Rohat Bulut
Êdî demsala zivistanê li deriyê me xistiye. Civak jî amadekariyên zivistanê dike. Wekî her deverê civaka kurd jî amadekariyên zivistanê dike. Hewaya cemidî ya zivistanê û bayê sar jiyanê ditevizîn e. Li gund, navçe, tax û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bayên sar ne tenê hewayê, lê di heman demê de berxwedana bedena mirovan jî diceribînin. Lê dema hevgirtina civakê hebe rewş diguher e. Dema em berê xwe didin rewşên awarte yên sir û seqema zivistanê em dibînin ku li van axan, serma bi agirê hevgirtinê tê germ kirin.
Li vê herêmê, civak ne bi destên dûr ên dewletê, lê bi destên germ ên komunan tê şekilkirin. Li her taxê, li her gundî, mirov dicivin û nîqaş dikin. Jiyan û pêşeroja xwe, dijwariya demsal û rewşên awarte diaxivin. Ji bo zivistana dijwar ji balbatan bigire heta meclis û kumunan nîqaşên çereserî û organîzeya derbaskirina rojên teng tê kirin. Bi parvekirina tiştên bingehîn, bi rêya hevgirtinê çareserî tê pêşxistin. Ji bo germkirinê, nexweşiyan, dan û danûk, qût û zexîre, bi giştî ji bo debarê plansazî tê kirin.
Bi salan e, ev mirov ne tenê bi hewaya dijwar, di heman demê de bi dijwarîya şer, ambargoyê û bêpariyê jî têdikoşin.Belê gelê Rojava dizane: têkoşîna rastîn ne tenê li eniyên şer e, di pêşxistin û parastina sifreyên cîranan, tenduristiya zarokan û stargeha extiyaran de veşarî ye.
Di nava civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevgirtinek, yekitiye heye. Ev yekitî dihêle ku xwe ji hemû şert û mercên dijwar biparêzin. Lewre peyva “yekîtî” ne tenê dirûşmeyeke xweşik e, di heman demê de formulek ji bo jiyanê ye. Ji ber ku li vir, bêyî yekîtî, piştgirî û hevgirtinê, ne çirayên malan vêdikevin, ne jî kenê zarokan tê bihîstin. Ev hevgirtineke civakî ye. Bi vê yekê hewcedariyên civakî bi cih tînin û ristên xwe yên mirov pêk tînin.
Belê hevgirtina civakî ji bo her şert û mercî ye ku yek ji wan hevgirtinan jî li pêşberî demsalên zivistanê pêş dikeve ye. Mehên zivistanê piwîste civak bi hevgirtineke xurt derbas bike. Peydakirin û bi cih anîna sotemeniyê yek ji pêdiviyên sereke yên mehên zivistanê ye. Ew jî bi hevgirtina civakî, sazî û rêxistinên civakî, rêveberiyên xwecihî pêkan e. Lê di heman demê de pêwistî bi baweriya hevgirtî û yekitiya civakî heye. Ew baweriya gel jî xurt e. Ji zarokan bigire heta ciwan, jin, zilam, kal û pîran her ferdên civakê bi vê komuna civakî dadikevin. Li aliyê din di heman demê de em berê xwe didinê komîteyên tenduristiyê li gundan digerin, hewl didin ku pêdiviyên tenduristiyê bi cih bînin.
Belê civak di her warî de germahiyek xurt nîşan dide. Di van mehên zivistanê de jî bi pîleyeke bilind dê gerhamhiyeke zêde li Rojava pêş bikeve. Rojava nîşanî cîhanê dide ku azadî ne tenê armanceke siyasî ye, lê şêwazeke jiyanê ye ku her roj ji nû ve tê avakirin. Li van axan, azadî tê wateya parçekirina nanekî ji nîvî ve, daxistina tayê zarokekî û bilindkirina dengê jinekê. Û dibe ku zivistana Rojava vê yekê ji me re tîne bîra xwe: Germahiya rastîn ne ji sobeyê, lê ji germahiya dilê mirovan tê.






