Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi azadkirina jin û mêr wê civakeke wekhev û demkratîk were afrandin

11/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi azadkirina jin û mêr wê civakeke wekhev û demkratîk were afrandin
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Her sal di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Diijî Tundiya li Ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde ji bo mêran tê dayin, herwiha ev berwerde bi armanca ku her mêrek  xwe ji fikir û zihniyeta baviksalarî rizgar bike, da ku jiyaneke wekhev, saxlem û azad bê afrandin.

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li gelek navendan jin dadikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Ji bo kuştina jinan, tecawiza li dijî jinan, tundî, zext, binpekirina mafên jinan bi dawî bibe. Li Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştî Şoreşa Rojava jinan di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin kirin. Niha jin hem xwe perwerde dikin û hem jî mêran perwerde dikin. Bêguman îro jî li navenda PYD`ê li ser asta 3 rojan berwerdekirina mêran ji aliyê Kongra Star ve hatiye birêxistinkirin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan û perwerdeye ku niha ji bo mîran tê dayin, rêvebera Kongra Star Ronaz Yunis, endamê Meclisa PYD`ê ya taxa Qedûrbek Cûma Welo û endamê komîteya Rêxistinî ya PYD`ê Salih Omer ji Rojnameya me re axivin.

‘Pêwîst e zilam wê zehniyeta di mejî, kesayet û jiyana xwe de bide kuştin’

Ronaz Yunis diyar kir ku her sal bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan perwerde ji bo mêran tê bi rêxistin kirin û wiha got: “Wek tê zanîn ku her sal berî 25`ê Mijdarê Kongra Star ve perwerde ji bo mêran tên rêxistin kirin û dayin. Ev jî bi armanca ku her zilamek li ser xwe bi fikirê û ew zehniyeta çewt ji ser xwe derbixe, ji ber ku em dizanin ku jin bingeha civakê ye û pêwîste were azadkirin, lê yên ku li ber azadiya eê dibin asteng zehniyeta zilame, lewma pêwîst bû ku jin û zilam bi herve xwe azad bikin. heya ku ev zehniyet di nava civakê de hebe wê jin nikarine jiyaneke azad û demokiratîk bi tena xwe bide afrandin. Ji ber vê yekê me perwerdeyên mêr dane destpêkirin, da ku jin û mêr bi hevre jiyaneka azad û demokratîk bi afrînin. Di heman demê de zilam ew zehniyet di mejî, kesayet û jiyana xwe de bide kuştin.”

‘Pergala serdest naxwaze jina pêşeng pêş bikeve’

Ronaz destnîşan kir ku jin di civaka xwezayî û heya roja îro xwedewende û wiha dewam kir: “Dema em qala tundiya li ser jinê dikin, em her dem li civaka xwezayî digerin. Jin di civaka xwezayî de xwedawend bû, wekhev bû, xwedî qedr û nirx bû. Rêvebera civakê bû. Dayikê ji her alî de civaka gund bi rêve dibir û pêşengî dikir. Hem zarokên xwe û hem hemû derdora xwe hem bi rêve dibir, di heman demê de diparast û hem jî xwedî dikir. Jin di her alî de zanist bû. Jin xwedewend bû. Her tim rêya rast da pêşiya civakê û xwest civak xwe bi rêve bibe. Lê şamanê temen mezin ciwan li dora xwe bi rêxistin kir û xwest rêveberî û pêşengiya jinê ji destê wê bigere. Şikandina yekem wê demê dest pê kir. Piştî zilam zanîna jinê fêr bû, hemû zanîn û hêj ji destê wê girt û desteser kir. Bûn yek û rêveberiya jinê ji destê wê girtin. Lê her tim têkoşîna jinan berdewam dike. Bi hatine şoreşa jin ku bi pêşengiya jinan hat destpêkirin, ev yek ji tevahî cîhanî re da îsbat kirin ku jin wê her dem daxwaza maf û jiyana azad bike. Ji ber vê yekê Kongra Star, Mala Jinê, YPJ, Asayişa Jin, Hêza Cewherî ya jin, Desteya Jinê û hwd..

