Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên rojnamevan diyar kirin ku li darxistina Konferansa YRJ’ê di demekê de ku guhertin li ser qada Sûriyê bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên de, gaveke giring û serkeftineke pîroz e, û wiha tekez kirin; “Em bi biryardarin ku bibin dengê rastiyê û şopdarên hevalên xwe yên ku di oxra derxistina heqîqetê de gihaştin asta şehadetê.”
Bi drûşma “Bi meyzekirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jin” Yekîtiya Raghandina Jin YRJ’ê di 8’ê Mijdarê de konferansa xwe ya çaremîn bi beşdarbûna 150 delegeyên jin, ji rêxistinên jin, jinên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên partî û tevgerên jin; li dar xist.

‘Li darxistina Konferansa YRJ’ê gaveke pîroz e’
rojnamevan Stêrk Gulo ji Rojnameya me re destnîşan kir ku ev konferans ji wan re weke rojnamevan gaveke giring bû û wiha anî ziman: “Li darxistina konferansê Yekîtiya Raghandina Jin di demkê de ku guhertin li ser qada Sûriyê, bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê gaveke ginrin û pîroz e. Tişta herî balkêş di konferansê de ku tevahî jinên rojnamevan bi biryardar derketin da ku bibin dengê rastiyê hem jî bibin şopdarên hevalên xwe yên rojnamevan ku di oxira derxistina heqîqetê de gihaştin asta şehadetê. Herwiha em karibin rastiya têkoşîna jinan bidin pêş, li dijî tundiya ku li ser jinê tê meşandin bisekinin û ji cîhanê û civakê re parve bikin. Di konferansê de rojnamevanan bi biryardarî tekez kirin ku ew ê di xeta azadiyê de wê dengê şoreşê bilind bikin.”
‘Em ê hêvî û daxwazên gelê xwe pêk bînin’
Stêrk Gulo diyar kir ku çar sal derbas bû li ser konferansa herî dawî ku hat li dar xistin û wiha berdewam kir: “Rojnamevanên jin di van çar salan de xwe zêdetir birêxistin kiribûn, di nîqaşên me de hate diyar kirin ku birêxistinkirina jinan û perwerdekirina rojnamevanên jin di hêla hişmendî û pîşesaziyê de gaveke giring e û erkeke sereke ye dikeve ser milê me. Heta ku ji dest me derbikeve em ê karibin û hewildanên xwe zêdetir bikin da ku agahiyên rast ji civakê re parve bikin, hêvî û daxwazên gelê xwe em ê di riya ragahandinê de pêk bînin. Îro jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê bi rastî berxwedaneke mezin dan meşandin û hîn jî berdewam dikin, bi taybet piştî hilwişîna rêjîma Baas’ê û bi hatina pergala HTŞ’ê rewşa jinan girantir bû bi taybet li herêma peravê jinên Elewî û Durzî.
Rojnamevan Stêr Gulo bi van gotinan nirxandinê xwe bidawî kir: “Ez bi vê boneyê jina Elewî ya bi gotina“Feşert” hat naskirin dema ku çekdarên girêdayî HTŞ’ê êrişî peravê kirin û zarokên wê li pêşiya çavên wê kuştin bibî tînim ku bû mînak û sembolek ji jinên têkoşer yên ku sîstema navendî qebûl nakin. Îro em rojnamevên jin ji erka me ye ku xwedî li dengê vê berxwedanê derkevin û ji cîhanê re parve bikin. Jinên Kurd li Rojava bûn cihê îlhamê û pêşgtî ji jinên pêkhateyên dîtir kirin. Di şopandina rêya rastiyê de me gelek hevalên xwe yên giranbuha winda kir, weke rojnamevanên jin em ê şopdarên xeta Gurbetelî Ersûz û Cîhan Bilgîn bin û xebatên xwe berdewam bikin.”

‘Kombûna me li konferansê gaveke pîroz e’
Di heman demê de rojnamevan Lîlav Hesen di rêya vê konferansê de hemî jinên ku ji bo derxistina rastiyê gihaştin asta şehadetê bibîr anî û wiha anî ziman: “Ji her kesî re xuya ye ku Sûriya di çi rewşî de derbas dibe bi taybet rewşa jinan ku bi hatina desthilatdariya nû hebûna jinê tê tune kirin, lewma li darxistina vê konferansê di rewşeke wiha de serkeftienke mezin e, kombûna me nêzî 170 jinên rojnamevan da ku bi hev re kar û xebatên xwe nîqaş bikin, çawa xwe pêşbixin û bi çi rengî xebatên xwe berdewam bikin gavekî pîroz e.”
Rojnamevan Lîlav Hesen bal kişand li ser karê rojnamegeriyê bi taybet jin di dema Baas’ê de û wiha got: “Berî şoreşa Rojava kî karîbû di nava vî karî de cih bigre? Tenê alîgirên rêjîmê, kesayetên peybilind an jî kesên di nava partiya Baas’ê de kar û xebat di qada raghandinê dikirin, bi taybet weke jin tenê bi şêwazê rêklam bikar dihat anîn, wekî din jin li pişt perdê dihat hiştin, lê şoreşa Rojava ev yek ji kokê da guhertin û avakirina dezgehên jin bersiveke xurt bû ku ev dezgeh ew zihniyet da şikenandin. Bi deng, reng, kamîre û pênûsa jinê em ê vê xebatê bimeşînin ku ev destkeftî bûye wejk dîrok ji bo hemû jinan hatiye nivîsandin.”
Rojnamevan Lîlav Hesen wiha gotina xwe bidawî kir: “Erka me ya herî sereke di vê qûnaxê de weke jinên rojnamevan ku em bikaribin propaganda reşkirinê ku li ser herêma me tê kirin bidin şikandin, rastiya heyî raghînin û li gorî drûşma Jin, Jiyan, Azadî em hemî jin xwe bighînin hev û heqîqetê derxînin.”






