Ayşa Silêman/Dêrik
Şaredariya gel a bajarê Dêrik bi beşdariya komîn û şîniyên bajêr civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Şaredarî bingeha Demokratî û Aşitiyê ye” li dar xist.
Şaredariya gel a bajarê Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi dirûşmeya “Şaredarî bingeha Demokratî û Aşitiyê ye” civîna xwe ya salane li dar xist, di civînê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser, hevserokên komînan û şîniyên bajêr hazir bûn.
Di destpêka civînê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, piştre ji hêla şaredariyê ve sinivizyonek li ser kar û xebatên salekê yên ku dane meşandin hat pêşkêşkirin.
Di berdewamiya civînê de rapora sala 2025’an a ku di nav de projeyên ku bi rê ve çûne, hem jî astengiyên ku rastî şeredariyê derketine bi hurgulî hatin xwendin.
Di heman demê de heval Sînan di derbarê rewşa siyasî de hin nirxandin kirin û wiha got: “Şerê ku tê lidarxistin nav lê tê kirin şerê cîhanê yê siyemîn, ev şer rast e heya niha çek bi kar neaniye, lê bandora wê di milê derûnî û siyasî de gelekî heye. Derdê herkesî ew e ku gelê Kurd ji holê rabe û were qirkirin, lê ew îro roj bi çavên xwe dibînin îrade û hêza gelê Kurd gihiştiye çi astê. Gelê Kurd di milê leşkerî, siyasî û aborî de bingeheke xurt avakiriye, lewma îro roj Emerîka û Ewropa berê xwe didin me da ku em têkilyên xwe bi hev re çêbikin. Di heman demê de hikumeta veguhêz çiqasî hewildanên xwe dike ku van destkeftiyên me yê ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin ji holê rake jî nikare. Lewma hercarî sedemên pûç derdixe û derî li niqaşên siyasî digire. Wê di demên pêş de gelek civîn û nirxandin di navbera Rêveberiya Xweser û hukumeta veguhêz de werin kirin û divê gelê Kurd bi yek dengî daxwaza mafê xwe bike û têkoşîna ku bi salan dayî meşandin berdewam bike.”
Di berdewamiya civînê de hevserokên şaredariyê derfet dan hemû haziran ku nêrîn rexne û pirojeyên xwe bînin ziman, di heman demê de şaredariyê jî soza pêkanîna projeyan girt ser milê xwe ku wê bi yek rihî bajarê xwe bi rê ve bibe û pêk bînin.
Di dawiyê de jî Desteya Perwerdeyê ya bajarê Dêrikê şaredarî xelat kir li ser ked, kar û xebatên ku daye meşandin.









