Hemza Sêvo
Di 10’ê Mijdarê de Colanî çû Waşintonê, li Koşka Spî da ku Tiramp bibîne û bi hev re hin mijarên girîng li gorî xwe çareser bikin. Lê beriya ku Colanî biçe Amerîkayê, Xezîneya Amerîkî biryara derxistina navê Colanî û hevkarên wî ji lîsteyên terorê da, ew kesên xwedî kiriyarên xerab û komkujiyên dijmirovî bû, biryareke wiha jî li dijî gelên Sûriyê ye. Ev geşedanên dawîn tev jî amadekariyên nû ne ji bo destpêkirina qonaxeke din ji dîzayînkirina Sûriyê û herêma Rojhilata Navîn. Pelika sereke ya ku divê Colanî îmze bike pela Hevpeymana Ibraham a Israîlî ye. Ji bilî berjewendiyên Israîlê û serweriya wê ya herêmî, yek ji mercên vê peymanê ew e ku li Sûriyê tu komên xeternak û radîkalîst ên Islamî nemînin. Wekî tê zanîn li derdora Colanî dagirtiye ji komên radîkal, hem biyanî ne û hem jî yên Sûrî ne qaşo. Van koman çi kiribin bi serê gelên Sûriyê çi nekiribin, divê bên tunekirin û di nava artêşa Sûiriyê de nemînin, ne ku ji ber kiriyarên wan di derheqê gelên Sûriyê de, lê belê ji ber ku ew xeteriyê li ser ewlehiya Israîlê ava dikin. Piştî têkçûyîna Baas êdî gelek hewldanên Amerîkayê çêbûn da ku Colanî bike Şeri, lê bi şeklî hat guhertin, kirasê HTŞ’ê yê ku bêhna DAIŞ’ê jê dihat ji Colanî hate kirin, riha wî bi meqesê Amerîkî kurt kirin û çekên sermeyandaran ên mîna Tom Barak lê hate kirin da ku hemû kiriyarên wî veşêrin. Piştî hevdîtina Colanî û Trump êdî Tramp li ser xwesteka Israîlê ew neçarî îmzekirina peymanan kirin, çendîn bi rengekî veşartî hatibin kirin, lê di nav wan de peymana herî girîng a Ibraham hatiye îmzekirin û Colanî îmzekarê wê ye. Peymana din jî ji bo tevlîbûna Sûriyê êdî tevlî Hevpeymana Navdewletî bibe da ku Amerîka fermiyeta xwe bibîne ku ji aliyê leşkerî ve destwerdanê di tevahiya Sûriyê de bike. Ev peyman jî wê guhertinên mezin di siberoja herêmê û bi taybet di hundirê Sûriyê de bi xwe re bîne. Pirs ew e ka DAIŞ, kî li şerê DAIŞ’ê dike, gelo wê şerê DAIŞ’ê were kirin yan komên radîkal ên ku xeteriyê li ser Israîlê û hebûna Amerîkayê li Sûriyê dikin? 7 hezar cîhadîstên radîkal ji welatên wekî Erebistana Siûdî, Misir, Tunis, Cezayîr, Urdun, Sûdan, Îmaratên Erebî yên Makedonya, Fransayê û hwd… bi malbatên xwe re li Sûriyê hene. Li aliyekî din wê ji milekî ve etegiresyona QSD’ê di nav artêşa Sûriyê de çêbibe û şerê DAIŞ’ê û komîn çete bike, ji mile din ve dibe ku bi hevkarî û fermana dewleta Tirk êriş ji hêla Artêşa Niştîmanî ve li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin kirin. Sedem jî ew e ku wê entegirasyona QSD’ê ne li gorî hikumeta veguhêz û dewleta Tirk be. Tevî ku lihevkirineke şeklî di navbera Israîl û Tirkiyê çêbûbe jî, lê herî wê Amrîka li dijî hebûna bargehên dewleta Tirk bisekine, lewma jî amadekarî tên kirin ji hêla Amerîk ve da ku bargehên xwe li deverên istratejîk ên Sûriyê ava bike, nemaze li Şama paytext. Hemû hewldanên ku Colanî dike ji bo pêkanîna peymanan ew ji bo domandina hukimê wî ye, lê dibe ku piştî îmzekirina Peymana Ibreham Colanî were tesfiyekirin, yan wê li ser destê Israîl yan li ser destê komên çete û yan jî li ser destê dewleta Tirk. Hêzên navdewletî doza yekbûna Sûriyê dikin, lê li ser rûyê erdê ew parçekirî ye, Rûsya li Beravê, Amerîka li Bakur-Rojhilatê Sûriyê heyanî çolistana Sûriyê û Şamê, Israîl li Siwêda û Deriayê. Li gorî tevgera van hêzên navdewletî ew ê çareseriyeke mayinde ji bo gelên Sûriyê pêk neyê.






