Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Geşedanên leşkerî û siyasî di Rojhilata Navîn de

12/11/2025
in NÛÇE
A A
Geşedanên leşkerî û siyasî di Rojhilata Navîn de
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd

Rojnamevan Kakşar Oremar diyar kir ku li gorî raporek tora Îsraîlî ya bi navê “KAN”, Misir, Azerbaycan, Qeter, Urdun û Endonezyayê amadebûna xwe ji bo şandina leşkeran bo Xezayê ragihandine û got, “Tirkiyê jî niyeta xwe ya beşdarbûna di pêvajoya çavdêriya agirbestê li Xezayê de bi şandina leşkerên xwe û piştgirîkirina pêkanîna wê ragihandiye.”

Di derbarê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn di qewimin, bi taybetî li Filîstin, Îsraîl, Sûdan û hwd, rojnamevan û nivîskar Kakşar Oremar bersiva pirsên Rojnameye me da û hevpeyvîn wiha bû:

1- Em dibînin ku li Xeza peymanek hat mohrkirin û Tirkiyê û welatên Ereban jî di nava vî peymanê de bûn. Gelo ji nû ve avakirina sînorên Rojhilata Navîn de rola vê peymanê çi ye?

Berî her gotinekê divê bêjim ku dema behsa ji nûve avakirina sinorên Rojhilata Navîn û pirsgirêkên wê tê kirin du mijarên dîrokî û siyasî dikevin bîra min:

1-Pirsgirêka Kurd

2-Pirsgirêka Filistîniyan

Mijara duyê tim di bala raya giştî de ye lê mijara yekê tevî ku sedan sal beriya ya dine, zêde di bala raya giştî de nemaye.

Ew peyman bi kiryarên li dijhev ku heya niha em dibînin yê nikarîbe xwedî bandoreke berdewam an jî domdirêj be. Tenê di warê vegûherandinan girtiyên zindî û miriyên di destê du aliyan da bandora wê rêkeftinê hebû ku di qada siyaseta navxweyî da Netanyaho zêdetir sûd jê stand. Ji dema ku agirbesta di navbera Hemas û Îsrayîlê de di 10`ê Cotmeha îsal de dest pêkiriye, heya niha gelek şer û bûyerên kujer qewimîne. Li gorî rêveberiya Tenduristiyê a Xezeyê ku di bin kontrola Hemasê de ye, di wan bûyer û êrişan de zêdetirî 90 Filistînî hatine kuştin. Nêzî hefteyek berê, du leşkerên Îsrayîlî jî hatin kuştin. Li rex van rûdanên tije agir û nifir de dîsa jî Trump dibêje agirbesta di navbera du aliyan da yê xwedî wê bandorê nebe ku dîsa şerekî weke yê salên berê di navbera du aliyan da biqewime!. Trump bi îdaya ku “tiştek nikare agirbestê bixe bin metirsiyê” ji hêlekê zaniyariyên îstixbarataî dide artêşa Îsrayîlê û ji hêla din Hemasê tehdîd dike û dibêje: Hemas tenê beşek pir piçûk ji xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn pêk tîne û pêwîst e performanseke baş û xûya nîşan bide, ger wiha nebe em ê bi yekcarî wê rêxistina terorîstî ji holê rakin.” Herwiha gotin û kiryarên dewleta Amerîka hev nagirin dema ku serokê Amerîkayê geşbîniya xwe li ser berdewamiya agirbesta Xezê a di navbera Îsraîl û Hemasê de nîşan dide û dibêje:”Ti xeterek li ser agirbestê tune ye, lê ger leşkerên wan bêne kuştin, divê Îsraîl bikaribe bersivê bide vê yekê.”

Bi vê rewşa ku em dibînin û bersivên dijwarê yên artêşa Îsrayîlê li ser erdê ne mumkine ku ew pirsgirêga dehan salên derbasbûyî bi hemû xweşbaweriyên Trump bêne çareserkirin. Hebûna Tirkiyê û welatên weke Qeterê zêdetir ji ber du sedemên sereke ye: 1. Di warê dubare avadenakirina Xezeyên de sûdekî pir mezin digehe wan. 2. Dixwazin wiha bidin xûyakirin ku nûnerên cîhana îslamî ne û qaşo di xema gelê bira yê Filkistîn û mislman de ne.

