Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li ser komkujiya Dersimê û darvekirina Pîrê Dersimê Seyîd Riza re 88 sal derbas bû. Seyîd Riza tevî kurê xwe yê çarde salî û pênc kesên din, 88 sal berê li Xarpêtê hat darvekirin. Di wê demê de, herî kêm 50 hezar kurdên Dersîmê hatin kuştin.
Seyid Riza li herêma Dêrsimê di malbateke Elewî ya Kurd de ji dayik bû û bi girêdana xwe ya bi ol û civakê re dihat naskirin. Ew serokê eşîrê bû ku di nav xelkê herêma xwe de pir rêz lê dihat girtin û bi aqil, wêrekbûn û şiyana xwe ya lihevhatina eşîran dihat nasîn. Her ku dewleta Tirk a nûjen dest bi sepandina polîtîkayên navendî yên hişk kir, Riza hewl da ku bi aştiyane danûstandinan bike û daxwaza naskirina nasnameya Kurd û taybetmendiya çandî ya herêma Dêrsimê kir. Lêbelê, paşguhkirina daxwazên wî û zexta leşkerî ya zêdebûyî ew neçar kir ku ala berxwedanê bilind bike.
Serhildana ku Tirkiyê hejand
Di sala 1937”an de, serhildana Dêrsimê dest pê kir, ku yek ji serhildanên herî berbiçav ên Kurd li Tirkiyeyê di nîvê yekem ê sedsala 20’an de bû. Seyid Riza ala rûmet û azadiyê bilind kir, bi baweriya ku parastina ax û nasnameyê erkek bêdawî ye. Dewleta Tirkiyê bi hêzek zêde, bi karanîna balafir û topan bersiv da, di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi sedan malbat koçber bûn. Tevî çavkaniyên wan ên sînorkirî jî, şervanên Kurd, bi serokatiya Seyîd Riza, bi mehan li dijî artêşa Tirk li ber xwe dan, heta ku ew û komek hevalên wî bi rêya xiyanetekê hatin girtin, piştî wê ew ji bo dadgeheke leşkerî ya awarte hatin veguhastin bajarê Elezîzê.
Dawiyeke trajîk
Dadgehkirin di atmosfereke aloz de, bi beşdarbûna kêm û ewlekariyeke tund pêk hat. Rûniştin tenê çend rojan dom kir û bi cezayê darvekirinê ji bo Seyid Riza û hevalên wî bi tohmeta serhildana li dijî dewletê bi dawî bû. Tevî temenê wî yê mezin, wê demê ew 73 salî bû cezayê wî di sibeha 15’ê Mijdara 1937”an de hat bicîhanîn.
Tevî ku 88 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, bîranîna wê hîn jî salane li bajarên Kurdan û derveyî wê, bi rêya çalakiyên çandî û axaftinên siyasî ku mezinahiya êşa ku di wê serdemê de hatiye kişandin tîne bîra cîhanê, tê bîranîn. Bîranîna Seyid Riza ne tenê bîranînek ji rêzê ye, lê bangek ji bo edalet, lihevhatin û têkoşînê.
Berî darvekirina xwe, gotinên dawî yên Seyid Riza ev bûn:
“Ez niha 75 salî me. Ez ê bibim Şehîd û tevlî Şehîdên Kurdistanê bibim. Dêrsim winda kir, lê Kurd û Kurdistan dê bi ser bikevin, xortên Kurd dê tola min hilînin, mirovên zalim wê bi vî rengî bimirin, mirovên nebaş û xapînok jî wê bimirin.” Herwiha wî got, “Ez kurê Kurdistanê me. Min tenê ji bo parastina rûmeta gelê xwe çek hildane û dîrok ji bîr nake.”






