Ronahî Sadûn
Di 8’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava cîhanî de, li bajarê Kolnê yê Almanyayê meşeke girseyî bi beşdariya 10 hezaran hatibû lidarxistin û tê de hatibû tekezkirin ku ew ê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo bi encam bikin. Herwiha Rêber Apo jî bi peyamekê meşvanan silav kiribûn û dabû zanîn ku bi vê meşa wan ya bi qîmet wê têkoşîna çareserî û aştiyê bi pêş bikeve.
Di 8’ê Mijdarê de Li bajarê Kolnê yê Almanyayê meş û mîtînga mezin di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de, bi pêşengtiya TJK-E û KCDK-E’yê, bi beşdariya deh hezaran hat lidarxistin.
Cara 3’yemîn li Konlê meş tê lidarxistin
Ev meş cara sêyemîn e ku li Kolnê tê lidarxistin. Herwiha Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Almanyayê di sibeha meşê de gihîştibûn Deutzer Werftê, posterên mezin ên Rêber Apo vekirin û daxwaza azadiyê berzanbûn. Pankartên bi zimanên cuda “Ji Rêber Apo re azadî” hatibûn hilgirtin û jin, ciwan û gel bi gerandina govendê û dirûşmeyan coşek mezin afirandin.
Destpêkirina meşê
Piştre li kêleka Çemê Renê bi tevlêbûna deh hezaran meş dest pê kir. Meşvanan li gel banga dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, biserxistina pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ û bi bîrxistina berpirsiyariyên dewletên Ewropayê ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dest bi meşa xwe kiribûn. Di heman demê de meşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, pankarta mezin “Dawî li tecrîd û êşkenceyê bînin, bila bêhiqûqî bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe” vekiribûn. Meşvanan wêneyên mezin ên Rêber Apo, pankartên “Înkar bi dawî bû, niha dora azadiyê ye”, alên YPG û neteweyî hilgirtibûn. Hem jî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ciwan fedaiyê Apo ne” hatin berzkirin. Di meşê de Kurdistaniyan cilên neteweyî li xwe kiribûn û bi al, pankartên hilgirtin bala her kesî kişandin ser xwe.
Dema meş veguherî mîtîngê
Piştî meşê, girse vegeriya qada Deutzer Werft û mîtîng lê hat lidarxistin. Qada mîtîngê bi posterên mezin û wêneyên Rêber Apo hatibûn xemilandin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka KNKê Zeyneb Murad, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Die Linke Cansû Ozdemîr, parlamentera Kolnê Lea Reisner, komên enternasyonalîst, nûnerên Platforma Aştiyê ya Ewropayê û pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî beşdarî mitîngê bibûn.
Piştre ji aliyê Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û ji TJK-E’ê Ayten Kaplan axaftin hatibûn kirin û wiha axivîbûn: “Em ê vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo bi encam bikin. Rêber Apo 27 sal in bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin. Lewra gelê Kurd 27 sal in ji bo nasname, rûmet û azadiya xwe li dijî vê komployê li ber xwe dide. Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li nava gelê Kurd û hemû saziyên Kurd ên li Ewropayê deng veda. Ev meşa îro xwedîderketina şênber e. Ev banga me ji bo dewletên Ewropayê ye: Gelê Kurd aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze. Divê dewletên Ewropayê berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û piştgiriyê bidin pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.
Herwiha bang li raya giştî ya Ewropayê kirin û daxwaza piştgirîkirina daxwaza aştî û azadiyê ya gelê Kurd kirin. Di heman demê de diyar kiribûn ku kampanya bi nêzîkatiyek enternasyonalîst teşe girtiye. Herwiha îro cîhan bi kirîzek kurewî re rû bi rû ye. Bandorên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xweza û civakan ji holê radike. Perspektîfa Rêber Apo ji bo derbaskirina van kirîzan rêyek nû pêşkêşî mirovahiyê dike.
Ji bo wê pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya ku bi banga Rêber Apo destpê kir ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya Rêber Apo êdî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e, azadiya wî misogeriya jiyana bi hev re ya aştiyane ya Kurd, Tirk û hemû gelan e.”
