mafên Mirovan ew weke dezgeheke hikûmî ya navdewletî ye, di nav sîstema Neteweyên Yekbûyî de ji 47 dewletên endam pêk tê û salane ji hêla hemû dewletên endamên NY’ê ve têne hilbijartin. Berî damezrandina Konseya heyî di sala 2006’an de, di nava Konseya Aborî û Civakî de dezgehek bi navê “Komîsyona Mafên Mirovan” hebû ku ji 53 dewletên endam pêk dihat. Konse berpirsiyarê pêşvebirin û parastina hemû mafên mirovan li çar aliyê cîhanê bû. Ew xwediyê desthilatê ye ku di tevahiya salê de li ser hemû mijar û rewşên mafên mirovan nîqaş bike ku hewceyê baldariya wê ne.
Binesaziya Giştî
Endamtiya konseyê ya li ser bingeha dabeşkirina erdnîgarî û hejmara kurstiyan e, her dewrek sê sal e û tu dewletek endam nikare ji du dewreyên li pey hev zêdetir xizmetê bike. 47 kursî di navbera komên herêmî yên NY’ê de wiha têne belavkirin: 13 kursî ji bo dewletên Afrîqayê, 13 ji bo dewletên Asya û Okyanos El-hadî, 6 ji bo dewletên Ewropaya rojhilat, 8 ji bo dewletên Amerîkaya Latîn û navçeya deryayî ya Karayîbê û 7 ji bo koma Ewropaya rojava û yên din. Konseya Mafên Mirovan a berê 53 endam hebûn ku ji aliyê Konseya Aborî û Civakî ve bi piraniya kesên amad e û dengdêr hatine hilbijartin.
Civata Giştî dikare maf û îmtiyazên her dewleteke endam di konseyê de rawestîne, eger ew diyar bike ku dewleta endam di dema xwe ya di konseyê de bi berdewamî binpêkirinên giran û sîstematîk ên mafên mirovan dike. Rawestandina konseyê hewceyî piraniya du ji sêyan a Civata Giştî ye. Biryara damezrandina Konseya Mafên Mirovan destnîşan dike ku di hilbijartina endamên Konseyê de, Dewletên Endam dê beşdariya namzedan di pêşvebirin û parastina mafên mirovan de û soz û pabendbûnên wan ên dilxwazî ku wan girtine li ber çavan bigirin. Herwiha ku endamên ku ji bo Konseyê têne hilbijartin divê di pêşvebirin û parastina mafên mirovan de pabendî pîvanên herî bilind bin.
Konseya Mafên Mirovan berpirsyara parastina mafên mirovan li cîhanê dike
Konseya Mafên Mirovan di nav sîstema Neteweyên Yekbûyî de çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan û pêşkêşkirina pêşniyaran li ser wan e. Konse xwedî şiyana nîqaşkirina hemû pirsgirêk û rewşên mafên mirovan ên bingehîn ên ku hewceyî guhdarîkirina wê ne di tevahiya salê de.
Dîroka damezrandinê
Konseya Mafên Mirovan bi biryara 60/251’ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 15’ê Adara 2006’an hate damezrandin. Armanca avabûna wê li şûna Komisyona Mafên Mirovan a berê, bi armanca pêşvebirin û parastina hemû mafên mirovan li çar aliyên cîhanê bigre. Navenda sereke ya konseyê li Cinêvê ye.
Mekanîzmeya sereke ya kar
Konse salê 3 caran civînên birêkûpêk li dar dixe, ji bilî civînên awarte jî dema ku pêwîst be. Mekanîzmayek ji bo nirxandina rewşa mafên mirovan li hemû dewletên endam û pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo başkirinê. Amadekariyên taybet, ev di nav xwe de raportorên taybet, pisporên serbixwe û tîma xebatê yên ku ji bo lêkolîna dozên taybetî hatine erkdarkirin, vedihewîne. Mekanîzmeyek ji bo çareserkirina giliyên takekesî yên derbarê binpêkirinên mafên mirovan de jî tê dîtin.
