Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Beşdarbûna jin di hilbijartina Parlementoya Îraqê de

11/11/2025
in JIN
A A
Beşdarbûna jin di hilbijartina Parlementoya Îraqê de
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Proseya dengdana giştî ya Hilbijartina Parlementoya Iraqê îro destpê kir. Di vê çarçoveyê de ji 7 hezar û 769 namzetan 2 hezar û 248 namzet jin bûn. Herwiha beşdarbûna jin di hilbijartinên Parlementoyê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Li gorî komîsyonê di dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê de, 22 hezar û 764 jinan dengê xwe bidin. Herwiha duh ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê, dengdana taybet ya hêzên ewlekarî, leşker, polîsan pêkhat. Di heman demê de, komîsyona Bilind ya serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku bi giştî 2 milyon û 82 hezar û 52 kesan dengê xwe bidin. Di nava vê hejmarê 22 hezar û 764 kes jin bûn.

Hêjayî gotinê ye biryare sibe li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana giştî ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê pêk werin. Herwiha li hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistan û Iraqê dengdan bi awayek asayî dewam dike.

Rola jin di Parementoya Iraqê pir girîng e

Li gorî serjimêriya dawî, rêjeya jinan zêdetire, lê di warê siyasî de ji bo jinan kota hatiye danîne. Ev yek dibe sedem ku dema jin biçin parlamentoyê, ne xwedî fikir û ramana xwe bin. Sîstema zilamsalarî naxwaze hebûna jinan hebe, ji bo vê di hemû waran de dixwazin jinan tune bikin. Ji bo vê yekê eger jin dengê xwe bidin namzetên jin, wê demê pêwîstî bi kota jî namîne. Di heman demê de, rola jinan ya li Parlementoya Iraqê pir girîng e. Bi taybet jinên Kurd pêwîst e daxwaza mafê jinan bikin. Dibe gelek yasa bê derxistin yên din fam nekin, lê jin fam dikin.

Pêwîst e dengê xwe bidin namzetên Kurd da ku hêza jin ya li Bexdayê zêdetir xurt bibe. Ji ber ku çiqas hêza jin li Bexdayê zêde be, ji bo Kurdan ewqas baş û sûd e. Ger rêjeya nûnerên Kurd li Bexdayê zêde bibe, nikarin proje yasayên dijî Kurdan derbixînin. Ev yek wê ji bo Kurdan jî bibe piştevaniyek.

Pêwîst e jin ji bo serxistina namzetên jin xwedî rol bin

Divê jin ji bo serxistina namzetên jin xwedî rol bin, herwiha dema jinek nûner be, baştir dikare rewşa jinan û daxwazên bigihîne û pirsgirên jin çarser bikin. Eger nûnerên jin zêde be, wê karibin hemû hewldanên ku jin di nava civakê de diçiwisîne ji holê ra bikin.

Li herêmên bi nakok pir girîng e ku Kurd tevlî hilbijartinê bibin, ji bo nasnameya Kurdbûnê ya li van herêman bê parastin. Di heman demê de, Pêwîst e dengê herî zêde yên herêmên bi nakok bi dest bixe. Lewma pir girîng e namzetên jin biçin Parlementoyê û daxwaza mafê jinan bike û divê jin jî weke mêran serketî bin. Gelek kes hene nikarin daxwaza mafên xwe bikin, lê îro bi saya bi hezaran xwîna şehîdan gelên herêmê û kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistin. Daxwaza tevahiya gelê Kurd aştî, azadî û serbixweyî ye. Herwiha eger deng nebin ne hebûn û ne jî reng dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.