Hêvî Keleş/ Hesekê
Rêveberiya Ofîsa kampa Waşokanî Cewahir Ezo destnîşan kir ku Karê wan li kampa Waşokanî li ser alîkariya jinên koçber di hemû waran de, çi rewşenbîrî, aborî, an tenduristiyê de ye, disekine û wiha got: “Weqfa jin li kampa Waşokanî ji bo piştgiriya jinê dixebite.”
Di bin dirûşmeya “Jinên Azad bingeha civakeke azad in”de, Weqfa Jinên Azad di Îlona 2014”an de li Rojava hate damezrandin. Armanca wê ew e ku jinan di warên aborî, çandî, civakî û tenduristiyê de bihêz bike, beşdarî çareserkirina pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin bibe û civakê bi rêya perwerde û hişyarkirinê pêş bixe.
Xebata wê ne tenê bi hişyarkirin û perwerdekirina jinan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve sînordar e, lê di heman demê de perwerde û hişyarkirina jinên li kampên penaberan jî vedihewîne, wekî kampa Waşokanî, ku di sala 2019”an de ji bo kesên bi zorê koçberkirê ne ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên derdora bajarokê Til Temirê, ku ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin, hate damezrandin.
Derbarê kar û xebatên Weqfa Jin di kampa Waşokanî de Rêveberiya Ofîsa kampa Waşokanî Cewahir Ezo ji Rojnameya me re axivî.
‘Em alîkariya jinan bi riya perwedeyan dikin’

Rêveberiya Ofîsa kampa Waşokanî Cewahir Ezo anî ziman ku Weqfa jin di nav kampê de ji bo rêxistinkirina xwe xebitiye, bi rêya dersên perwerdehî, rewşenbîrî û tenduristiyê di nav jin û keçan de li ser mafên wan hişyariyê dide û wiha got: “Weqfa Jin hewil dide ku jinan ji hêla aborî ve bi pêşkêşkirina kursên perwerdehiya pîşeyî û piştgiriya wan di vekirina karsaziyên biçûk de bihêz bike, di heman demê de ji wan re perwerdeyên dirûtina cilan, fêrkirina zimanê kurdî û mudaxeleyê yekemîn vedikin. Em alîkariya jinan bi riya hişyarkirina wan û perwerdekirina wan li ser bidestxistina mafê wan ên jiyanê dikin. Piştî perwerdekirina jinan em bawernameya didin wan, her sal em bi van perwerdeyan radibin, di destpêka ku me dest bi pewerdeyên dirûtina cilan, mudaxeleyên yekemîn yan jî fêrkirina zimanê kurdî kir, hejmara jinên tevlî dibûn ji 15 heta 25 bû lê di dema niha de hejmara jinên ku tevlî perwerdeyan dibin dighêje 10 jinan, ji ber ku gelek jin ji perwerdeyên me derçûne. Di destpêkê de, me ji bo nasandina karê Weqfa Jinan ji bo jin û keçan xebitîn. Piştre, me dest bi pêşkêşkirina cûrbecûr kursan kir, ji perwerdehiya rewşenbîrî bigire heya perwerdehiya pîşeyî, da ku piştgirî bidin jinên ku bi zorê koçber bûne û piştgiriya exlaqî û psîkolojîk bidin wan. Her wiha kursên ziman, di nav de yên rekreasyonê jî, ji bo zarokên 6-8 salî me dan destpêkirin. Bi rêya perwerdeyên ku em bi hevrêziya komînan li dar dixin, em hewil didin ku alîkariya jinan bikin, hişmendiya wan bilind bikin û rewşa wan a psîkolojîk a ji ber êşa wan a piştî koçberkirinê baştir bikin, ji bilî vê, em wan ji hemû cureyên tundûtûjiyê diparêzin bi agahdarkirina wan li ser mafên wan.”
Cewahir Ezo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di kampê de rewşa jinan ji aliyê aborî ve xirabe, ji ber ku ew hewcedarî gelek pêdiviyane, di vekirina karsaziyên wan ên biçûk de ji ber amûrin hene bi me re peyda nabin ji bo wan, ev jî dibe astengî li ber me ji bo alîkariya wan. Di dema destpêka vekirina navendeke me li kampê zewaca keçên bi temen biçûk çêdibû, herwiha tundî li ser jinan dihat kirin, lê belê di dema niha de rewş hatiye guhertin, gelek cûdahî çêbûye ji wê demê ve. Û zehmetiyên ji aliyê zihniyeta zilam ve li ber me derdiket ku gelek zilam qebûl nedikirn ku jinên wan yan keçên wan tevlî perwerdeyên me bibin ji ber ku tirseke di nava wan de hebû ku jin bi hêz bibe û nema bi hacet wan be, lê bi demê re me karîbû li hember vê zihniyetê bisekirinin û bi jinan re bibin alîkar û bi riya perwedeyan wan hişyar bikin, bihêlin ku xwe bispêrin xwe.”






