Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Rizgarkirina Şengal rizgarkirina nerxên mirovahiyê bû’

12/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 ‘Rizgarkirina Şengal rizgarkirina nerxên mirovahiyê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Şengal

Di 10’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, pêşeng û şahidên wan rojên dîrokî destnîşan kirin ku rizgarkirina Şengalê rizgarkirina nirxên mirovahiyê bû û gotin; “Şengal navenda berxwdan û hebûna civaka Êzdî ye, bi rizgarkirina Şengalê em ji nû ve vejîn bûn.”

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku 10’ê Hezîrana 2014’an Mûsil dagir kir, bi hêzeke zêde berê xwe da Şengalê. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, bi hezaran kes qetil kirin, bi hezaran jin û zarok revandin û çarenûsa bi hezaran kesan heya niha nediyar e, ev êriş bû fermana 74’an ku li dijî gelê Êzidî pêk tê di seranserî dîrokê de. Bi sed hezaran Êzidî ji ber wê karesatê berê xwe dan çiya û Başûrê Kurdistanê.

Di 13’sala 2015’an de bi hevkariya HPG’/YJA Star, şervanên YPG/YPJ û YBŞ’ê navenda Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di heman demê de jî hêzên YBŞ’ê hate avakirin û ji bo rizgarkirina navenda Şengalê dest bi operasyonê kirin.

Derbarê salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nefiya Mêşo, endamê rêveberiya Şaredariyên Gel a Şengalê Xwedêda Eliyas û Endamê Komîteya Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocelan li Şengalê Kendal Çiya ku ji Rojnameya me re axivîn.

Nefiya Mêşo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Civaka Êzidî di fermana 3’ê Tebaxa 2014‘an de li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe da. Hatina gerîlayên HPG û YJA-Star, piştre YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ hêvî û hêza me xurt kir. Tevî kêmbûn an jî nebûna çek û pisporiyê lê berxwedaniyek bêhempa hat jiyîn. Çiyayên ku me berê xwe danê wê bibe şahidê vê fermanê heta hezarê salan, kesên ku di dema fermanê de li çiya man bi biryar ji bo berxwedanê serî netewandin. Civaka Êzidî li gel gerîlayan û şervanan li dijî DAIŞ’ê şer kirin di heman demê de jî YBŞ’ê jî hat avakrin.”

‘Her bihustek axa Şengalê bi xwîna şehîdan hatiye avdan’

Nefiya Mêşo behsa hevgirtina gel di berxwedaniya Şengalê de kir û wiha anî ziman: “Dayikan alîkarî dan hêzên xwe û beşdarî berxwedanê bûn bi amadekirina xwarinê û bilindkirina morala xetên eniyên şer. Hemû kategoriyê gelê Êizdî û ciwanan ku nedizanîn çekê bi kar bînin ew rakirin ser milên xwe û tevlî şer bûn.”

Nefiya Mêşo wiha domand: “Gerîlayên Azadiyê bi erka mirovahiyê rabûn û bê tirs berê xwe didan şer da ku me ji van hovan rizgar bikin. Her bihustek ji axa Şengalê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Piraniya gel nedixwest ji Şengalê derbikevin tevî vekirina korîdora bi ewle ji hêla gerîla ve, da ku alîkariyê bi hev re bikin. Bi vî awayaî gelek kes li Şengalê man û bi hev re berxwedanî kirin.”

Endama TAJÊ’ê Nefiya Mêşo salvegera 10’emîn a rizgarkirina Şengalê li Serok Apo û şehîdên berxwedanê pîroz kir û wiha gotina xwe qedand: “Em bang li tevahiya civaka Êzdî dikin ku li tekoşîna zarok û şehîdên xwe xwedî derkevin û fermanê ji bîr nekin. Em ê her tim berxwedaniya xwe bikin. Divê gel li ser wijdan û axa xwe bibe xwedî hêz, ger îro gelê me bi rehetî li Şengalê jiyan dike, ev bi saya gerîlayên azadiyê ye.”

Di heman çarçoveyê de endamê Rêveberiya Şaredariyên Gel a Şengalê Xwedêda Eliyas axivî û wiha got: “Dema DAIŞ’ê di fermana 2014’an de êrişî Şengalê kir, civaka Êzidî neçar ma ku xwe li Çiyayê Şengalê bigire. Li wir bi gerîlayên azadiyê re dest bi berxwedaneke mezin hat kirin. Ev berxwedan gav bi gav xurtir bû, heya ku di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke dîrokî navenda Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-Star’ê, şervanên YPG û YPJ’ê û hêzên herêmî yên YBŞ’ê ve pêk hat. Meclîsa Avaker a Şengalê roleke bingheîn lîst ku her endam û pêkhateyek wê di vê pêngavê de lehengiyeke mezin nîşan da.”

