Dilyar Cizîrî
Ev demeke hikumeta veguhêz a Sûriyê propogandaya serdana serokê xwe Ehmed El Şeri ji Amerîka re dikir. Balkêş bû Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di dema civînê de xwe gihand Amerîka û piştî civîna Tramp û El Şeri, li gel şandeya Sûriyê û wezîrê derve yê Amerîka re civîn lidar xist. Serdana Hakan Fîdan asta zêde ya destwerdana wan di dosyaya Sûriyê de nîşan dide. Di heman demê de ne baweriya wan bi desthilata Ehmed El Şeri raber dike. Wiha diyar dibe, desthilata Tirkiyê bi tirse El Şeri bêyî wan itîfaqan imze bike.
Li aliyê din balkêş bû Rêveberiya Tramp bi sivikayî nêzî vê serdanê bû. El Şeri di deriyê paş re derbasî Koşka Spî kirin. Rê ne dan rojnamevan civînê bişopînin. Di dawiya civînê de tu daxuyaniyên hevbeş ne hate dayîn. Fotoyên hatin weşandin, di runiştina Turamp û tîma El Şeri de ji bilî piçûkxistinê peyama “tu hatiye perspektîfên xwe bigre” Bi vê serdanê wiha fam neke me te fermî nas kiriye. Xaleke din a herî girîng mijara “cezayên Qeysere” di vir de jî hikûmeta veguhêz a Sûriyê wiha fam kiribûn dê Qeyser bi temamî ji ser wan rake. Lê ceza tenê hatiye cemidandin. Ev tê wateya “Em ê te bişopînin, ka dê komkujî dûbare bibin an na?” Ev xalên giring ên dema hevdîtinê ne.
Lê piştê yek ser Wezareta Karê Derve ya Sûriyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin pêkanîna Peymana 10’ê Adarê û entgresyona QSD’ê di Arêtşa Sûriyê de hate nîqaşkirin. Di vê daxuyaniya hikûmeta veguhêz de mirov rehet dikare bêje mijara QSD’ê û hebûna wê di Artêşeke niştimanî ya Sûriyê de xala sereke ya li ser maseya nîqaşên wan bû.
Tramp jî piştî hevdîtinê ji ragihandinê re got Têkiliya El Şeri bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re xurte. Di nerîna min de ev jî peyameke Amerîka ji hikûmeta veguhêz a Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê re ye. Bi vê yekê Tramp ji El Şeri re dibêje divê tu henekî xwe ji bin bandora dewleta Tirk derbixe, da tu karibe biryaran pêk bîne. Her wiha got di demeke nêzîk de dê hin tişt derbarê Sûriyê de werin ragihandin. Ev jî nîşaneya wê ye tişta ji El Şeri xwestine bi dest xistine. Bi taybet di mijara têkiliya Îsraîl û Sûriyê de, dê gavên mezin werin avêtin. Ev jî di rojên pêş de wê di pêkanîna xalên lihevkirinê de diyar bibe. Di mijara pêkanîna pêkanîna peymana 10’ê Adarê de jî wê êdî rê li ber gavavêtinê vebe. Îcar heger El Şeri karibe xwe hinekî ji bin baskê dewleta Tirk derbixe. Heger nikaribe dibe peyman têk biçe.
Lê niha ya girîng em behsê bikin, hikûmeta veguhêz a qaşo dê bikin beşek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dê çawa karibe li dijî DAIŞ’ê şer bike. Ev ne pêkane û ne mimkine bibe. Lê bi vê Amerîka û Koalîsyona Navdewletî yên dizanin ewê nikaribin şerê DAIŞ’ê bikin, dixwazin barê wan pê giran bikin. Nerîna min ji ber vê xalê dê di rojên pêş de tundiya heyî ya Sûriyê hîn girantir bibe.






