Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Pêvajo hestyar e û HPC’ê parastina civakê dike’

12/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 ‘Pêvajo hestyar e û HPC’ê parastina civakê dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endamê Rêverberiya Hêzên Parastina Civakê HPC’ê yê kantona Cizîrê Hemîd Miêş diyar kir ku pêvajoya ku niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe pêvajoyeke pir hesas e û got: “Divê pêvajoyê de pêwîst e bêhtir Hêzên Parastina Civakê HPC’ê bi erkê xwe rabin”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku civak parastina nirxên xwe yên wek nasname û çandê bike, rêbaza pergala parastina cewherî an jî civakî pêş xistiye. Di heman demê de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pergal pêş xistin ku êdî bûye saziyeke hevgirtî. Ev hevgirtin ji taxan bigre heya eniyên şer li dijî êrîşên derve, yên terorîstan û şerê taybet disekine. Pergala parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sazûmaniya xwe ya tijî û dagirtî di her qadan tê naskirin, mîna şaneyek ku xwe di meclis û saziyên civakî de pêş xist û ava kir. Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber mercên şer pêwîstî bi parastinekê xweser a bi îradeya xwe dîtin. Ji lewra yekîneyên sivîl di nava civakê de hatin avakirin, mîna striyên gulan ku şaxê gul biparêze ye. Hizra parsatina cewherî anî jî parastina civakî dirust bû û encamên balkêş bi xwe re anî, mîna vê yekê li bendava Tişrînê hate xuyakirin.

Di derbarê girîngî û parastina Hêzên Parastina Civakî HPC’ê de rêveberê Hêzên Parastina Civakê HPC’ê yê kantona Cizîrê Hemîd Miêş ji Rojnameya me re axivî.

‘Niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvejoyeke pir hesas re derbas’

Hemîd Miêş anî ziman ku niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvejoyeke pir hesas re derbas dibe û wiha got: “Divê pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin, weke Hêzên Parastina Civakê HPC’ê gelek kar û xebat ji me tê xwestin. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha êrişên xwe li ser herêmê nedaye rawenestandin. Herwiha dagirkeriya Tirk bê navber şerê leşkerî û taybet li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Dewleta Tirk binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê toparan kir, da ku gel li dijî Rêveberiya Xweser derkeve. Lê belê rêxistbûna gel û têkoşîna Hêzên QSD’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Lewma bi ruhê şerê gelê Şoreşgerî ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma me vala derketin.

Li hemberî van gef û êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistbûn û parastina civakê ya herî girîng e, di heman demê de li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker Hêzên Parastina Civakê bi rola xwe lîstin û bi erkê xwe rabûn. Kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku didan meşandin, Hêzên Parastina Civakê HPC ê’ li pêşiya çavê cîhanê vala derxistin.”

‘Di nava gel de perwerdeyên me berdewam in’

Miêş da zanîn ku di vê pêvajoya niha de pêwîst e Hêzên Parastina Civakê bêhtir bi erkê xwe rabin û wiha pê de çû: “Pêwîst e em di vê pêvajoya niha pir hişyar bin, ji ber ku hem şerê leşkerî û hem jî şerê taybet li ser herêma me tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku şerê taybet di nava civaka me pêş bixe û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li djjî hev derxin. Herwiha weke Hêzên Parastina Civakî HPC’ê asta rêxistin bûna xwe bêhtir xurt bikin, lewma pêwîst e civak, komîn û komîteyên parastinê werin birêxistin kirin. Da ku şerê li ser herêma me tê meşandin vala derkeve.

Perwerdeyên me weke Hêzên Parastina Civakê HPC’ê berdewam in. Di nava gel de em perwerdeyan bi girsayî vedikin û ev perwerde li komînan tên dayînin. Di heman demê de, perwerdeyên me bi giştî li ser mijara parastinê ne û çawa civak xwe birêxistin bike. Helbet dema ku civak birxistin û perwerde kirî be tu kes nikare wê civakê ji hev parçe bike. Herwiha em perwdeyên leşkerî jî ji bo gel vedikin, mîna bi karanîna çekan. Perwerdeyê me li ser şerê leşkerî û taybet jî berdewam in.”

‘Niha Hêzên Parastina Civakê HPC‘ê bi şev û roj parastina civakê dikin’

Rêverberê Hêzên Parastina Civakê HPC’ê yê kantona Cizîrê Hemîd Miêş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev perwedeyên ku me dan di gelek aliyan de encam girtin, me ev yek li bendava Şehîdan a Tişrînê dîtin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker çawa bi awayekî hovane bendav toparan kirin, li hemberî van êrişan ciwanên me yên di nava Hêzên Parastina Civakê de li kêleka Hêzên QSD‘ê berxwedaneke dîrokî dane meşandin. Di heman demê de, dema ku rêjîma Baas hate hilweşandin hêzên me di gelek aliyan de nobet girtin. Niha Hêzên Parastina Civakê HPC‘ê bi şev û roj parastina civakê dikin û ji her êrîşeke ku were li ser herêma me ji bo parastina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amede ne. Zehmetiyên ku li pêşberî me der dikevin ew jî kêmbûna derfetên madî ne, lê ruxmî vê yekê  HPC’ê bê navber karê xwe bedewam bikin. Di vê pêvajoya niha de pêwîst e ku em asta rêxistinbûna xwe hîn zêdetir xurt bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.