‘Gerîlayên azadiyê bi lehengî tevlî pêngava rizgarkirinê bûn’

Xwedêda Eliyas wiha berdewam kir: “Gerîlayên azadiyê ku bi lehengî tevlî pêngava rizgarkirinê bûn û ji bo civaka Êzidî şehîdên mezin wekî Ş.Berxwedan, Zerdeşt Şengalî, Seîd Hesen û Mam Zekî dan. Tevî hemû hewldanên xiyanetê yên piştî rizgarkirinê jî wekî peymana PDK’ê û Hikûmeta Kazimî ya 2020’an bi keda Şehîdan, Meclîsa Avaker û Rêveberiya Xweser rê li ber valakirina Şengalê hate girtin. Planên wan kesên ku dixwestin Şengal bê frotin, bi hewldanên gelê me hat pûçkirin û niha gelê me bi azadî li ser axa xwe ye.”

‘Projeya Rêveberiya Xweser dermanê birîna Şengalê ye’

Endamê Rêveberiya Şaredariyên gel a Şengalê Xwedêda Eliyas bang li hikumeta Iraqê kir ku jenosîda li ser Êzdiyan nas bike di heman demê de rê li ber planên qirkirinê bigre û wiha gotina xwe qedand: “Projeya Rêveberiya Xweser dermanê birîna Şengalê ye û projeya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê. Rêber Apo jî di van demên dawî de silav û peyamên giring ji bo civaka êzidî û berxwedaniya wan da, me li berxwe da û şer kir niha jî dem dema azadiya Şengalê ye û dema misogerkirina Rêvebriya Xweser e.”

‘Rizgarkirina Şengalê ji bo me cejneke bû ’

Endamê Komîteya Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocelan li Şengalê Kendal Çiya jî behsa girîngiya rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Di dîroka mirovahiyê de heya niha gihaştina Buharê, derketina ji koledarî, zilm û zorê û gihaştina rizgariyê weke cejn tê pîroz kirin, rizgarkirina Şengalê jî weke cejneke ji bo me. Şengal navenda berxwdan û cihê hebûna me ye û di rizgarkirina Şengalê me hebûna xwe ji nû ve bidest xist. Divê hemû Êzidiyên di seranserî cîhanê de jiyan dikin bi çavekî weke cejin li vê rojê meyze bikin û vejîna xwe ya nû pîroz bikin. Du hezar ji gelê me di vê fermanê de li ber xwe dan û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gerîlayên azadiyê HPG û YJA-Star berxwedaniyeke mezin dan meşandin. Ew roj pir zehmetbûn, Şengal di nava dûrpêçekê de hatibû sînorkirin û DAIŞ li her cihekî bû, eger DAIŞ ji Şengal derneketiba û di nava çiya de xwe bi cihkiriba wê Êzidatî û Şengal ji holê hatiba rakirin. Xwestin li ser erdnîgariya Şengalê guhertina demografîk pêk bînin û dîroka me îmha bikin lewma ji rojên destpêkê dema êriş kirin navê gelek cihan veguhrandin erebî da ku dîrokeke tundraw a DAIŞ’ê binivîsinin.”

Endamê Komîteya Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocelan li Şengalê Kendal Çiya wiha gotina xwe qedand: “Rêber Apo di banaga xwe de ya di 27’ê Sibatê de dibêje, ‘Di şexsê PKK’ê de me hebûn bi ser xist, azadî bi têkoşîna şerê çekdarî li dijî dijmin na, bi têkoşîna îdyolojî û fikrê hundirî pêk tê’. Ev têkoşîn li hemberî hemû paşvertûtiyan, nezaniyan û aliyên ku dibin sedema parçebûna me li hemberî wan em ê êdî şer bikin, şerekî fikrî ku giyanê xwe paqij bikin û di aliyê zihniyet û hişmendî de xwe azad bikin, wê demê em ê bibin ferdên di civaka azad û demokrat, ji ber ku azadî bi tiştên madî û berjewendiyên şexsî pêk nayê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.