Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ramanên Rêber Apo bû hêviya civaka Êzidî’

12/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ramanên Rêber Apo bû hêviya civaka Êzidî’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Rojnemevan Xelîl Emo diyar kir ku civaka Êzidî di 74 fermanan re derbas bûye û herkes dixwaze wê tune bike, lê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo bingehekî xurt hat avakirin ku li dijî hemû cûreyên êrişan li ber xwe da.

Di derbarê salvegera komkujiya li ser civaka êzidî  Rojnemevan Xelîl Emo bersiva pirsên Rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:

-Piştî 10 salan ji rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê, îro rewşa Şengalê bi çi awayî bi rêve diçe, di aliyê ewelehî, perwerdahî û xizmetguzarî de?

Piştî ku Şengal ji destê çeteyan rizgar bû, civaka Êzidî bi sekneke xurtir û zêdetir xwestin hêzên xwe yên parastinê berfireh bikin da ku bikaribin operesyonan li dijî DAIŞ’ê pêk bînin. Pêwîstî hebû ku hêzek taybet ji bo Şengalê hebe û ew nav lê hat kirin Yekîniyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê û li kêleka wê jî hêza jinê jî hat avakirin ku bi navê Yekîniyên Jinên Şengelê YJŞ’ê, bi vî rengî hêzên parastinê hatin ava kirin. Tevî ku DAIŞ li derdora Şengalê bû û gelek êriş li ser Şengalê dikir jî lê bi saya hêzên ku gelê Şengalê bixwe dayîn avakirin baweriyeke xurt avakir. Îro roj civaka êzidî ji hemû dema zêdetir bi ewle jiyan dike, ji ber ku hêza ku  dayî avakirin ji keç û xortên civakê bixwe ye. Her kesê ku berê xwe dida Şengalê da ku biparêze ji bo berjewendiyên xwe dev ji Şengalê berdida, her û her dixwazin gelê Şengelê tune bibe. Lê YBŞ û YJŞ’ê bingehekî xurt ji bo xwe avakirine ku li pêşiya hemû êrişan bisekinin û gelê Şengalê biparêzin. Di heman demê de piştî vegera gelê Şengelê li ser cih û warên xwe pêwîstî bi hêzeke ewlehiya hundirîn hebû, lewma Asayîşa Êzîdxanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin, ev hêz jî gund û navçeyên Şengalê diparêze.

Bi avakirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser re gelê Êzîdî hêzeke xwe avakir, ne tenê di milê leşkerî de xwe avakir, lê di milê civakî, aborî, siyasî û hêza jin di civakê de da avakirin. Di heman demê de bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin bû pêşenga civakê û jina êzidî jî karî bû hêz û moral ji vê yekê bigre û li ser xeta ku Rêber Apo ji bo wê hilbijartî bimeşe. Ji ber ku hêza jinê di Şengalê de mirî bû, îro roj tê dîtin ku sekna jinê bi çi rengî ye. Ev yek cesaret da civaka êzidî jî ku di milê siyasî de jî daxwaza mafê xwe bike li Hikumeta Iraqê. Civaka êzidî pêwîstî dît ku ew bixwe mafê xwe bistîne û nema xwe lawaz bibîne û çavên wan li kesên din bin da ku bi wan re bibin alîkar. Ji ber ku bi çavên xwe dibîne Hikumeta Iraqê bi çi rengî nêzî gelê êzdî dibe, bang dike bi fedralîyetê lê di rastiya xwe de ne wiha ye. Çareseriya gelê Şengelê di milê parastin û wergirtin mafê xwe bi riya xurtkirina sazî û dezgehên Rêveberiya xwesere.

-Jînosayda di der heqê êzîdiyan de pêk hatî çiqas hewldan hatiye kirin heya bibe dozek navdewletî û lêkolîn li ser were kirin?

Yê ku karîbû herî zêde jînosayîda êzîdiyan bi awayekî dirist bide naskirin Rêveberiya Xweser bû, ji ber ku ev demeke dirêje di hemû aliyan de kampanî dane destpêkirin da ku vê jînosayîdê bi dewletên Navneteweyî bidin qebûl kirin. Heya roja îro hijmareke baş ya dewletên Navneteweyî li ser jînosayîdê erê kirin û ew rastî bi çavên xwe dîtine. Lê Rêveberiya Xweser hemû hewildanên xwe dike ku li seranserî cîhanê vê jînosayîdê bide qebûl kirin. Tevî ku gelek dewlet hene dixwazin rê li ber vê yekê bigirin û berjewendiyên xwe li ser hertiştî re dibînin. Gelek caran li Ewropa gelên êzîdî xwestine jînosayîda êzîdiyan vekin lê rê li pêşiya wan hetiye girtin, hertim dixwazin civaka êzidî qir bibe û hebûna wê nemîne. Ev dewlet astengiyan çêdikin li pêşiya pêşketina civaka êzidî û  dixwazin wan bikin dibin destê xwe de.