Herwiha di hemû saziyan de jî nûnertiya jinê hat avakirin. Pergaha Hevserokatiyê hat pêşxistin. Ev modelek nû ye. Jin bi vê pergalê êdî dikare gund, tax, navçe û bajarê xwe bi rêve bibe. Îro em dibînin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derve êrişeke pir mezin li dijî jinan pêk tê. Li hemberî vê jî jin tekoşeneke mezin dide meşandin û dibe bersiv ji tevahî êrişan ku jin xwe di hemû aliyan de bio rêxistin kiriye. Hem jî jin ji bo hişmendiya zilam a mêrantiyê bê guhertin têdikoşe. Ya girîng jin di nava saziya xwe de çawa karibe hişmendiya zilam biguhere. Li dijî jina siyasetmedar, jina pêşeng, jina dîplomat û jina leşkerî êriş pêk tên. Pergala serdest naxwaze jina pêşeng pêş bikeve. Ji ber vê yekê perwerdeyên me wê dewam bikin. ev perwerde jî li ser asta 3 rojan wê were dîtin, di roja yekem de wê ders li ser zehinet û serweriya zilam, di heman demê de ked û tekoşîna jin wê were dayin, di roja 2`mîn de wê ders li ser hevjiyana azad were dayin û di roja 3`mîn ya dawî wê ders li ser sîstema Kongra Star were dayin. Hebet ev perwereyên ku ji bo mêran wê li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin dayin.”

‘Perwerdeyên bi vî rengî ji bo her mêrekî pir girîng e’

Di heman çarçoveyê de Endamê Meclisa PYD`ê ya taxa Qedûrbek Cûma Welo da zanîn ku perwerdeyên bi vî rengî ji bo wan pir girîge û wiha pê de çû: “Em di nava zehniyetekî desthiledar û ne edalet hatibûn mezin kirin, her wihja em ne di ferqa vê zehniyetê de bû, dema digotin zilam, tiştek mezin û serwer dihat bûra me. Lê piştî xwendina manefêstoyên Rêber Apo û dîtina perwerdan, êdî hat naskirin ku em hatine kuştin, jiyan ne tenê ku mirov nefes bide û bistîne, lê belê jiyan kirin ew e ku em çawa karî bin jiyanekî rast bidin meşandin, di heman demê de ku çaqa em wekheviyê di navbera jin û mêr de wekheviyekê bi afrînin. Em niha pir kêfxweşin ku di roja îro de em perwerdeyên girêdayî zehniyeta zilamê serwer û xapînok dibînin. Ji berk u bi saya perwerdeyên bi vî rengî em ê rê li pêşiya jinan vebikin, dema ku me destek da jinan ku rastî êrişan û binpêkirinan neyin kirin, wê demê em ê di nava jiyaneke azad, demkratîk û wekhev de jiyan bikin.”

‘Bi azadiya jin û mêr wê civakeke demokratîk û wekhev were avakirin’

Di hemand emê de Endamê Qumîteya Rêxistinî ya PYD`ê Salih Omer axivî û wiha got: “Perwerdeyên ku niha em dibînin, ne cara yekem e, di heman demê de her zilamek ku perwerde bibîne, bila nebêj e ez beriya niha perwerdeyên wiha re derbas bûme, ji ber ku dîtine perwerde tenê ne têrker e, lê bila em bifkirin ku bi dîtina van perwerdeya çiqas bi encamp û dikeve piratîka me de. Niha dema ku ez perwerde gudar dikin û nasdikin em dinava zehneyetekî wiha mezin bûne ku gihîştiya asta em hatine fetsandin û kolekirin. Ji ber vê yekê bila em bi nêzîkatî û tevgera xwe bifikirn. Ji ber ku eger fikrandin tine be wê encamp tune be. Em hemî dizanin ku jin bigeha civakê ye, her wiha ji bo civakeke azad tenê pêwîste mêr beriya jinx we perwerde bike. Ew bawerî heya ku bi rêya perwerde û xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo em ê xwe ji vî zehniyetê qazenc bikin. li vir jî wê bi azadiya jin û mêr civakeke demokratîk û wekhev were avakirin. Berxwedana jinê û sekna jinê ji ya berê xurttir e. Îro bingeha jinê pir xurt e û têkoşîna wê jî ew qas xurt e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.