Konsepta mafên mirovan
Ev maf di bingeh de, mafê jiyan û azadiyê, azadiya ji koletî û îşkenceyê, azadiya raman û derbirînê, mafê kar û perwerdeyê û mafên din ên ku rûmet û edaletê ji bo her kesî garantî dikin, dihewîne. Ji her kesî re maf heye ku ji van mafan bi awayekî wekhev bê cudakarî sûd werbigire.
Armanca mafên mirovan
Armancên sereke yên pêkhateyên mafên mirovan ev in: Ji bo ku dewlet û saziyên din ên neteweyî bikaribin erkên xwe yên mafên mirovan bi cîh bînin û serweriya hiqûqî biparêzin. Herwiha da ku di dewletan de çandeke mafên mirovan ava bikin, ji bo aştî, ewlehiya domdar û mayînde bi dest bixin ku nifûs bikaribin bigihêjin mafê xwe yên mirovî.
Cureyên mafên mirovan
Mafên Sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî, tîma mafên modern (Nifşa Sêyemîn) û mafên Komên Taybet.
Sûdên mafên mirovan
Girîngiya mafên mirovan di pêşvebirin û parastina rûmet, azadî û wekheviya mirovan de ye, bêyî ku nijad, zayend, ol an rewşa civakî cuda bibe. Mafên mirovan mafên bingehîn in ku her kesek ji ber ku mirov e xwediyê maf e.
Taybetmendiyên herî girîng ên mafên mirovan
Mafên mirovan nayên dabeşkirin, çi sivîl, çi siyasî, aborî, civakî û çi çandî bin, ew hemû di rûmeta her mirovî de ne. Ji ber vê yekê ew hemû xwedî statuyek wekhev in. Tiştek wekî mafek kêm û hiyerarşiyek mafên mirovan tune.
Fonksiyonên mafên mirovan
Pêşvebirina parastina mafên mirovan, xurtkirina nirxên wan, belavkirina hişmendiya li ser wan, beşdarbûna di misogerkirina pratîkkirina wan de û beşdarbûna bi nêrînan di amadekirina raporên ku dewlet mecbûr e ji komîte û dezgehên mafên mirovan re di bicîhanîna peymanên navneteweyî de pêşkêş bike. Herwiha bersivdayîna pirsên ji van dezgehan. Hevrêzkirin û hevkariya bi saziyên dewletê yên bi mafên mirovan re di vî warî de eleqedar in.
Çavkaniyên mafên mirovan
Çavkaniyên gerdûnî belgename, peyman, rêkeftin û biryarên têkildarî mafên mirovan ên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên pê ve girêdayî, hatine derxistin vedihewîne. Çavkaniyên herêmî peyman, rêkeftin û biryarên têkildarî mafên mirovan ên ku ji hêla rêxistinên herêmî ve hatine derxistin vedihewîne.
Mekanîzmeyên Konseya Mafên Mirovan
Di nav sîstema NY’ de du awayên mekanîzmayên çavdêriya mafên mirovan hene: Saziyên peymanan û saziyên destûrnameyê. Deh saziyên peymanên mafên mirovan ku ji komîteyên pisporên serbixwe pêk tên, çavdêriya pêkanîna peymanên navneteweyî yên bingehîn ên mafên mirovan dikin.
Zagonên mafên mirovan
Zagona navneteweyî ya mafên mirovan erkan destnîşan dike ku dewlet divê rêzê li wan bigirin. Bi bûna alîyên peymanên navneteweyî, dewlet li gorî zagona navneteweyî erkan digirin ser xwe ku rêzê li mafên mirovan bigirin, wan biparêzin û bi cîh bînin. Erka rêzgirtina li mafên mirovan tê vê wateyê ku divê dewlet ji destwerdan an kêmkirina sûdwergirtina ji wan mafan, dûr bisekinin.
Karê Konseyê heya roja îro
Konseyê bi rêya nîqaşkirina mijaran, girtina biryaran û gihîştina lihevkirinê, xebatên xwe yên ji bo pêşvebirin û parastina mafên mirovan didomîne. Mekanîzmeyên wê bi awayekî berdewam dixebitin, wek lidarxistina civînan, pêşkêşkirina raporan û şîretkirina dewletan li ser mijarên mafên mirovan.






