Federasyona Gaziyên ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yekemîn salvegera şahadeta hevrê xwe Hogir Amed û Serkêş Riha ku 11’ê Mijdara 2024’an di êrîşeke bombeyi de li bajarê Hesekê tevlî karwanê nemiran bûn. federasyonê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wihaye;
Di şoreşên azadiyê de nirxên ji bo mirovatiyê bêguman ti carî bê berdêl nehatine avakirin. Di vê têkoşîna bi heybet de bi hezaran fedaiyên bi felsefe û fikra Apoyî pêşengî ji gelan û şoreşê re kirine bi lehengî şer kirine, li ber xwe dane û gihiştine şehadetê hene. Nirxên me yên herî pîroz ên hêz û îradeya dihêle em li hember her cure xerabî û zilmê li ber xwe bidin bêguman şehîdên me ne.
Hevrê Hogir ê li bajarê Amedê yê bi welatparêzî û qehremantiya xwe sembola Kurdistanê ye, ji dayik bû, di temenekî biçûk de ket ser rêya têkoşîna rûmetê. Hevrê Hogir bi egîdî, cesaret û berxwedana pêş xist ji bo tevahiya hevalên xwe bû meşaleya timî rêya me rohnî dike.
Hevalê Hogir ê yek ji gaziyên şer bû, bi têgihiştina gazî pêşengên şoreşê ne, di nav refên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêsekn bi biryardarî û ezmeke mezin xebitî. Heval Hogir di jiyana xwe de ti carî cih neda reşbînî, bêmoralî û lawaziyan. Bi awayekî pir pak û esîl jiya û têkoşîn kir.
Hevala me Serkêş Riha jî bi zanebûna ku ji warê Rêber Apo ye, di jiyana xwe ya têkoşînê de timî bû xwedî kesayeteke fedakar, dilsoz û wêrek bû. Hevrê Serkêş ê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lingekî xwe winda kiribû, ti carî xwe ji kar û xebatên têkoşînê neda paş. Weke gaziyekî dildarê azadiyê, di dil û hişê şervanên xwe de cihekî herî xweşik û bedew çêkir. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama têkoşîn û berxwedana rûmet a wan hevrêyên timî serê mirovan bilind dike de pêş ket.
Heval Hemze jî di malbateke welatparêz a ji Serêkaniyê çavên xwe li dinyayê vedike, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin dibe û di temenekî ciwan de cihê xwe di nav kar û xebatan de digire. Heval Hemze bi têkoşîn û kesayeta xwe bû sembola pêkve jiyana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in, li hember her cure xerabiyan berxwedaneke mezin pêş xistin. Bi vê berxwedanê gelên me û tevahiya mirovatî rûmetdar dikin.
Li ser van esasan em hevrêyên şehîd Hogir, şehîd Serkêş û şehîd Hemze di yekemîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Soz didin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, têkoşîna hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin û ji bo gelan jiyaneke azad ava bikin em ê berxwedana xwe bidomînin.





