Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komkujiya Sînemaya Amûdê wê qet ji bîra civakî dernekeve

14/11/2025
in NÛÇE
A A
Komkujiya Sînemaya Amûdê wê qet ji bîra civakî dernekeve
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Di serî de ez kesên di şewata sînemaya Şehrazad a Amûdê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan şehîdên ciwan û şehîdê navdar û fedayî Mihemed Seîd Axayê Deqorî ditewînim. Ji malbat û xizmên wan re dibêjim, serê we sax be û sebra we mezin be.

Komkujiya Sînema Şehrezad a bajarê kevnar Amûdê ya 13’ê Mijdara 1960’î bi tundî û hêrs şermezar û rûreş dikim. Ev komkujî, ji hêla alîgirên rejîma Baas ve  pir bi plan û bername hatibû organîzekirin. Di encama wê komkujiyê de xelkên bajarê Amûdê 250 ciwanên xwe yên nûhatî wenda kirin. Gelek ji wan jî seqet man û derûniya wan jî xerab bû. Ew komkujiyeke pir dijwar a li ser gelê Kurd hatibû kirin. Bi rastî mirov nikare xeyal jî bike bê ka çawa 250 can di nava wî agirê sor de zindî zindî şewitîn. Ev jî nîşan dide bê hovîtî û terora  dewleta netewe tiştekî çawa ye.

Jixwe pergala Sûriyeyê ya wê demê gelê Kurd hedef digirt û her mirovekî Kurd ê dengê xwe bilind dikir û digot, “Ez Kurd im” desteser dikirin, li zindanan gelek caran bi êşkence û lêdanê ew qetil dikirin û dihatin windakirin. Ew siyaset jî pir bi zanebûn dihate meşandin.

Tişta bi jan jî ew e hê li Sûriyeyê de rojane bi dehan mirov têne kuştin. Her wiha yên hewl didin desthilatdariya xwe ya navendî li ser gelan ferz bikin û dîroka tundrewan dubare bikin jî hene. Lê divê were zanîn ku gelên Sûriyeyê êdî hew siyaseta tekperest, zilm û zordariya hêzên xwedî hişmendiya dewletperest qebûl dikin. Gelên Sûriyeyê biryara xwe dane. Rojane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  Siwêdayê û gelek deverên din gel dengê xwe bilind dikin û dibêjin, “Em hew dikarin wiha berdewam bikin.”

Hêzên YPJ’ê û QSD ê jî bi daxuyaniyên xwe destnîşan dikin û diyar dikin ku wê gelên xwe biparêzin. Wê Hêzên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li xelkên Sûriyeyê xwedî derkevin, wê wan biparêzin. Wê ji dil û can ji bo gelan têkoşîn bikin û wê nehêlin  komkujiyên 13’ê Mijdarê rû bidin.

Ji  bo em civakeke nûjen û yekgirtî ava bikin, xwe birêxistin bikin, rêxistiniya xwe derbasî meriyetê bikin û roj bi roj gavên xurt biavêjin, divê em yekîtiya xwe ava bikin û pêş bixin. Di dîrokê de li hember gelê Kurd gelek komkujî û êrîşên hovane hatine kirin. Hedef û armanca wan êrîşkaran  ew e ku dawiyê li hebûna neteweya Kurd bînin. Ji bo vê di serî de xwestine ciwanên hêza herî dînamîk a civakê ne di komkujiyên fizîkî û çandî re derbas bikin. Bi vî awayî armanc dikin ku civakê bêpêşeng bihêlin. Bi wê mebestê rejîma Baasê 250 ciwanên Kurd li Amûdê qetil kirin.

Hîn jî birînên gelê me baş nebûne û ew komkujiya hovane di bîra civakê de zindî ye. Bêguman wê ew komkujî qet di hişê civakî de dernekeve û neyê jibîrkirin. Gelê Kurd ê bi têkoşîna bi salan a di pêşenngiya Rêber Apo hatiye pêşxistin bûye gelekî ku êdî aqil û hişê wî yê civakî ava bûye. Gelê Kurd bi vê serwextbûnê wê pêşerojeke azad a li ser esasê bîranîna tevahî şehîdan ava bike.

Pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rê li ber çareseriya pirsgirêkan vebe pêş xistiye saleke xwe temam dike. Rêbertî pêşengiya vê pêvajoyê dike û bang li jin, ciwan û civakan dike ku ji bo xurtkirin û encamgirtina pêvajoyê kar û xebatên bimeşînin.

Rêber Apo 52 sal e têkoşîn dike û bang dike ku  em jî rola xwe pêk bînin.  Weke jin û civak divê em têkevin giraniya erk û mîsyona xwe. Hewce ye em gavên mezin biavêjin da ku şer û tundiyê bi dawî bikin. Ji bo hemû gel bi xwişk û biratî bijîn, pêşerojeke wekhev û azad misoger bikin divê em vê pêvajoyê bi serketinê encam bikin.

Bi vê wesîleyê ez careke din bi hurmet û minetdarî şehîdê dilmezin û fedayî Mihemed Seîd Axayê Deqorî bi bîr tînim. Mirovên wiha kêm in ku canê xwe ji bo zarokên gelê xwe feda dikin. Şehîd Mihemed Seîd Axayê Deqorî di dema şewata Sînemaya Amûdê de zêdetirî 200 zarok ji nav wî agirê dijwar de rizgar kir û cane xwe ji bo wan da. Ji bo min gelekî qîmetdar û bi wate ye ku axayek cane xwe ji zarokên gelê xwe feda bike. Heya mirovên wer hêja yên gelê Kurd hebin em ê têk neçin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.