Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê derbarê têkoşîna jinênên azad û entegerasyona civkî semînerek hat dayîn

10/11/2025
in NÛÇE
A A
Li Reqayê derbarê têkoşîna jinênên azad û entegerasyona civkî semînerek hat dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Reqa

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) semînerek diyalogî bi sernavê “Têkoşîna jinên azad û entegrasyona civakî ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk” li hola Parêzeran a Reqayê lidar xist.

Di semînerê de endamên rêxistinên sivîl û jinan, herwiha nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre mijar hatin xwendin. Semîner du mijarên sereke dihewîne. Mijara yekem “Rola Jinan di Avakirina Sûriyeyê de”  ji hêla Meryem Îbrahîm, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate xwendin.

Meryem Îbrahîm wiha got: “Jin di şerê li dijî DAIŞ`ê de li eniyên pêşîn bûn û êşa ducarî ya şer û zihniyeta baviksalar kişandin, hebûna xwe îro di warên cûda yên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de îspat dikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêya Rêveberiya Xweser, karîne ji qurbaniyên şer veguherînin beşdarên çalak di biryardanê de. Jin îro tenê temaşevan nînin; ew êdî beşdarî avakirina rêveberî û saziyan dibin û ew di avakirina takekesan û civakek demokratîk de hêmanek bingehîn in.”

Mijara duyemîn ji hêla Velentîne Ebdo, Hevseroka Ofîsa Rêxistina Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ve, di bin sernavê “Entegrasyona Demokratîk li Sirgûnê: Aştî û Civaka Demokratîk” de hate nîqaşkirin.

Velentîne Ebdo rave kir ku demokrasî ne tenê sîstemek hikûmetê ye, lê şêwazek jiyanê ye ku li ser bingeha aştî, azadî û rêzgirtina ji bo nasname û çandên cûda ye. Wê destnîşan kir ku têgeha “entegrasyona demokratîk”, ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatî pêşniyar kirin, çareseriyek ji bo nakokiyên dîrokî temsîl dike û bingeha avakirina civakek bi rastî demokratîk pêk tine.

Velentîne bal kişand ser projeya Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek pratîkî ya vê entegresyonê ye, ku tê de civak li ser bingeha beşdarbûn û rêzgirtina ji bo mafên takekesî û kolektîf têne rêvebirin, û ku cihêrengiya pêkhateyên çandî û zimanî çavkaniya hêzê ye, ne ya dabeşbûnê ye.

Piştî ku mijara duyem bi dawî bû, derfet ji bo nîqaşê hate vekirin.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê, Hêvîn Ismaîl, axivî û wiha got: “Em hîn jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nakokiyên navxweyî dikişînin ,civak hîn negihîştiye qonaxek wekheviya tevahî di navbera mêr û jinan de, tevî pêşketina girîng a ku hatiye bidestxistin.”

Hêvîn Ismaîl du pêşniyar ji bo pêşxistina kar di qonaxa pêş de li Sûriyeyê pêşkêş kir û wiha got: “Hêzkirina jinan û dabînkirina derfetên kar ên rastîn di sektorên tenduristî, çandinî û aborî ji jinan re û xurtkirina hevkariya civakî di navbera mêr û jinan de ji bo misogerkirina entegrasyonê di jiyana giştî de.”

Semîner bi tekezkirina girîngiya berdewamiya têkoşîna rewşenbîrî û rêxistinî ya jinan di rûbirûbûna zîhniyeta otorîter de û pêşxistina têgeha entegrasyona demokratîk wekî bingehek ji bo aştî û hemwelatîbûna rastîn di Sûriya pêşerojê de bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.