Ew durûtiyên Erdogan ji mêj ve ye ku ne di gotin û axaftinên wî yên rojane de belkî di kiryarên wî da hatine selmandin. Li Bakurê Kurdistanê jî behsa biratiya Kurd, Tirk û Ereban dike lê hemû kar û kiryarên wî tenê sûdstandin ji demê û xapandkarî ne û bes.

2-Herî dawî wezîrên derve yên Tirkiyê, Qetar, Erebistana Suudî, Misir, Îmarat, Urdin, Pakistan û Endonezya ji bo peymana Xeza li hev kombûn, gelo van hêzan rolekî çawa dilêyizin li wir? Bi vî rengî mumkin e pirsgirêkên heyî çareser bikin?

Carê Hemas li Xezê maye û hêzên din yên alîgirên siyaseta Îsrayîlê jî tenê di gotinê de hebûna xwe eşkere dikin ku bi temamî li dijî desthilata Hemasê ne. Artêşa Îsrayîlê jî hinek xwe ji çeperên berê paşde vekişandiye û bi wan hêzên alîgirên siyaseta dewleta xwe re hevkariyê dikin. Çar komên milîsên Filistînî û dijberên Hemasê li deverên ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve têne kontrol kirin û di nav devera ku wekî “Xeta Zer” tê zanîn ku li ser projeyên siyasî û aborî dixebitin. Serokên van koman, di nav de Eşref el-Mansî, Hussam el-Estal û Yaser Ebû Şebab xwe wekî beşek ji projeyek hevbeş ji bo “Xezeyek nû” dane nasandin.

Hussam El-Estal dibêje:”Emê di demek nêz de kontrola hemû Xezê û derdora wê bigirin, destê xwe û di bin alayekê de bibin yek.” Pêwîst e bê zanîn ku bi rêya deriyê Kerem Şalom û hemahengiya artêşa Îsraîlê hevkariyên madî û locîstîk ji wan komên hevkar bi dewleta Îsrayîlê re têne dayîn. Piştî lihevhatina du aliyan li Xezê dîsa jî Hemasê dest bi reşkujiyên hinek dijberên siyaseta xwe ya wêrankarane. kirin. Îcar êdî bi hebûna hêzên dijberî Hemasê re rêxistinên din yên nû yê li Xezê ava bibin, ji ber ku wê siyaseta Hemasê ji xeynî kuştina dehan hezar kesan û wêrankirina Xezê ti encamek bixwe re neanî.

Kombûna wezîrên derve yên welatên navbirî bêencam maye û tenê di ragehandinê de dengekî wan yê bilind û jêstên wan yên rojane diyar bûn, weke di li ser erdê kîjan gûherandin çêkirine? Rewşa jiyana xelkê Xezê çi gûherandin biser de hatiye? Her wiha ez di wê baweriyê de me ku beriya her hêz û dewletekê kilîla çareseriyê di destê wan hêzan de ye ku li herêmê xwedî hêz û îmkanên din yên aborî û siyasî ne. Îran bi rêyên nihînî hê jî hevkariyên madî dide Hemas, Hizbulah û Cihada Îslamî. Yanî destê wan bi yekcarî ji herêmê nehatiye qûtkirin.

Li gorî raporek tora Îsrayîlî a binavê “KAN”, Misir, Azerbaycan, Qeter, Urdun û Endonezyayê amadebûna xwe ji bo şandina leşkeran bo Xezê ragihandine. Tirkiyê jî niyeta xwe ya beşdarbûna di pêvajoya çavdêriya agirbestê li Xezayê de bi şandina leşkerên xwe û piştgirîkirina pêkanîna wê ragihandiye.

