Hemza Sêvo
Parlementerê Partiya DEM’ê yê Amedê Serhed Eren da zanîn ku rizgarkirina girtiyên siyasî wê ji bo tevahiya Tirkiyê di mijarên qanûnî, aştî û çareseriya demokratîk de roleke girîng bilîze û got, “Divê dewleta Tirk demildest girtiyên siyasî berde.”
Ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve siyastetmedarên Kurd rastî desteserkirin û girtinê tên. Bi sedan siyasetmedsar ji ber doza gelê Kurd a rewa ji hêla dewleta Tirk ve hatine desteserkirin û bi bêedaletî ketine zindanan.
Di pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diviyabû xala girtiyên siyasî yên Kurd were li ser maseya komisyonê û dewleta Tirk vê mijarê çareser kiriba. Lê heta roja îro dewleta Tirk gav ji bo çareseriyeke hiqûqî û dadweriyê neavêtiye. Derbarê heman mijarê Parlementerê Partiya DEM’ê yê Amedê Serhed Eren ji rojnameya me re axivî.
‘Tekane rê; avêtina gavên hiqûqî û siyasî ne’

Serhet Eren destnîşan kir ku rêya çareseriyê ew e ku dewleta Tirk gavên zagonî û siyasî bavêje û wiha got: “Pêkanînên kêfî yên ku li girtîgehan dewam dikin, bi taybet jî dirêjkirina infaza girtiyan ne tenê pirsgirêka girtiyan e. Ev mijar rasterast bandor li pêşeroja civakê jî dike. Di rewşeke hêviyên aştiyê pêşketî de, bêhiqûqî dirêjkirina cezayên înfazê, hêviyên aştiyê dişkîne û baweriya civakî qelz dike. Pêvajoya aştiyê bi gavên dualî, bi sazkirina bawerî û meşrûîyeta civakî dimeşe. Eger aliyek çekan dayne, li hember vê gavê aliyê din maf û daxwazên siyasî yên aliyên din înkar bike ev yek wê rê li ber pirsgirêkan veke. Ji ber vê helwestê wê pêvajo bi yekalî bimeşe û ev jî rê li ber têkçûyîna çareseriyê vedike. Azadiya girtiyan, bidawîkirina biryarên înfazê yên dijhiqûqî, bicihanîna mekanîzmayên edaletê yek ji şertên pêşîn e ku pêvajo li ser bingeha civakî bê pêşawazîkirin. Eger armanca dewletê civakbûyîna aştiyê be, divê polîtîkayên ku civakê ceza dike esas negre, divê helwesteke ku pêşeroja demokratîk esas digre, bimeşîne. Rewşa ku îro li girtîgehan derketiye holê, hem di gelê Kurd de û hem jî di raya giştî de pirsa ‘’gelo bir rastî jî çareseriyeke adil tê xwestin?’’ derdixe pêş. Ji bo ev pirs di rojevê de derkebikeve, tekane rê; avêtina gavên hiqûqî û siyasî ne.”
‘Berdana girtiyên siyasî, wê li Tirkiyê roleke demokratîk bilîze’
Eren da zanîn ku berdana girtiyên siyasî wê ji bo tevahiya Tirkiyê di mijarên qanûnî, aştî û çareseriya demokratîk de roleke girîng bilîze û wiha domand: “Bawerî ne mijareke yek alî ye. Bawerî bi gavên şênber ên civakî derdikeve pêş. Îro daxwaza gelê Kurd û civaka Tirkiyê zelal e. Wek hemwelatiyê wekhev daxwaza li ser esasên ristên hiqûqa gerdûnî, siyaseteke demokratîk, welat û jiyaneke wekhev, dikin. Gavên wekî azadiya girtiyan, di warê darazê de li ser esasên hiqûqa gerdûnî veguhestin û rakirina astengiyên beşdarbûna siyaseta wê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo demokratîkbûyîna tevahiya Tirkiyê wê roleke mezin bilîze. Mînakên wekî Başûrê Afrîkayê, Kolombîya û Bakurê Îrlandayê vê rastiyê ji me re vedibêjin. Li Tirkiyê jî em hatine berbanga heman rewşê. Îro gelê Kurd tenê daxwaza mafekî nake, ji bo civakbûyîna aştiyê peyamaneke civakî pêşniyar dike. Heke dewlet deng bide vê daxwazê û baweriya zagonî û hiqûqî saz bike, wê di navbera gelan de îradeya jiyana azad û wekhev pêş bikeve.”
‘Divê demildest dewleta Tirk girtiyên siyasî berde’
Parlementerê Partiya DEM’ê yê Amedê Serhed Eren tekez kir ku divê bi awayekî bi lez girtiyên siyasî werin berdan û wiha bi dawî kir: “Mixabin kengî li Tirkiyê pêvajoyeke çareseriyê pêş bikeve, mekanîzmayên dewletê li aliyekê hêvî didin, lê aliyekî wê yê din dikeve nav hewldanên zext û pêkutiyan. Eger îro li dijî sedan girtiyên siyasî tecrîd hebe, sedema vê tenê rewşa dijî zagonî nîne, ev yek di heman demê de nîşan dide ku feraseta dewletê ya ku înkar û ewlehiyê esas digre, di meriyetê de ye. Em baş dizanin ku aştî tenê bêdengkirina çekan nîne. Aştî bi parastina rûmeta mirovahî û esasgirtina ristên hiqûqa gerdûnî ye. Zextên wekî tedawînekirina girtiyên nexweş, astengkirina mafên têkiliyê, astengkirina tahliyeyên bi şert û gelek mînakên din ên ku li dijî girtiya dimeşe, her çend di zimanê fermî de wek ‘’ewlehiya navxweyî’’ bê pênasekirin jî, di bingeha xwe de yek ji wan qadan e ku aştiya civakî hedef digre û sabote dike. Ji ber vê yekê, sedema bingehîn a vê rewşê, siyaseta ewlehkar, pêkanînên darazê û feraseta cezakirna nasnameya siyasî ye. Ji bo ev pêvajo bi gavên demokratîk bimeşe, divê dewlet demildest dev ji bêhiqûqiyên li girtîgehan berde. Divê neyê jibîrkirin ku aştî, di destpêkê de bi sazkirina hiqûqî û rêzgirina mafên mirovan dest pê dike.”






