Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Sûriyeyî di navbera tundî û bêedaletê de

12/11/2025
in JIN
A A
Jinên Sûriyeyî di navbera tundî û bêedaletê de
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di destpêka sala 2025’an de Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, gelekan weke serdema azadiyê xeyal dikirin, lê belê ew bi xwe bombeyeke ji kaoseke mezintir bû. Herwiha di nava vê zordariyê de jin armanca herî sereke ji bo tesfiyekirina mezhebî û siyasî bû.

Ji destpêka sala 2025’an ve, bi dehan jin li Sûriyeyê winda bûne di heman demê de li hember tundiyeke hovane rast hatin weke tecawîzkirin û revandinê, ku ev yek nîşana zêdebûna metirsîdar a tundûtûjiya li dijî jinan piştî hilweşîna saziyên dewletê ya berê ye. Ev diyarde ne nû ye, lê belê berdewamiya dîrokeke dirêj a binpêkirinan e, ji ber ku revandin û destdirêjiya li ser jinan bi salan e wekî amûrek ji bo terorîzekirina civakên herêmî di dema şer û pevçûnan de tê bikar anîn.

Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê û hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariyê herêmên perava Sûriyê şahidiyê zêdebûna tundî û binpêkirinên mafên mirovan hat ku gihaşt asta pêkanîna komkujiyên komî di Adara vê salê de, vê yekê hiştî ku aloziya mirovî li welat girantir bibe. Kuştin û tesfiyekirin bi armanca sepandina kontrolê û tolhildanê pêk hatin, bêyî ku ewlehiya welatiyan ango mafên wan ên bingehîn werin berçavgirtin. Di piraniya herêmên Sûriyê de kuştin û tundiyê pêk hatin, lê yên herî ku zirar û binpêkirin pêk hatin li perava Sûriyê û Swêdayê bû, çekdarên hikumeta HTŞ’ê bi taybetî welatiyên ji mezhebên Durzî û Elweî hedefgirtin, di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya van binpêkirinên xwînî de, jinan ziyana herî mezin kişandin; jinên li van herêman rastî gelek awayên şîdeta fîzîkî û psîkolojîk, binçavkirina keyfî, kuştin, tecazkirin, revandin, koçberkirina, bi darê zorê û veqetandina ji malbatên xwe hatin ku bûne qadeke ji bo çareserkirina hesabên siyasî û mezhebî.

Di navbera Çile û Îlona 2025’an de, sê xalên sereke yên şîdeta li dijî jinan derketine holê:

1-Li berava Sûriy(Laziqiy, Tertûs û Hema)

Li gorî rapora Reutersê di (Hezêrana 2025’an) de, bi kêmanî 33 jin û keçên ciwan ku temenê wan di navbera 16 û 39 salî hatin revandin, hin ji wan hatin berdan piştî dayîna fîdyetê, hejmarek din di şert û mercên ne diyar hatin windakirin, armanc ne darayî bû lê siyasî û mezhebî bû, name ji bo mezehbê bi giştî bû ku qûnaxa wan bi dawî bû, ev yek piştî êrişa ku li ser van herêman pêk hat ji hêla çekdarên girêdayî hikumeta veguhê û çeteyên biyanî ku cihê xwe di nav Wezareta Parastinê digrin.

2-Siwêda:

Ji naveresta Tîrmeha 2025’an de û heya Îlonê, Netewên Yekbûyî 105 rewşên revandina jin û keçên ciwan ji Cebel -El Ereb belge kir, 80 ji wan hîn winda ne heta îroj raporên meydaî tekez kiriye ku tecawiz li hin wan jinan hatiye kirin berî ku bên kuştin. Ev şêwaz ne tenê sûceke, lê belê îfadeya şerê li dijî nasnameyê ye ku jinan hedef digrin ji ber ku ew sembola mezhebê ne, ev yek jî di encama êrişa hikumeta veguhêz pêk hat û derxistina fitneyê di navbera gelê Siwêdayê û Bedû de.

3-Qurbaniyên tundiya komî:

Di mehên detpêkê ya sala 2025’an de, li herêmên Beravê û Siwêdayê komkujiyên hovane pêk hat. Li Siwêdayê tenê 1000 sivîl hatin kuştin di nav de hejmareke mezin ji jin û zarokan di heman demê de 33 gund hatin şewitandin. Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz cudahî nexistin di navbera jin û mêran de, lê qurbaniya herî mezin ku zirar dît jin bûn di riya windabûna zarok û hevjînan herwiha yên li hember tecawizkirinê û revandinê hatin.

 Necezakirin xeleka hetî xeter e

Giştî ev sûc berfireh nedibûn eger desthilatdariyeke dadwerî hebûya, dadgehên herêmî windabûn an jî hevkarbûn, dezgehên ewlehî beşdarbûn an jî bê hêz bûn. Bêcezabûna ne tenê tê wateya ku sûcdar nayên darizandin, lê peyameke zelal dide nîşandan ku dibe ku sûc dîsa pê bê, ev yek rave dike ji ber berdewamkirina revandin û tecawiz li hin deveran.

Ji destpêka sala 2025’an de û heya roja îro, ezmûna Sûriyê îspat kiriye ku hilweşîna rejîmekê nayê wê wateyê ku azadî tê vejîn kirin; berevajî vê ew deriyê valahiyek pir xeternak vedike û jin yekem kes bûn ku bedela vê valahiyê dan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.