Lê belê, Îsraîlê bi tundî li dijî hebûna hêzên Tirk di vê mîsyonê de derketiye. Tevî wê yekê ku serokê Amerîkayê Donald Trump berê rola Enqerê û bi taybetî jî serokê wê Receb Tayyip Erdogan, di peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de bi pesndayînê dabû diyarkirin, lê dewleta Îsrayîlê ne li Suriyê û ne jî li Xezê, herêmên din yên stratejî izneke wiha nade dewleta Tirkiyê. Ji ber ku ew dizanin di warê fikrî de Erdogan û rêberên Hemasê di xana Exwan El-Muslimîn de ne. Qet bila ji bîra we neçe ku Erdogan tenê li pey berjewendiyên aborî û mayîna desthilata xwe a tije gendelî ye.

3-Gelek hêzên navnetewî hin welatan de tevlîhevî, kirîz û qeyran zêde dikin, niha jî li Sudanê şerê hundirîn geş dikin. Gelo polîtîkayên destwerdanê de guhartinek çawa heye?

Li pey hatina serkar a Donald Trump him ramanên rasîstî li cîhanê zêdetir bûne, him jî pirojeyên ji dagirkerina axa welatên din re zêdetir bûye. Rewşa Rojavayê Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirkiyê li dijî herêmên di bin desthilata QSD`ê de, şerê Rusya û Ukrayîn, bihêzbûna partiyên netweperest li Ewropa, mijara dijberiya bi penaberan re û hwd… hemû ew fenomenin ku di xana siyaseta dewleta niha ya Amerîka de xwedî cihekî taybetî ne. Ger berxwedana Gerîlayên fedakar nebûya Trump di dewra yeka a serokkomariya xwe de hemû lampên kesk ji Erdogan re pêxistibûn, lê wan di qada siyaset û şer de nehiştin ku hemû herêm bikeve bin desthilata dagirkeriya Tirk de.

Ji sala 2023`an û şûnde şerê navxweyî li welatê Sudan di navbera du aliyên bihêz de rikaberî heye ku ji xeynî, wêranî û tevkuijiyê encameke wê tune. Nakokiyên kûr û tije kîn di navbera Hêzên Çekdar yên Sûdanê (SAF) di bin serokatiya General Ebdel Fetah al-Burhan û milîsên Hêzên Bersiva Bilez (RSF) yên bi serokatiya Mihemed Hamdan Degalo de ye. Dema em behsa şerên di navbera du aliyan de dikin tevkujiya Darfûr û awarebûna zêdetirî sê milyon hevwelatiyên tê ber çavên me. Rêxistinên mafên mirovan û ajansên ragehandinê rastiyên tije tehlîl eşkere dikin ku gelek sivîlên li Darfûrê di çarçoveya komkujiya Massalit de hatine kuştin ku wekî paqijkirina etnîkî an jî jenosîd hatiye binavkirin. Dîmenên herî tirajîk û xemnak kuştina zarokên bêsûçe.

Mudaxele an jî desttêwerdanên biyanî di şerê Sûdanê de şandina çekan ji hêla welatên weke Çîn, Rûsya û Tirkiyê jî bûye sedem ku hê jî şer berdewam be. Piştgiriya herêmî ji bo hêzên bersiva bilez ji Îmaratê û welatê Çadê hatine. Di heman demê de welatê Misrê jî piştgirî daye artêşê. Şerekî wiha domdirêj û dûr ji hemû prensîpên insanî kirîzeke mirovî û mezin afirandiye. Kêmasiyên giran yên xwarin, av, derman û alîkariyê, girtina nexweşxaneyan berbelav, belavbûna nexweşiyên vegir, koçberiya berbelav, talankirina alîkariyên mirovî û hilweşîna hema bêje tevahî ya sîstema perwerde li hemû Sûdanê û binesaziyê ew encamên diyaryên wî şerê navxweyî ne. Di bersiva dijberiya bi şer re gelek welatên weke Kanada, Yekîtiya Ewropî ji ber binpêkirinên agirbest, mafên mirovan û kiryarên bêîstîqrarkirinê, li ser hinek kes û aliyên şerker û berpirsên artêşê hinek ceza ferz kirine, lê ew jî heya niha bêencam mane.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.