Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dizî û talankirina li Efrînê dewam dikin û got, “Komên çekdar dest datînin ser berhemên zeytûnan ku çavkaniyên sereke yên gelê Efrînê ne. Pêwîst e hikumeta veguhêz bi erka xwe rabe.”
Di musimê çinîna zetûnan de, li Efrîna dagirkirî diziya berhemên zeytûnan ji aliyê çeteyên girêdayî dewaleta Tirk ve bêserûber pêk tê. Di derbarê rewşa dawî ya Efrînê, rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bersiva pirsên rojnameya me û hevpevîn wiha bû:
Hûn rewşa Efrînê ya dawî çawa dinirixînin?

li Efrînê ji yekê cotmehê heya niha berhemên çandiniya zeytûnan tên dizîn. Ev zeytûnên ku dihatin dizîn ji aliyê kesên ereb yên hawirde yên girûpên çekdar ve dihatin dizîn. Dema ku çete berî çend mihan ji Efrînê vekişiyan, tişt û malên kurdan talan kirin û niha careke din vegeriyan û hatin bi destên girûpên çekdar dîsa dest bi dizî û talankirina zeytûnan kirin. Bi tayîbet ev mûsim jêdera sereke ye ji xelkên Efrînê re ji ber ku pêwistiya wan bi wan mûsiman hebû, lê niha piştî dagirkirina Efrînê ew mûsim her sal tê talankirin, lê her sal ji saleke din cûdatir e, ji ber ku talankirin gelekî zêde bûye. Di welatiyên ku hatin kuştin bi destên kesên nediyar, ku yek ji wan li welatiyê Berca Ebdelo yê ku li Xezawiyê di nav çandiniyê de hat kuştin ji aliyên erebên hawîrde ve ku heya niha ne diyar in hat kuştin, lê wek tê texmînkirin hin kesên ku dihatin ji bo dizî û talanê bikin wan ew dikuşt. Welatiyê din jî ku temenê wî 65’ salî ji aliyên kesên nediyar ve hat kuştin. Kesên hawirde yên ku li Efrînê hatine bicihkirin bi siloganên tund li dijî Kurdan bi kar tînin.
Li Efrînê kiriyarên ku tên kirin ji aliyê kê ve ye û rola ewlehiya giştî çi ye?
Binpêkirinên wekî talankirin, kuştin û revandin bi destên, kesên hawîrd û girûpên çekdar tên kirin. Dema ku ev qas dizî û talankirin çêdibe jî tu kes ji wan nayên girtin, lê welatiyên Kurd, ciwanên Kurd tên girtin. Di dema dawî de ciwanekî Efrînî bi temenê 14’e salî dema ku di nav bexçeyê xwe yê zeyîtûnan li Enqeliyê berhemên xwe dida hev, girûpên Emşat wî û bavê wî li pêşiya xelkên Efrînê girtin û heya xelkên Efrînê zextk çênekirin, nehatin berdan. Careke din ciwanek ji ber çekên wî, ji aliyê hikûmeta demkî hat girtin girtin. Bi piranî ev girûpên çekdar ku dibin siya Ewlehiya Giştî ya hikumeta veguhêz de bi cil û bergên wan û navên wan kiriyaran dikin ev yek jî bi fermanên Turkiyê.
Tevî sozên vegera koçberên Efrînê lê pêk nehat sedem çi ye?
Dema lihevkirina 10’ê Adarê di navbera hikûmeta demkî de û Hêzên Sûriyaya Demokratîk de hat pêkanîn kêfxweşiyek çêbû, yek ji wan xalên ku hatin dayîn ku hemû koçberên Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî vegerin. Ewqas lihevkirinên ku hatin çêkirin ji vegera Efrînê re, lê veger çê nebû. Dema ku serokê Sûriyê Ehmed Elşeri serdana Efrînê di meha duyan de kir hevdîtinên xwe bi xelkên Efrînê re kirin û behsa vegera Efrînê ji xelkên Efrînê re kir û got ku min ji hêza Sûriyaya Demokratîk Mezlûm Ebdê re axaftin kiriye pêwîst e ku xelkên Efrînê vegerin li cih û warên xwe, lê heya niha vegereke bi ewle çênebûye. Berprisyarê Ofîsa Ehmed Elşeri, parzgerê Helebê dema derbasî Efrîê bûn civîn bi xelkên wê re lidarxistin, lê tu soz nehatin bicihkirin, ji ber ku ev komên çete çekan radikin û gefan li Kurdan dixwin ev bi giştî dibin sedemên ji bo ku veger çênebe. Gereke ji bo bidawîkirina van binpêkirinan, hikûmeta demkî bi erka xwe rabe û herwiha ji bo vegera bi ewle ya xelkên Efrînê gavên mezin werin avêtin.