-Rêber Apo di peyama xwe ya dawiyê de dibêje ew bi êşa êzîdiyan dihise û wê dev ji doza wan bernede heya sûcdar werin dadgeh kirin û heya zarok û jinên winda vegerin, vê peyama Rêber Apo çiqas hest, bawerî, moral da we. Ji xwe Rêber Apo tu caran gelê êzidî ji bîr nekirye tevî tecrîda giran ya li dijî wî tê kirin jî, lê hertim civaka êzidî di hizra wî deye?

Piştî peyamên Rêber Apo ên ku ji civaka êzîdî re hatîn her peyamek ji wan re bersivek bû ku bikaribin wan lêstokên ku li ser Şengalê tên kirin li hemberî wan bisekinin. Di heman demê de hişyar bibin di milê şerê derûnî yê ku li dijî wan tê meşandin, peyama herî dawî dema Rêber Apo dibêje ku ez bi êşa wan hîsdikim û dev ji doza wan bernadim, ew kesên ku êş dîtîn û yên ku ketîn nav destên DAIŞ de em ê her li pey wan bin ew kesên ku êş gihandîn civaka êzidî divê werin ceza kirin, piştî van peyama civaka êzidî moralekî bilind û xurt girtin û pilan ji bo xwe danîn da ku kar û xebatek çawa di sazî û dezgehan de bidin meşandin û xurtir bikin. Civaka êzidî bêtir fêmkirin bi awayekî rêxistinî birêve herin û hêza xwe ya parastinê jî li ser çi bigehî xurtir bikin. Ketin wê ferqê de ku tenê yek xet li pêşiya wan heya ew jî fikir û felsefeya Rêber Apo ye lewma esasekî xurtirir ji bo xwe bidin avakirin. Bi riya peyamê herî zêde civaka êzidî fam kir ku gava xwe bi çi rengî bavêje û bi serbikevin.

– Bi nêzîkbûna salvegera fermana li ser Şengalê, hilbijartinên Iraqê jî tê çêkirin, nêrîna we ji bo van hilbijartinan çiye û heta çi astê mafên êzidiyan di hundirê berleman de wê were parastin?

Dewleta Iraqê hertim bang dike bi fedraliyetê û van hilbijartinan jî di bin navê demokrasiyetê bi rêve dibin, lê di rastiyê de ne wiha ye. Çi alî desthilatdariya wî xurtir be ew dikare bi hilbijartinan bilîze, ev hilbijartinên ku tên kirin ilkitronî tên kirin, kêsên ku xwe hilbijartine, cihê xwe di komîteya ku van hilbijartinan birêve dibin digrin, lewma dikarin bi dengan bilîzin û ji bo xwe gelek dengan kom bikin û kî bi serbixin. Gelek caran gelê Şengalê jî beşdarî hilbijartinan bûye, him yên parêzgehên Iraqê û him jî yên berlemanên Iraqê li gor deng û hijmara ku dayîn hev hin kesên ku bi rastî wê ji bo civaka êzidî kar bikin dihatin hilbijartin û ew kes derbasî berlemana dibûn. Lê dema encamên hilbijatinan derdiketin ji bo sedemên pûç rê li ber wan digirtin. Lê îsal wê ev hilbijartin guherîneke mezin  bi xwe re bîne bi taybet di Şengalê de ji ber ku civaka êzidî ji piçûkan heya mezinên xwe li dijî vê yekê sekinîn û her kes rabûn ser piyan û li kolanan bûn da ku bikaribin civaka êzidî di van hilbijartinan de bi ser bixin.

-Jinên êzidî yên ku şidet li ser destê DAIŞ’ê dîtin heya niha zêdetirî 2000 jinî nexuyane û tu kes rewşa wan nizane, îro jina êzidî di çi rewşê de ye û heya çi astê kariye xwe bi hêz bike û bibe îradeya jinê û gelê êzidî?

Jinên êzidî jî piştî fermanê pêwîstî dîtin ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û xwe li pêş bixin da ku qalibê koletiyê bişkînin. Îro jina êzidî ji tunebûnê hêzek avakirin, jina ku hertim ew kiribûn di bin qalibekî de ku şerme derkevê ji der veyî malê û şerme karê siyasetê bike û di dîwanekî de biaxive. Li Şengalê bi saya fikrê Rêber Apo hêzek hat avakirin ku ew jina herî zêde şidet û tecawizî lê hatiye kirin. Tevî hemû êşên ku dîtin û hîn jî hijmareke mezin ji jinan di nav destê DAIŞ de ne, lê tevî wilo jî nîvî civakê hêza jinê ye, gelek caran êriş li ser civakê dihatin kirin û dixwestin pirojeya Rêveberiya Xweser lawaz bikin, herî zêde ya ku karî li ser piyan bisekine bibe bersiv ji van êriş û fermanan re jin bû. Di heman demê de rê li ber berdewamiya pilanên li ser Şengalê girt, di civaka êzidî de beşê herî xurt têde hêza jina êzidî bû. Di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî  de her jinekî karîbû xwe perwerde bike û xwe li pêş bixwe, bi vî awayî jina êzidî karîbû rabê ser piyan û mafê xwe bidest bixe û têkoşîn bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.