Peyama Rêber Apo ya ji bo meşa Kolnê
Rêber Apo ji bo meşa Kolnê peyamek şandibû û peyam bi Kurdî, Tirkî û Elmanî hatibû xwendin. Peyama Rêber Apo wiha ye:
Ji tevahî mirovên ji aştî û azadiyê bawer dikin, ji dostên xoşewîst, hevrê û hevalan hemûyan re silav. Hûn ji çar aliyên Ewropayê hatin cem hev û we Meşa Mezin a Kolnê pêk anî. Ev gava we avêtiye, pirr girîng e. Ev ne tenê ji bo azadiya min e, ev ji bo çareseriyeke demokratîk a doza Kurd e û ji bo têkoşîna aştiyeke bi rûmet e. Hûn bi vê gavavêtina xwe, biryardarî, wêrekî û hêviyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji nû ve geş dibe. Azadiya min, ji azadiya hevpar û demokrasiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne cuda ye. Wexta ku em dibêjin azadî, em ji aştî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev re dibêjin azadî. Bi vê meşê, hûn daxwaza me ya çareserî, demokrasî û azadiyê ji cihanê re radigînin. Em vê, bi îradeya xwe hewl didin pêş bixin û pêk bînin. Her çend navber bikeviyê û qut bibe jî em ji sala 1993’an ve van hewldanên xwe yên aştî û diyalogê didomînin. Ev hewldanên me nîşan didin ku li ser van erdan xuşk-biratî pêkan e.
Tevî hewldanên me hemûyan jî hertim hêvî di nîvê rê de hat hiştin, lê îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve bi ruh û gewde dibe. Ya rastî, ev pêvajo ji pêvajoya şoreşê ya negatîf derbasbûna pêvajoya şoreşê ya pozîtîf e. Divê ev karekterê pêvajoyê weke rastiyeke gerdûnî û dîrokî were fêhmkirin. Li ser diyardeya Kurd û têkoşîna wî awayekî nehuqûqî hat ferzkirin, em niha derbasî zemînê huqûqî dibin û em ê li ser vî bingehî têkoşînê bikin. Ha bi vê meşa we ya bi qîmet wê têkoşîna çareserî û aştiyê bi pêş bikeve û bipişkive.
Hevrê û hevalên hêja!
Ji bo gelê Kurd bi awayekî destûrî li cem Komarê were qebûlkirin û hebûna xwe weke hemwelatiyekî wekhev li ser zemînekî demokratîk bidomîne, pêdivî bi siberojeke demokratîk a Tirkiyê heye. Dîsa hem ji bo li Sûrî û hem jî li her devera Rojhilata Navîn, ji bo Kurd bêyî ku dev ji hebûn û azadiya xwe tawîz bidin, bi tevahî bawerî û gelan re bi awayekî wekhev, azad û aştiyane bijîn û divê ji vê re pêşengiyê bikin. Em vî dengê we yê li Ewrûpayê bilind dibe dibihîsin û em dizanin ku muxateb hemû vî dengî dibihîsin.
Ji ber ku hûn ji ber kirinên antî-demokratîk neçar mane derkevin derveyî welêt, hûn wijdanê çareserî û aştiyê ne. Her hewldana we, gaveke ji bo xuşk-biratî û aştiyê hatiye avêtin. Ez yeqîn dikim ku bi vê îradeya we, gelê Kurd û bindest hemû, wê bigihîjin siberojeke azad û demokratîk. Ez we hemûyan bi hezkirin û hurmeteke naqede, herûher silav dikim.
Derbarê Meşa Kolnê de, endama komîteya amadekar a meşê di heman demê de jî weke sîwana Almanyayê ya Tevgera Jin berdevka wê Kezban Doxan ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bajar û welatên dûr gel tevlî meşa Kolnê bû’
Kezban Doxan di destpêka axaftina xwe de welatên ku tevlî meşê bûn wiha anî ziman: “Di meşê de ji welatê Siwîsra, Bakurê Fransa, Belcîka, Holenda û tevahî Almanyayê beşdar bûn ku gelê me yên van deveran bi otobos, erebeyên taybet û tirênan ji van welatên dûr û ji bajarên Almanyayê yên dûr hatin.”
‘Xwesteka me ya 27 salan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Kezban Doxan eşkere kir ku meşa Kolnê ya îsal ji yên berê di aliyê wate û tevlîbûnê de cuda bû û wiha got: “Di 17’ê Sibata 2024’an de yekemîn meşa Kolnê û di 16’ê Mijdara 2024’an duyemîn meşa Kolnê hatibûn lidarxistin. Lê meşa îsal hem wate û hem jî tevlîbûna wê ji wan meşên berê cuda bû. Di meşa 17’ê Sibatê de hingî tecrîdeke girankirî ku nêzî 3 sal û 3 mehan agahî ji Rêber Apo tunebû, di aliyê tenduristiya wî de gumanên me hebûn. Ji bo wê pêngava 10’ê Cotmehê ya 2023’an nû dest pê kiribû, ev jî qonaxa yekemîn xelaskirina wê bi meşa Kolnê ya 17’ê Sibata 2024’an bû.
