Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Kurd amadekariya pêşengeha karê destan dike

12/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Heyva Sor a Kurd amadekariya pêşengeha karê destan dike
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Rêveberê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî diyar kir ku wê di 20’ mijdarê de pêşengehek ji bo piştgiriya zarokên talasemiya û penceşêrê were lidarxistin. Herwiha Hacî destnîşan kir ku wê pêşengeh bi armanca komkirina alîkariyan ji astengdaran re li dar bikeve.

Heyîva Sor a Kurd wê di 20’ mijdarê de pêşengehekê li dar bixe. Ev pêşengeh ji bo zarokên talasemiya û penceşêrê re ye. Zarokên nexweş ên ku bi destên xwe amûr amade kirine wê wan berhemên xwe pêşkêş bikin.

Di derbarê amadekariyên pêşengehê de rêveberê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî ji rojnameya me re axivî.

‘Em di peyîdarina tiştên desta de astengiyan dibînin’

Ehmed Hacî da diyarkirin ku zehmetiyên wan di peyîdakirina tiştên ji bo karê destan de ye û wiha bi dawî kir: “Di dema amadekariyê de zehmetiyên herî girîng ên ku em pê re rû bi rû mane ew zehmetiyên ku

ji bo peydakirina tiştên ji bo karê destan hewce dike ye, ji ber ku piştgiriyeke bingehîn tune û rewşa tenduristiya astengdaran bandorê li karê wan dike. Ji xwe ji bo nexweşxaneyê, saziyek fermî tune ku piştgiriyê bide nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê me serdana çend kesayet û kampaniyan kir da ku amade bibin hem jî alîkariya me bikin û piştgiriyê bidin pêşengehê. Cewhera piştgiriya wan ew bû ku cihekî ji bo me ewle destnîşan bikin. Di pêşangehê de em ê hunerên destan jî nîşan bidin, her kes dikare tiştê ku bixwaze lê bigere û miqdara ku dixwaze ji bo astengan bide ji ber ku ne firotin e, lê her kes li gorî miqdara ku dixwaze bibe alîkar.”

‘Divê em baweriyê û piştgiriyê bidin astengdaran’ 

Hacî anî ziman ku divê piştgirî û bawerî ji bo kesên astengdar were kirin û wiha got: “Ev karên destan ku ji resim û afrînerên destan ên ku ji aliyê zarokên bi talasemiya û penceşêrê ne, tê çêkirin. Em zarokan û hemû kesî vedixwînin. Armanca me ya bingehîn ew e ku em bi riya vê pêşangehê alîkariyeke madî ji nexweşan re kom bikin. Herwiha da ku dermankirin û tiştên din ên pêwîst werbigirin û afirîneriya wan ronî bikin.  Ji bilî nexweşî û westandina wan, ew di çêkirina tiştan de afirîner in, dema ku em baweriya xwe bidin wan, hewiha dema ku ew baweriya ku dibêje kesên asteng nikarin tiştekî bikin, were şikandin wê nexweş jî bikarbin her tiştî bikin ne tenê mirovên saxlem. Ji ber vê yekê jî me ev pêşengeh li dar xist.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.