Farûk Sakik
“Ev aştiya ku bi salane, di bedela wî de me şer kir, aştiyek ku wê bêedaletiya li ser vê axê bi dawî bike.”
Lîder û pêşengê rêxistina FARC, Manuel Marulanda bi van gotinê xwe bi dewleta Kolombiya re dest bi muzekereyan dike.
Di sala 1964an de FARC (Fuerzas Armadas Revolucionarias de Colombia) li dijî newekhevî û edaletsiziya li Kolombiya, wek tevgerek gerilla hat damezrandin.
Di sala 2012’an de pêvajoya muzekereyan ji Kuba destpêkir û piştî demek li Kolombiya dewamkir. Bingeha dînamikan muzekereyan di 4 merheleyan de derbas di bûn:
-Reforma axê û pêşxistina gundan
-Çekdanîn û entegrasyon
-Beşdariya siyasî û mafên demokratîk
-Mafên qurbaniyan û tezmînat
Têkoşîna FARC dişibe têkoşîna PKK’ê. Ev çar merheleyên li Kolombiya dişibe muzekeriyên PKK’ê. Dive heta sedemên destpêkirina şer ji holê ranevin, bêdengbûna çekan ji aştiyêre nabin bersiv.
Li Kolombiya edaletsizî û newekhevî hebû. Ji bo vî mafî şer kiribûn û di merheleya muzekereyan de ev di rêza yekem de bû. Dema ku ev yek hat çareserkirin FACK di sala 2016’an de derbasî qonaxa çekdanînê bû.
Pêvajoya muzekereyan dibin çavderiya Netewên Yekbûyî de derbasdibû.
Çekdarên FARC’ê di bernameyên entegrasyona jiyana sivîl de cih girtin.
Ji şervanên bere re, piştgiriya perwerdehî, kar û alikariya psîko-sosyal hat dayin.
Kurdan jî li dijî red, înkar û asimlasyonê şer kiribûn. muzekereyan destpêkir Rêber Apo got, me van tiştan da seknandin. Ji bo mafê-kolektif û nasnameya Kurdan me şer da seknandin, êdî dema avakirina civakek demokratik e.
Kurd ji merheleya çekdanînê derbasî merheleya entegrasiyonê bûne. Îro pêvajo, derbasî qonaxa ku Kurdên heta îro şer kirine, wê çawa werin tevlî siyaseta demokratik bibin. Bi siyaseta demokratik wê civakek demokratik çawa avabikin, ev tên nîqaşkirin.
Ji bo di pêvajoya muzekereyên Kurdan de, aliye sêyem tuneye ku çavderî bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê astengiyan derdixe. Gavên bi fedekariyek mezin ji aliye Rêber Apo ve tên avêtin bê bersiv dimînin.
Mînakek FARC ya di şibê PKK’ê, di qada legalde avakirina partiyek siyasî bû. Li Kolombiya piştî çekberdanê di sala 2017’an de partiyek bi navê ‘Colombia Humana’ (Kolombiya Mirovî) hat avakirin.
Rêber Apo jî bale dikişine ser partiya DEM. Dîsa dibêje ku ev partî were xûrt kirin û di nav vê partiye de siyaseta demokratik were meşandin.
Pêvajoya aştiyê ne tenê ji gavên teknîkî û siyasî pêktên. Pratîkên sazûmanî yên wekî naskirina mafên qurbaniyan, avakirina bîrdariyan û perwerdehiya aştiyê, merheleya herî girînge.
Dema muzekereyên li Kolombiyayê ev yek pêkhatin û roleke girîng di avakirina aştiya civakî de girt.
Bi heman awayî, li Tirkiyeyê jî divê dermankirina bîranînan û naskirina mafên qurbaniyan beşek girîng a pêvajoyê be. Dive ku dewlet ji bo “Roboskî” hin tiştan bike. Nabe ku em vê komkujiyê li pey xwe, di nav rûpelên dîrokê de bihêlin û derbasî civakek demokratik bibin.
Lê li bendê nesekinin ku dewlet van gavan bavêje. Me bere bi çekan, bi şer dixwest ku dewlet hin gavan bavêje. Îroj ji bo civakek demokratik dive siyaset were meşandin. Ji bo ku ev jî pêkwere dive paradigmaya Rêber Apo baş were fahm kirin û îdrak kirin.
Rêber Apo bi manifestoya xwe ya di hejmara yekem ya serxwebûn de, partî avakir û şer da destpêkirin. Îrojî dixwaze, bi ‘manifestoya civaka demokratik’ ev merheleya piştî partî û şer, bide destpê kirin.
Dive manifestoya wî demildest were çapkirin û belav kirin. Civak li benda vê manîfestoyê ye.