Ya 16’ê Mijdara 2024’an jî wê demê hevdîtin êdî pêk hatibû, dewlet Baxçelî di wî alî de hinek gotinên wî hebûn. Wek gelê Kurd jî di van 4 salên dawî di wê tecrîda girankirî de, tenê bi hevdîtinekê çênabe yanî dewleta Tirk bixwaze dikare her tim wê tecrîdê dîsa lidar bixe û têkiliya me bi Rêbertiya me qut bike. Tecrîd jî 26 sal wê demê ne hindik bû li gor 2024’an, lewma ji bo ku em tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, wê carê jî ji bo wê bû. Di heman demê de di meha Îlonê ya 2024’an de Konseya Ewropayê piştî deh salan nû mafê hêviyê yê Rêber Apo kir rojeva xwe de û salek taloq da dewleta Tirk ji bo ku vî mafî pêk bîne, meşa duyemîn ji bo wê bû.
Lê meşa ku di 8’ê Mijdarê de hate lidarxistin, hem naveroka wê cuda bû ku di alîkî de xwesteka me ya 27 salan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bilî wê ya cuda ku di 27’ê Sibatê de Rêber Apo pêngaveke nû di bin navê “Aştî û Civaka Demorkatîk” de dest pê kir, di vê pêngavê de heta niha dewleta Tirk gaveke wisa berbiçav neavêtiye. Di vê pêvajoya muzakereyan de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nûnerên wê jî gotin sermuzakerevan Rêber Apo ye. Niha ku sermuzakerevan di girtîgehê, di bin tecrîdê û di bin sîstem û pergala Îmraliyê de be, ev nêzîkatiyeke çewte, eger ev pêvajo bimeşe gerek her du alî jî bi hevsengî gavan bavêjin. Lê mixabin ev nêzî salekê ye dewleta Tirk di vî alî de tenê bi avakirina komsyonekê û bi axaftinan derbas kiriye. Ev meşa Kolnê ku êdî ne wextê tewriyê ye, wextê pratîkê ye. Gelê Kurd jî navê vê meşê kirin meşa azadiyê, di yekemîn de armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, duyemîn statuya gelê Kurd a di bin zagonên bingehî de ku êdî ew komsyon wan zagonan bişîne meclisê û were pijrandin.”
‘Em hemû li benda mizgîniyê bûn’
Kezban Doxan da zanîn ku berî meşê bi du rojan mizgîniya peyama Rêber Apo ji wan re hatibû û wiha domand: “Piştî axaftinên ku di meşê de hatin kirin, tişta ku em hemû li bendê bûn ku berî wê bi du rojan mizgîniya wê ji me re hatibû wek komîteya amadekar a meşê ku wê Rêber Apo peyamekê bişîne ji meşevanan re. Ji ber ji Rêber Apo re hatibû gotin ku wê li Ewropayê gel ji bo azadiya wî bimeşe. Lewra piştî peyam hat û me bi çapemeniyê parve kirî kelecan bi hemû gelên me re hat avakirin, ji ber dema me serdana malbatan û hwd… dikir ji bo tevlîbûn meşê yên ku didulî bûn ku werin an neyên, lê piştî ku mizgîniya peyama Rêber Apo hat di vî alî de ew dudiliya wan xilas bû. Herwiha di meşê de jî ji dawî heya serê wê û di qada mîtîngê de jî siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” dihatin berzandin bi denge û hêzeke bilin, hem jî bi hezkirin û hesret ev silogan ji aliyên gel ve dihat qîrkirin ku bajarê Kolnê pê hejiya. Di heman demê de peyama Rêber Apo hem hestiyarî bû, hem jî pespektîv bû ku her kes rolê bigre ser xwe û di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Peyama Rêber Apo bi zimanê Tirkî, Kurdî û Almanî hate xwendin. Piştî xwendina peyamê jî hin nêrîn hatin gotin, di dawiyê de jî bi performansa hunermendên TEV- ÇAND û hunera Mizgîn mîtîng bidawî bû.”





