Nehîr Pale
Sûriyê ji aliyê îdeolojîk ve xetimî ye, aborî bê çare ma ye, siyasî û civakî jî her çiqasî rejîm were guhertin jî dîsa nikare pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bike. Bi taybet Hikûmeta Demkî ya Şamê ti projeyên wê yên çareserkirina pirsgirêka zayendperestî ya civakî nîne. Berevajî; zagonan ji bo cilûbergên jinê datîne. Mîna hemû sîstemên dagirker sînor ji jinê re danîne, vê hikûmet jî heman sînor ji jinê re diyar kirine. Her wiha çawa oldaran di bin navê ol de gelek tişt li jinê heram kirine û ew qeyd kirine, niha Hikûmeta Demkî ya Şamê heman tiştî dike û destpêkirine zagonan li ser jinê ferz dike.
Sîstemên dagirker, dewlet û ol ne mumkine destûr bidin jinê ku bifikire û berpirsyartî rabike. Heyanî ji destê wan tê jinê difetisînin û dawî li hebûna wê tîn in. Hebûna jin li ser sîstemê gelekî xeter e. Jina Sûrî çawa hêvî ji Hikûmeta Demkî ya Şamê dike ku jêre bibe hêz û pirsgirêkên wê çareser bike. Divê hemû jin çavên xwe vebikin û bibînin ku sîstema heyî nikare pirsgirêkên wan çareser bike. Tenê jin wê bikarbin pirsgirêkên xwe çareser bike.
Jin wê çawa pirsgirêkên xwe çareser bike? Têkoşîneke jin a bi sedê salan heye, bi taybet jinê di Tevgera Azadiya Kurdistanê de gelek qeyd û zincîr şikandin û ji hemû aliyan ve berpirsyartî rakir. Jinên Sûrî jî ciyê xwe di vê têkoşînê de girtin û hîna têkoşîna xwe berdewam dikin. Wê demê divê li pêşiya Hikûmeta Demkî ya Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bigre. Zagonên hukmê koletiyê li jina Sûrî dibirin û li ser jinê ferz kirin. Destpêke; destûr nadin jina Sûrî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de berpirsyartî rabike. Li ser wê ferz dikin ku serê xwe ji saziya malbatê dernexîne û jinên di saziyên wan de dixebitin xizmeta sîstema wan bikin. Piştre wê mîna dewleta Îranê polîsên exlaqî yan jî saziyên exlaqî deynin ser serê jinên Sûriyê û wan bişopîn in. Pirsgirêkên exlaqî jî bi girtin û kuştinê li ser tê girtin û jinan dirizîn in.
Jinên Sûrî eger hêvî ji sîstemên dagirker bikin ku pirsgirêkên wan çareser bikin, wê xwe bixapînin û dîsa çarenûsa wan têkeve destê desthilatdaran de. Ji ber vê yekê jinên Sûriyê neçarin ku berpirsyartî rabikin, xwe birêxistin bikin, parastina xwe bikin û li ser çareseriyê lêkolîn bikin. Ew nikarin çarenûsa xwe ji Hikûmeta Demkî ya Şamê re bihêlin.
Tevahî gelê Sûriyê êdî ji şer westiyane û aştiyê dixwazin lê belê jinên Sûrî nikarin bi vî awayî bifikir in. Hikûmeta Demkî ya Şamê hîna negotiye ku li Sûriyê pirsgirêka jin heye yan jî mafên jinê hatine binpê kirin. Ji destpêka hatina xwe ve rêzik û zagonan li ser jinê ferz dikin. Bi qasî girîngî dane desmalê girîngî nedane ti mafên jinê. Ya girîng li gel wan jin xwe bi cilên reş bipêçe, pora wê diyar neke, bêdeng be û ji derveyî zagonên ol, malbat û dewletê tevnegerê. Eger jin li Sûriyê berpirsyartî raneke û girîngî nede rêxistinkirinê, wê hemû deskeftiyên xwe wenda bike.






