Birûc Resûl/Qamişlo
li dijî xwezaya Kurdistanê polîtakayek qirkirinê tê meşandin, ev polîtîka bi qirkrina gelan û berhmên jinan ên ku dane afirandin bi hev ve girêdayî ye. Bi van polîtîkayan tunekirina xweza, dîrok û hebûna gelan armanc dikin.
Dema cîhanê xwe afirand an hat afirandin hemû zindî, çiya av û ax di nav pergaleke temamker de bûn û dikaribûn xwe nû bikin. Lê bi desthilatdarbûna însan êdî çavkaniyên ku hemû zindî jê sûd werdigirin hatin texrîbkirin. Talankirina xwezayê her roj hîn mezintir dibe. Yek ji deverên ku herî zêde xweza lê tê talankirin Kurdistan e. Di çarçoveya polîtîkayên desthilatdaran de talankirina xwezayê bi şewitandina daristanan, birîna daran û bi gelek cureyên din dewam dike. Ev yek bandoreke xerab li rewşa ekolojîk, aborî û avaniya civakî ya herêmê dike. Ev proje ne tenê ji bo bikaranîna çavkaniyên xwezayî ye, herwiha li dijî gelê Kurd weke polîtîkaya şerê taybet tê bikaranîn.
‘Talankirina xwezayê bandorek neyînî li gerdûn û zindiyan dike’
Heya roja me ya îro dewletên desthilatdare xwezaya cîhanê talan dikin, ev yek jî sedemên neyinî bi xwe re tîne. Sîstemên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bi hemû rêbazan li dijî civakê şerekî didin meşandin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Her çiqas bandor li xweza, lawir û mirovahiyê bikin jî ji bo bigihîjin armancên xwe bi hemû rê û rêbazan êrişî dikin. Bi talankirina xwezayê re desthilatdar bandorek neyînî li gerdûn, mirovahî û hemû zindiyan dikin. Dewleta Tirk ku li ber çavên hemû cîhanê xwe weke xwezahez nîşan dide xwezaya Kurdistanê talan dike. Her çiqas gelên heremê, rêxistin û partiyên siyasî li dij derketin jî nikaribûn pêşî li vê talanê bigirin.
Talankirina xwezayê li Bakurê Kurdistanê
Li Kurdistan qirkirina xwezayê didom e, wekî birîna daran û li gelek gundan rez û zeviyên welatiyan tên şewitandin. Di encama van êrişên bi çekên kîmyewî de ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê bûye. Bi hezaran ajal û zindiyên din telefbûne. Li Bakurê Kurdistanê eynê siyaset tê meşandin û dixwazin erda Bakûr bikin çolek bê dar û xweza bimîne, bêguman ev jî bandoreke pir xerab di hevsengiya eklojiyê de dike. Leşker û Cerdevanên Tirk, li herêma Besta, Çiyayê Çilnimêja û li Çiyayê Bizina tenê di hefteyekê de sed hezar dar birîn. Bê guman heya roja îro ev yek berdewame. Xwezaya Bakurê Kurdistanê bi qirkirina daran û lêgerîna madenê tê tunekirin.
Talankirina xwezayê li Rojvayê Kurdisatnê
Li her aliyekî Kurdistanê dewletek bi navekî cuda heyê lê eynî siyaset dide meşandin li Rojavayê Kurdistanê di destpêka aloziya Sûriyê de gelek dar hatin birîn mînak Girê Hema ku bi darê xwe dihat naskirin di navbera Hesekê û Til Temir, ji aliyê gel ve hat birîn, ji ber ku sîstemên desthilatdar bi hezarê salan hişmendiyek di ser civakê de dabû avakirin ku dema dewlet ango desthilatdariyek tunebe wê gel nikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe. Lewma di destpêka aloziyê de ev bûyer pêk hat. Li vê derê xuya kir ku rejîma Sûriyê a berê çi hişmendî daye ava kirine. Bûyerên bi vî rengî ku hatin qewimandin ji aliyê gel ve mirov baş dizane ku pirsgirêke hişmendiyê tê jiyîn û pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye. Ji ber ku bi vî rengî gel bandorek neyînê li xwe dike û bêyî ku têkeve vê ferqê. Di aliyekî din de jî dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî hovane dihat kirin, bi van êrişan her zindiyek di gerdûnê de zerar dît. Dewleta tirk dema Efrîn dagir kir bi hezaran darên wê birand û şewitand. Darên ku dapîr û bapîrên wî gelî bi salan kedek mezin danîn heya darên wan gihîşte vî temenî niha bi hesanî tê talankirin û şewitandin. Ev 7 sal darên zeytûna yên Efrîn tên birandin û şewitandin.
Mafê zindiyan
Di Rojhilata Navî de kiryarên li di dijî xwezayî gelek hatin meşandin, helbet ev talankirin jî ji aliyên dewletên desthilat hati kirin. Ji bo zindiyan jî birîn û şewitandina daran zirarek mezin e. Ji ber vê yekê pêwîst e mudaxeleyê vê yekê were kirin û qirkirina xwezayê bidin sekinandin. Cihê jiyanê yên zindiyan tê tunekirin. Mafê wan zindiyan jî heye ku di xwezayê de bi awayek azad bijîn. Cihê jiyanê tê tunekirin û berê mirovan didin metropolan. Welat vedigûherînin wek çolê. Ger xweza bê tunekirin wê xweşikbûna xwezayê jî bê tunekirin.






